Guherîna helwesta navneteweyî ya ji bo Sûriyeyê jinan dixe nava fikaran

Ji ber ku helwesta navneteweyî ya li dijî Colanî diguhere û feraseta radîkal a HTŞ’ê didome, fikarên jinên Sûriyeyî zêde dibin û difikirin ku azadiya civakê, cudahiyên çandî û olî di bin gefan de ne.

NÛR EL EHMED

Reqa – Piştî avakirina rêveberiyeke demkî ji aliyê Heyet Tehrîr El Şam (HTŞ) ve piştî hilweşandina rejîma Esed, di siyaseta Sûriyeyê de guhertinên girîng çêdibin. Ya herî berbiçav ji wan rakirina dorpêçên li ser Sûriyeyê bûn. Ev pêşbirk ji aliyê gelên Sûriyeyê ve bi germî hate pêşwazîkirin. Lêbelê, vê rewşê hin pirs jî derxist holê: Di berdêla çi de, Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ev dorpêç rakirin û çima Donald Trump bi Colanî yê cîhadîst re civiya?

Rêvebera Ofîsa Jinan a PYD’ê Fatma Muhammed, diyar kir ku van gavên Emrîkayê yekalî nînin, li pişt wan berjewendiyên siyasî hene. Her wiha diyar kir ku Colanî bi taybetî rastî zexta ji bo ku peymana Îbrahîm a bi Îsraîlê re li Sûriyeyê îmze bike, hatiye û rakirina ferzkirinan bi vê şertê ve hatiye girêdan.

Fatma Muhemmed, rakirina ferzkirinan weke gaveke erênî yê ji bo rewşa aborî ya Sûriyeyê nirxand û got ku piştî krîza Sûriyeyê binesaziyê zirar dîtiye, divê ji bo projeyên binesazî, pîşesazî û bazirganî, tavilê pere bê dayîn. Her wiha got ku lê di heman demê de rakirina van ferzkirinan tê wateya naskirina Colanî ya bi awayekî veşarî.

‘Naskirina HTŞ’ê ji bo aştî û ahenga civakî gefek e’

Fatma Muhemmed, destnîşan kir ku rakirina ferzkirinan rastî pêvajoyeke krîtîk hatiye û wiha domand: “Îro rewa tên dîtin. Tevî komkujiyên li Sûriyeyê û sûcên li herêmên peravê yên Sûriyeyê kirine, gotinên mezhebî yên li dijî Durziyan tên gotin. Bêyî ku feraseta wan biguhere bên naskirin, ev ji bo aştiya civakî ya Sûriyeyê û hebûna ol û mezheban gefek e.”

Li gorî Fatma Muhemmed ‘hikûmeta nû’, ji bo têkiliyên xwe yên derve bi hêz bike, dostaniyek ne ji dil û rûpoşeke demokrasiyê nîşan dide lê tiştên dike, bi temamî dijberî gotinên dibêje. Fatma wiha got: “Di demên dawî de li gelek bajarên Sûriyeyê çalakiyên ji bo şermezarkirina rêveberiya Colanî hatin lidarxistin. Ji ber komkujî, netewperestî û gotinên mezhebî, gel li dijî rêveberiya demkî ye. Ger Colanî dixwaze rêveberiya Sûriyeyê bike, divê pergaleke ku hemû beşên gel digre nava xwe ava bike.”

Li Sûriyeyê daxwaza federal û pergaleke nenavendî

Fatma Muhemmed wiha domand: “Li welat bi pêkanîna pergaleke federal û ne navendî, dê ev fikar bi dawî bibin. Bi vê yekê dê mafên hemû gelan bikevin bin temînatê û yekîtiya axa Sûriyeyê were parastin.”

Fatma Muhemmed da zanîn ku ji bo jinan jî feraseta hikûmeta heyî guncaw nîne û got: “Em jinên Sûriyeyî yên ji aliyên cuda, feraseta vederkirî ya vê hikûmetê li dijî jinan napejirînin. Ev rejîm ne azadiya jinan dipejirîne, ne jî rêzê nîşanî nasnameyên nijadî û olî dide. Jinên Sûriyeyî bi riya protesto û xwepêşandanan, li dijî vê rêveberiya ku rola wan bi sînor dike, nahêle nûnertiyê li parlementoyê bikin û di rêveberiya welat de cih bigrin derketin.”

Divê tecrubeya jinên li Bakur Rojhilatê Sûriyeye ji bo Sûriyeya nû bibe model

Fatma Muhemmed, diyar kir ku divê tecrubeya jinan a li Bakur Rojhilatê Sûriyeyê, bi taybetî ji aliyê rola jinan a di rêveberiyê de mînak were girtin û wiha bi dawî kir: “Jin bi saya Reveberiya Xweser a Bakur Rojhilatê Sûriyeyê bûn xwedî mafên siyasî, civakî û aborî. Bi mêran re di asteke wekhev de ne. Divê em vê tecrubeyê ji bo peşeroja Sûriyeyê wek model bibînin.”