Girtiya nexweş Hatîce Onaran hate berdan

Hat ragihandin ku girtiya nexweş û parêzvana mafên mirovan Hatîce Onaran, hatiye berdan.

Navenda Nûçeyan – Hat ragihandin der barê girtiya nexweş û parêzvana mafên mirovan Hatice Onaran ku Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ji bo paşxistina înfaza wê serlêdan kiribû de, biryara taloqkirina 6 mehan a cezayê hatiye dayîn.

Hatîce Onaran ji Girtîgeha Gebzeyê hate berdan. Hevserokê ÎHD’ê Cîhan Aydin, di parvekirina xwe ya li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal de, wiha got: "Cezayê hevala me Hatîce Onaran 6 mehan hat taloqkirin û niha hat berdan. Em daxwaza xwe ya demil dest berdana hemû girtiyên nexweş carek din dubare dikin."