Gulistan Mihemed: Şer ji pirsgirêkan re nabe çareserî

Berpirsa Ofîsa Mafên Mirovan a li Helebce Gulistan Mihemed daxwaza sekinandina şerê di navbera Îsraîl û Îranê de dike û dibêje: “Peyama me aştî ye û em dixwazin aştî pêk bê.”

MIHRÎBAN SELAM

Helebce- Şerê desthilatdaran û welatên hegemon her tim jin kirine hedef. Jin ji ber şer koçber û malwêran dibin, ji ber wê jî dema şer derdikevin her tim jin daxwaza aştiyên dikin û naxwazin ev rewş bidome.

Berpirsa Ofîsa Mafên Mirovan a li Helebce Gulistan Mihemed têkildarî peyama aştiyê û bi dawîanîna şerê di navbera Îsraîl û Îranê de ji ajansa mere axivî û diyar kir ku şerê di navbera Îsraîl û Îranê de mixabin parêzgeha Helebce, herêma Kurdistanê û her wiha Rojhilata Navîn bi xwe girtiye û şer di herêmê re derbas dibe û got: “Parêzgeha Helebce di şer û aloziyan re derbas dibe. Şer malan wêran dike, şer dirindeye heta ku gelek tune neke bi dawî nabe. Ji ber wê peyama me her tim aştî ye û em dixwazin di şer de aştî pêk were û serwer be.”

‘Bila êdî jin û zarok nebin qurbanên şer’

Gulistan Mihemed da zanîn ku hemû kes li dijî şer in û wiha got: “Em bang li Dadgeha Navnetewî, Netewên Yekbûyî û hikûmeta me dikin ku bila êdî jin, zarok û kes nebin qurbanê şer û êdî kes jiyana xwe ji dest nedin. Em naxwazin şer zirarê bide gelan û em şer naxwazin. Dema em li herêma Kurdistanê temaşe dikin, rewş ne aram e. Xelk ji vê rewşê bi fikar in û ditirsin. Derûniya hemû kesan têk çûye. Hem tirsa şerê navnetewî heye, hem jî şerê navxweyî. Em hemû hîs dikin ku şer ev bajar bixwe girtiye. Dema mirov diçe her malek jî, behsa vê rewşa siyasî dikin.”

‘Şer ji bo tu pirsgirêkan nabe çareserî’

Gulistan Mihemed di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Em hêvîdar in ku di demeke kin de dawî li şer were. Guftûgo û aştî li berçav bê girtin. Şer ji bo tu pirsgirêkan nabe çareserî. Em hêvîdar in ku çareseriyek çêbibe û rewş ber bi başbûnê ve biçe. Ji ber ku xelk di rewşek xirab de derbas dibin û divê hemwelatî bedêla şer nedin. Divê hikûmet gel biparêzin.”