Girtiyên jin ên Girtîgeha Evînê bi veşartî hatin veguheztin
Piştî êrîşa hewayî ya Îsrailê ya li dijî Girtîgeha Evînê ya li Tehranê, jinên girtî bêyî agahiya malbatên xwe sirgûnî Girtîgeha Karçakê hatin kirin. Tê gotin ku girtî di şert û mercên dijîmirovî de tên girtin û nikarin bi malbatên xwe re têkilî deynîn.

Navenda Nûçeyan – Li Îranê di çarçoveya zêdebûna zextên bipergalî yên li dijî girtiyên jin ên siyasî de, di şevê 24’ê Hezîranê de bi dehan jin bêyî agahiya malbatên xwe, bi awayekî li dijî mafên bingehîn ên mirovî û qanûnî ji Girtîgeha Evinê sirgûnê Girtîgeha Karçakê ya li Varaminê hatin kirin.
Girtîgeha Evînê bû hedefa êrîşa hewayî ya Îsraîlê
Di êrîşên hêzên hewayî yên Îsraîlê ya li dijî Tehranê de Girtîgeha Evînê hate hedef girtin. Êrîş di seatên hevdîtinên malbatê de pêkhat. Avahiya îdarî, derî, beşa lezgin, metbex û salona hevdîtinê bi giranî zirar dît. Li gorî ajansên fermi yên Îranê, pişt çend seatan ragihandin ku çend leşker û memûr jiyana xwe ji dest dane, lê tu hûrgiliyên bûyerê nedan.
Sendîkaya Mamosteyan jî, di daxuyaniya xwe de diyar kir gelek leşkerên li girtîgehê erkdar, hinek girtiyên bi sûcên malî û sivîlên hatine dozgerê hatine qetilkirin. Lêbelê hejmarek teqez nehat parvekirin.
Rojnameya Ham Mihan jî cih da gotinên hemwelata binavê Mîna Caferzadê û ragihand ku hevjinê wê ji xwişka xwe ya ku di dema êrîşê de ji bo karûbarên destûrê çûyê Girtîgeha Evînê agahî nagre.
Girtiyên jin nîvê şevê di şert û mercên xirab de hatin veguheztin
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin girtiyên jin di seatên şevê de bi awayekî dest û piyê wan kelemçe kirî ji bo Girtîgeha Karçakê hatinê sewk kirin. Her wiha destûr nehatiye dayîn ku girtî eşyayên xwe yên taybet jî bigrin. Jinan ji bo qadekî ku klîma, av, sarinc û xwarin nîne hatine sirgûn kirin.
Qedexeya telefonê didome
Malbatên girtiyan ên diyar kirin piştî sirgûnê vir ve bi tu awayî agahî ji xizmên xwe nagrin, rêveberiya girtîgehê jî bersîv nade pirsan. Ev rewş him li dijî qanûnan û him jî li dijî mafên bingehîn ên mirovî ne û li ser girtî û malbatên wan zextek derûnî avadike. Hin girtiyên girtîgeha Evînê daxuyaniyek hevpar parvekirin û wiha gotin:
"Revîra girtîgehê bi temamî hilweşiya. Ji bo dermankirina birîndaran tu derfetên bingehîn nîne. Rayedaran birîndaran sewkî derva nakin, birîndaran di rewşa xwe de dihêlin. Hêzên ewlehiyê û gardiyanan li cihê ku alîkarî bikin, zextên heyî zêdetir kirin. Gef, tirsandin û hêlandin piştî êrişê zêdetir bûn. Ne cihekî ku em ji êrîşê birevin hebû û ne jî rêyekî em ji vê tundiya ku bisalane rûmeta binpêdike birevîn hebû… Em ji gel, malbat û hemû kesên xwedî wijdan dixwazin bêdeng nebin û li ber Girtîgeha Evînê kom bibin û jiyana xwe rizgar bikin.”
Şert û mercên dijîmirovî ya Gîrtîgeha Karçakê
Akademîsyenê Îngîlîz-Awistralyayî Kylie Moore-Gilbert a berê li Îranê girtî ma, li ser medyaya dîjîtal bersiv da parvekirina girtiya siyasî Sepîdeh Gholîan û wiha got:
“Hatiye tecrûme kirin: Hola werzîşê ya Girtîgeha Karçak basketbolgeh e, di esasê de holekî ya basketbolê ye. Ji bo jiyankirina mirovan ne guncaw e. Ne îzolasyon heye û ne jî tualet. Çûçik û heywanên din hertim tên hundir û qirêj dikin.”
Sepîdeh Gholian, di parvekirina xwe ya berê de, diyar kir ku girtî ji bo hola werzîşê hatine sewk kirin û wiha nivîsandibû:
"Em li vir man; Li qawîşa jinan a Girtîgeha Evînê du girtiyên mehkûmê darvekirinê hene. Yek di qonaxa înfazê de ye, ya din jî li benda encamê ye. Wan ji bîr nekin."
Berteka navneteweyî
Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî jî têkildarî êrîşê vê daxuyaniyê da: “Dimen û raporên têkildarî êrîşa li dijî Girtîgeha Evinê ku girtîyên siyasî û parastvanên mafê mirovî jî di nav de sedan kes tên girtin, gelek metirsîdar in. Li gorî hiqûqa mafên mirovî ya navneteweyî de, bizanebûn bombebarankirina cihên sivîl qedexeye û ev yek sûcê şer e.”
Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî, herî dawiya wiha got:
“Rayedarên Îranî, divê demil dest hemû kesên li dijî bendên mafên mirovan tên girtin berde, girtiyên mayî ji girtîgehên xeter tehliye bike û divê hêzên ewlekariyê ya girtîgehê li dijî girtiyan rêbazên bi çek û zext bikarneyne.”