Hacer Ozdemîr: Hêza me ya sekinandina kaosê heye
Aktîvîsta TJA'yê Hacer Ozdemîr di kongreya NADA'yê de axivî û bal kişand ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û diyar kir ku ev bang ji bo hemû gelên cîhanê hatiye kirin û got: “Rizgarkirina welatê me û rizgariya jinan bi hev ve girêdayî ye.”

Navenda Nûçeyan – Koalîsyona Jinên Demokratîk a Herêmî ya Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê (NADA) yekemîn kongreya xwe li Silêmaniyê li dar dixe.
Jinên ji Rojhilata Navîn, Kurdistan, Tirkiye, Bakurê Afrîkayê, Bakurê Rojhilatê Sûriyeyê û gelek welatên din, bi cilên xwe yên herêmî beşdarî kongreyê bûn.
Di kongreya ku bi awayên rûniştinan tê lidarxistin de piştî navberê, pêşkêşiya bi sernavê "Şerê Cîhanê yê 3'yemîn şerekî jinankujiyê yê ne îlankirî ye” dest pê kir.
‘Avakirina demokrasiyê bi jinan mimkun e’
Hacer Ozdemîr, diyar kir ku pirsgirêkên gelê Kurd dijî ne tenê pirsgirêkên gel in, di heman demê de yên Rojhilata Navîn in jî destnîşan kir ku sedema hemû pirsgirêkên nehatine çareserkirin, meseleya Kurd e. Hacer Ozdemir wiha axivî: "Avakirina demokrasiyê bi jinan mimkun e, jinan qet pêşengiya şer nekirine. Her dem mêran dest bi şer kirine. Karê me pir dijwar e ji ber ku dermanê şer aştiya mayînde ye. Gotina 'Civak nikare azad bibe heya ku jin neyên azadkirin' gotineke pir kûr e. Li ser bingeha vê gotinê, em rê û rêbazên xwe ji nû ve binirxînin. Berî her tiştî, em baweriya xwe bi xwe bînin. Hêza me heye ku em vê kaosê rawestînin. Her kes li cihê ku lê ye têkoşîna xwe dike û ev têkoşîn têkoşîneke li dijî şer e. Kes nikare bibêje ku ez ji vî şerî dûr im, ev bandorê li min nake.”
Hacer Ozdemîr her dawî got: "Banga ku birêz Ocalan kir ne tenê bangek ji bo gelê Kurd bû, ji bo tevahiya cîhanê bû. Wî got ku hemû gel dikarin bi hev re bijîn. Em dikarin vê yekê li Rojava bibînin. Ger demokrasiyeke avabûyî hebe, ger dewlet demokratîk bin û ger aştiyeke mayînde pêk were divê em rola xwe baş bilîzin. Em ê bi felsefeya 'Jin jiyana azad' şeran rawestînin û modelek konfederalîzma demokratîk ji bo hemû gelan ava bikin.”
Konferans bi pêşkêşkirinan berdewam dike.