‘Guherîna zagona Statuya Şexsî pêwîstiyek lezgîn e’
Aktivîsta mafên mirovan Najia Al-Barînî diyar kir ku ji bo mafê jinan guherîna zagona Statuya Şexsî pêwîstiyek lezgîn e û da zanîn ku divê rêxistinên civaka sivîl ji bo mafên jinan bixin bin temînatê rola xwe bilîzin.
ZOUHOUR MECHERGUÎ
Tûnis- Li Tûnisê ji serhildan ku di sala 2011’an de dest pê kirin ve heta niha qada siyasî hatiye guhertin, ligel qeyrana aborî zagona Statuya Şexsî ket rojevê, guherînên ku der barê jinan de hatine kirin, jinan xistin tevgerê. Jinên li Tûnisê dem bi dem der barê zagona Statuya Şexsî de di guherîna mafên jinan de daxwazên xwe nû dikin. Aktivîsta mafên mirovan Najia Al-Barînî der barê pirsa çima zagon were guhertin de ji ajansa me re nirxand kir.
Najia Al-Barînî diyar kir ku zagona Statuya Şexsî ya Tûnisê piştî welat di sala 1956’an de serxwebûna xwe qezenc kir, yek ji destkeftiyên der barê jinan de hatiye qebûlkirin e û wiha got: “Ji dema ku zagon ket meriyetê ve heta niha di qada jiyanê de jin bûn pêşeng. Zagonê jiyana jinan bi rêk û pêk kir, ji bo wê demê weke şoreşê bû.”
‘Ji bo mafên berfirehtir têkoşîn bû deriyê yekem’
Najia Al- Barînî da zanîn ku ji dema zagon derketiye ve heta niha ji bo jinên Tûnisê bûye destkeftiyek mezin û got: “Mafê bi ewle yê kurtajê û tundiya siyasî ya li dijî jinan jî di nav û ji her cureyê tundiyê diparêze ku welatên mezin di zagonkirina wê de bi ser neketin, yekem weke mewzuata Ereb tê qebûlkirin. Di heman demê de di qada navneteweyî de zagona li dijî tundiyê ku di asteke berfireh de bi memnûniyet tê pêşwazîkirin, ji bo mafên berfirehtir bû deriyê yekem ê berdewamiya têkoşînê.”
‘Ji bo jin sûdê ji mafê xwe bigrin guherîn pêwîst e’
Najia Al-Barînî destnîşan kir ku jinên Tûnisê xwedî li mafê xwe yê zagonî derdikevin, lê belê ji bo berfirehî û di rastiya wan de pêwîstî bi piştevaniyê heye û ev tişt got: “Ji ber wekheviya mîras, jin ji vê mafê sûd bigrin, divê di derberê gelek mafan de mijar li ber çavan were derbaskirin û were guhertin. Tevî hebûna zagonên giring, beşdariya jinan ya parlementoyê tê asteng kirin. Divê mijarê de Zagona hilbijartinê lewaztî qeyd kiriye, pêwîstî bi zagonek ku li sahê were pêkanîn heye.”
‘Her cure tundiya li dijî jinan berdewam dike’
Najia Al-Barînlî îşaret bi wê yekê kir ku jin di jiyana aborî de rastî cudakariyê tên û wiha domand: “Di hinek pîşeyan de hejmara jinan zêdetir e lê belê li gorî mêran bacê kêmtir digrin. Heta yên ku kar didin wan digrin kar û baca kêm didin û wan tercîhî wê ziyan û feydeya wê zêde bikin dikin.” Najia Al-Barînî amaje bi wê yekê kir ku her curê tundiya li dijî jinê tevî zagona hejmar 58’an berdewam dike wiha dom kir:
“Jin di civak û malbatê de tevî rola duyem dilîzîn, rastî tundiya di nava malê û civakê tên. Mixabin weke ku hemû hewldan nehatin teqdîrkirin, bi astengkirina xwegihandina mekanîzmayên biryardanê rola wan kêm dikin. Erkê wan ên di nava malbatê de xistina ser milê jinan, nayê qebulkirin, divê hemû erk di nava kesên malbatê de were parvekirin. Divê rêxistinên civaka sivîl jî divê mijarê de hişmendî ava bike, mewzûata heyî pêşbixwe û ji bo zagonên ku mafê jinan dixwe ewlehiyê de were pêkanîn divê rola xwe ya zextkirinê bilîzin. Hebûna mewzûatan têrê nake û karê bingehîn di pêkanîna van de xwe dibîne.”
Zextên civakî li pêşiya giliyê dibin asteng
Najia Al- Barînî da zanîn ku hinek jinên ku rastî tundiyê tên ji ber zextên civakê serî li cihên eleqeder nadin û wiha got: “Jinên ku ji aliyê hevjîn, bav û birayên xwe ve rastî tundiyê tên, ji ber tirsa wê mirovên wan werin darizandin û ji aliyê civakê ve rastî bertekan werin serî li darazê nadin. Mêr jî ji vê rewşê cesarete digrin pêkanîna tundiyê berdewam dike. Ev rewş jî rê li ber qetilkirina jinan bi awayên hovane vedike.”
‘Pêwîstî bi guherîna zîhniyetê heye’
Najia Al-Barînî diyar kir ku ji bo ji heqê vê çanda tundiya di nava civakê de were, pêwîstî bi guherîna zîhniyetê di civakê de ji bo vê jî divê perwerde were pêkanîn û got: “Li aliyê din beşdariya jinan di xebatên komele û sendikayan de, şikandina bêdengiyê, zexta mêrsalar û ji qirkirinê parastin û pêkanîna wekheviyê wê teşwiqî pêşxistinê bikin.”
Najia Al-Barînî bi bîrxist ku li welat piştî şoreşê di nava hemwelatiyan de der barê rewşa heyî de hêvî çênebûne û wiha got: “Di pêvajoyên hilbijartinê de, rêgeza wekheviyê bû zagon û beşdariya jinên diyar çavdêrî kirin. Lê piştî bidawîkirina vê zagonê beşdariya jinan di meclisên xwecihî û hilbijartinên parlamentoyê de kêm bû. Dirûşmên ku ji bo azadiyê jinên ciwanan li dîwaran nivîsîn, tenê di gotinê de man. Di meclisên xwecihî de rêjeya jinan kêm bû.”