Gravên wek Epstein- Şîrove

Bazirganiya bi zarok û jinan di tarîtiya cîhana sermeyader de di van rojan de li Girava Epsteîn tê bihîstin ku bi dirêjahiya salên borî bi hezaran jin û zarok tê de rastî destdirêjiyê hatine û piştre hatine kuştin.

LAVE KURDE

Navenda Nûçeyan-
Tundiya zayendî di gelek civakan de, ji ber normalbûna tundiya zayendî ji nû ve wek diyardeyek belav bibe. Ev diyarde gelek caran wek ‘çanda destrêjiyê’ tê pênasekirin. Ev qada êrîşên zayendî kêm dike, wê rewa dike, hincetan jê re ava dike û an jî ji nedîtîve tê û bi nêzîkatiyên çandî û sazîbûnê diparêzin. Ev jî rê li ber domandina bêceza hiştinê vedike. Zagonên bê cezatî û cûdakariyê yên li dijî jinan, rê li ber rewakirina êrîşên zayendî li dijî jin û zarokan vekiriye. Yek ji mînaka vê, guherîna zagona Rewşa Kesane ya di sala 2025’an de li Iraqê hat rojevê bû. Ev guherîn destûr dide ku zarokên keç ji 9 salî û pê ve werin zewicandin. Hinek malbat beramberî pereyan zarokên xwe didin mêrên sermiyan. Heta bazirganên zarokên tên Iraqê û zarokan ji malbatên wan dikirin û dibin derveyî welat û piştre jî bazirganiya xwe didomînin.
Faktorên bingehîn ên belavbûna tundiya zayendî ev in: zimanê dijminê jinan, normalkirina tundiya zayendî ya bi rêya amûrkirina bedena jinê, pergalên mêrsalarên desthilat, bi piranî civak li ser dînamîkên hêza newekhev û serdestiya mêr tên bikaraîn û jinan wek amûrek zayendî ya mêran dibînin. Faktorek din jî gelek caran sûc di şûna kiryar de dikeve stûyê jina mexdûr. Mînak cil û nêzîkatiyên wê tên lêpirsînkirin. Di heman demê de beşek girîng a êrîşên zayendî, nayê raporkirin. Yên tên raporkirin jî gelek kêm ji wan bi ceza bi encam dibin. Lêkolîn nîşan didin ku tenê beşek biçûk a êrîşên zayendî rê li ber cezakirinê vekirine. Ev jî baweriyên ku kiryar bi encaman re hevrû nebe, bi hêz dike.

Normalkirina tundiya zayendî: Mînaka Epsteîn

Wezareta Dadê ya Emrîkayê, gelek belgeyên derbarê Jeffrey Epsteîn ku hikumxwar e de weşand. Di van belgeyan de gelek sûcên hovane yên di girava mijara nûçeyê de, têkiliyên serokên dewletan, hunermend, sermayedar û hinek kesên din, cih digre. Ev dosyayên ku belegeyên wêne, dîmen û lêpirsînan digrin nava xwe, piştî derxistina zagonek ku dihat pêşbînîkirin ku Kongre bi temamî di 19’ê Çileyê de eşkere bike, bi bendewariyek mezin li bendê bûn.
Li bendê bûn ku Epsteîn, bi sûcdariyên bazirganiya zarokan û destdirêjiyên li hember zarokan bê darizandin, di 10’ê Tebaxa 2019’an de di hucreyek Girtîgeha New Yorkê mir.
Di nava belgeyên ku heta niha hatin weşandin de, e- postayên ku behsa 10 hevkarên dosyaya Epsteîn û tê payîn ku di sala 2019’an de di nava xebatkarên FBI de hatine şandin heye. Ji zagona eşkerekirinê ku par ji aliyê Wezareta Parastina DYE’yê ve hat fermîkirin, heta niha bi milyonan dosyayên girêdayî Epsteîn hatin weşandin. Di nava vana de 3 milyon pelên belge, 180 hezar wêne û 2 hezar dîmenên ku di 30’ê Çileyê de hatin weşandin cih digre.
Parêzvanên mexdûrên Epsteîn, ragihand ku kêmaniyên di dosya û manipulasyonan de jiyana 100 kesên sax mane tevlihev kiriye. Di belgeyên hatin eşkerekirin de, navên mexdûran, adresên e-posta ku rûyên wan derdixe û wêneyên tazî cih digre. Li hember vê yekê, yên ku sax mane daxuyanî weşandin û vê rewşê wek ‘hêrsdayînê’ binav kirin. Her wiha diyar kirin ku naxwazin navên wan werin aşkerakirin, zextên lêpirsîna nû û cara duyem travmatîze neyên kirin.

Kapîtalîzm: Dijminê destpêkê yê edaletê

Ev sûcên hovane, bi awayek eşkere nîşan da ku serwet û kiryar çawa ji edaletê hatine parastin. Ev rewş, rê li ber nîqaşek berfireh a di kar û barê pergela edaletê de vekir. Ev ji aliyê civakê ve hate lêpirsînkirin ku, pergala desthilatê di bingeh de xizmetê ji xwediyê desthilatê re dike û ji bo pêkanîna wekhev a zagonê mîsoger bike, pêdivî bi reformên sîstematîk heye an na kir.
Pergala kapîtalîst ku hedef dike ku jin û zarokan bike amûr, dixwaze civakê jî di vê hedefê de dorpêç bike. Ev pergala ku bala xwe daye ser berjewendiyên xwe yên têrkirinê, bi taybetî çavê xwe kiriye destdirêjiya zarokan. Armanca vê pergala ku dinyayê birê ve dibe, normalkirina van sûcan a di civakê de û êdî derxistina ji tiştek veşatî ye.
Modernîteya kapîtalîst ku xwe bi gotinên azadî, pêşxistin û mafên mirovan bazar dike, di bingeh de xizmetê ji berjewendiyên sermaye û beşan re dike. Sûcên Epsteîn, kar û barê mercekek ku em van pirsgirêkên civakî ên berfireh bibînin dike. Newekheviya serwetê, netewperestî û newekheviya serwetê mîna ku hemû newekheviyên din xwedî dike.

Giravên wek Epsteîn: Aşkera û normalkirî

Li cadeya Walking Street a li herêma Pattaya ya Taylandê, endustriya ‘tûrîzma seksê’ ku wek perçeyek aboriya bajar e, heye. Her çend ev bazirganîli Taylandê der qanûnî be jî, lêkolîn nişan dide ku herêm di asta navneteweyî de bi vê diyardeyê tê nasîn û geştiyarên ku li mêtîngeriya zayendî digerin, dikşîne nav xwe.

Şahidiya Rojnamevanên jin ên Kurd

Cadeya mijara gotinê, li bajarê Pattaya yê Taylandê li herêma lampeya sor e û qada kêfê ye. Hem biyaniyan, hem jî Taylandiyan ji bo jiyana şevê dikşîne nav xwe. Geştiyar dikarin gelek pêşandanên zayendî temaşe bikin. Di Cotmeha 2025’an de dema komek ji rojnamevanên jin ên başûrê Kurdistanê serdana giravê kirin û jin çawa bûne mijara bazirganiyê, bi çavên xwe dîtin.
Li gorî raporên pê bawer, zarokên di navbera 6-7 salî de, li Walking Street di firotina gulan an jî parsekî de tên bikaranîn, ji geştiyaran sempatî kom dikin û wisa dike ku pere qezenc bikin û zarok tên tirsandin.
Di sala 2025’an de polîsên Taylandê, operasyonek bi serkeftî ku şebekeyek bazirganiya mirovan li kolanê dikir hilweşand, pêk anî. 9 zarok hatin rizgarkirin û gumanbar hatin binçavkirin. Tevî vê jî li kolanan destavêtin û bazirganiya zarokan didome. Li beramberî hewldanên fermî pêwîstî bi pêkanîna zagonên hişktir heye. Ev diyarde li hinek cihên geştiyarî yên Taylandê ji ber xizanî, bazirganiya derqanûnî û pergala kapîtalîst van zarokan ji nedîtî ve tê belav bûye.

Girava Pîtcaîrn

Giravên Pîtcaîrn ku li Pasîfîka Başûr a girêdayî xaka  aliyê deryayê yê Brîtanyayê, di sala 2004’an de bi dozek ku navê ‘operasyona bêhempa’ bû rojev. Ev doz, destdirêjiya demdirêj a li ser zarokên keç ku di bin temenê zagonî de ne, derxist holê. Bûyer beşek girîng a nifûsa kurên biçûk girt nava xwe û li vê derê bal kişand ser pirsgirêkên navnetewî yên sîstematîk.        
Di nava Zelandaya Nû û Perûyê de, ev girava ku di nava nîvê dinyayê de dihat hesibandin, bi dehan sal, têkiliya zayendî ya bi zarokên ne xama re wek nêzîkatiyek kavneşop û dihat pejirandin, dihate dîtin. Di sala 1999’an de dema ku polîsek serdana giravê kir û rewş tesbît kir, rê li ber destpêkirina lêpirsînek mezin vekir.

Girava Galler

Di giravek geştiyar li peravên Gallerê, mêrên oldar 40 salan destdirêjiyê li zarokan kirin. Tevî ku bi caran giliyên mexdûran çêbûn û di bin ‘çavdêriya aşkera’ de xebat hatin kirin jî, lêpirsînek serbixwe bê encam ma. Rojnameya Brîtanya The Guardian, di 2017’an de raxist ber çavan ku kiryar di dawiya 1940’an de hatiye giravê, serdanvan û gelê herêmê hedef girtiye, di sala 1992’an de beriya ku bimire nehatiye darizandin û li giravê mexdûrên din ên destdirêjiyê dijîn.

Zagona Rewşa Kesane ya Iraqê û rê vekirina ji bo destdirêjiya zarokan

Meclîsa Nûnertiya Iraqê di 21’ê Çileya 2025’an de, guherîna zagona Rewşa kesane erê kir. Ev guherîn di hundir û derveyî welat de rê li ber bertekên mezin vekir. Ev mijara bi nîqaş, li gorî zagonê destûr tê dayîn ku zarokên keç û kur bên zewicandin.
Ev guherîna zagonê mafê jin û zarokan binpê dike, di pêşerojê de tê payîn ku encamên giran ên wek bazirganiya zarokan bi xwe re bîne. Hinek malbatên xizan, zarokên xwe yên keç li beramberî hinek pere didin mêrên sermiyan. Bazirganên zarokan jî ji hundirê Iraqê û derve di bin navê ‘zewacê’ de zarokên keç dikirin û dibin derveyî welat û destdirêjî li wan dikin.
Li gorî parêzerên jin, piştî ev zagon hatiye erêkirin, li wîlayetên cûda yên Iraqê gelek jin hatine revandin û bi hêviya jiyanek bi aram bijîn xwe spartina bajarên Başûrê Kurdistanê. Lê belê ji ber kêmbûna derfetên kar û cihên bicihbûnê, ev jin dîsa rû birûyî destdirêjî û xeteriya gefê dibin, yên ku pirsgrêkên wan ên debarê heye ber bi karên nayê xwestin û xeter ve dibin.