Girtiya nexweş Newroz Bozkurt rakirin nexweşxaneyê

Newroz Bozkurt ku girtiyeke bi nexweşiya losemiyê ketiye û li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Sincanê ya li Enqereyê tê ragirtin, piştî ku ket tayê û ji ser hişê xwe çû, rakirin nexweşxaneyê.

Navenda Nûçeyan – Newroz Bozkurt ku bi nexweşiya Losemiya Lîmfosîtîk a Kronîk (CLL) re têdikoşe, di 14’ê Mijdara 2026’an de piştî ku rewşa wê xirab bû, rakirin Nexweşxaneya Bajêr a Etlikê.

Newroz Bozkurt ku ji Çileya 1999’an ve girtî ye, nexweş e. Di meha Hezîranê de teşhîsa losemiyê lê  hat danîn.

Hat ragihandin ku Newroz Bozkurt berê jî di Kanûna 2025’an de biribûn Nexweşxaneya Bajêr a Etlikê. Her çend di wê demê de di encama kontrolên bijîşkî de derket holê ku hejmara şaneyên xwînê kêm e jî, ti destwerdanek nehat kirin. Ji ber vê yekê, parêzerên wê li bijîşkê navborî gilî kirin.