‘Girtina înternetê li Afganistan û Îranê derbeyek giran e ji bo jinan’
Zoya Noora Afgan diyar kir ku dema înternet li Afganistan û Îranê qut dibe, bi taybetî jin di bin bandorek wê ya xirab de dimînin û got “Jinan ji perwerdehiya serhêl, karsaziyên li malê û ragihandina bi cîhana derve re, bêpar dikin.”
BAHARAN LAHÎB
Kabîl- Li Afganistanê ji bo gelek welatiyan girtina înternetê ya bi qasî 72 demjimêran ne tenê pirsgirêkek teknîkî bû, di heman demê de tê wateya girtina kanalên dawîn ên ragihandina bi cîhana derve re jî. Ev nûçe, perspektîfa keçek Afganî ya bi navê Zoya Noor nîşan dide. Keçek ku girtina înternetê ne tenê wekî astengiyek, di heman demê de wek derbeyek kûr a psîkolojîk, perwerdehî û civakî jî dibîne.
Zoya Noor destnîşan kir ku li welatekî ku jin ji perwerdehiya rû bi rû, xebata li derveyî malê û hebûna civakî ya berfireh bêpar in, înternet tenê rêya nefesgirtinê bûye. Bi raya wê, dema ku înternet tê qutkirin, jin careke din di çar dîwarên malên xwe de asê dimînin û heta wê pêwendiya virtual jî winda dikin. Zoya ragihand ku ji bo gelek keçan perwerdehiya serhêl şansê dawî bûye ku hîn bibin û wiha domand: “Dersên ziman, qursên zanistê, zanîngeh û ragihandin bi profesoran re hemû bi rêya înternetê gengaz in. Qutkirina înternetê tê wateya rawestandina bi tevahî ya vê rêyê.”
‘Li herdû welatan jî mexdurên yekem ên qutbûna înternetê jin in’
Zoya Noor rewşa li Afganistanê bi qutbûna înternetê ya li Îranê re berawird kir kir. Zoya bi bîr xist ku li Îranê jî, di dema xwepêşandanan de înternet bi berfirehî qut bûye û çalakvanên jin, rojnamevan û xwendekar bi sînorkirinên ragihandinê yên giran re rû bi rû mane. Zoya wiha got: “Ez bawer dikim ku li her du welatan, qurbaniyên yekem ên qutbûna înternetê jin in, ji ber ku jin ji mêran bêtir xwe dispêrin înternetê da ku dengê xwe derxin û ezmûnên xwe vebêjin. Dema ku ev cîh tê girtin, dengê wan jî tê bêdengkirin."
‘Ev zirara aborî rasterast bandorê li ser serxwebûna darayî ya jinan dike’
Zoya destnîşan kir ku li Afganistanê gelek karsazên jin ên biçûk, bi firotina hunerên destan an jî pêşkêşkirina karûbarên perwerdehiyê yên serhêl pere qezenc kirine û wiha domand: “Qutbûna înternetê vê çavkaniya dahatê jî ji holê radike û girêdayîbûna wan a aborî zêde dike. Li Îranê, gelek jinan bi rêya torên civakî karsaziyên malê ava kiribûn û bi her sînorkirina înternetê, êş kişandin. Ev zirara aborî rasterast bandorê li ser serxwebûna darayî ya jinan dike. Înternet ne tenê amûrek ji bo şahiyê, di heman demê de amûrek hişyariyê ye jî. Di rewşek ku medyaya fermî sînordar e de, jin bi rêya înternetê gihîştina nûçe, analîz û ezmûnên jinên li welatên din, bidest dixin.”
‘Girtinên înternetê li Afganistanê pirî caran bi atmosferek tirsê re tên’
Zoya anî ziman ku dema înternet tê girtin, hesta tecrîdê zêde dibe û ragihand ku ji bo keçek ku nahêlin here zanîngehê û derfeta xebatê li derve winda kiriye, înternet tenê pencereya hêviyê ye. Zoya diyar kir ku girtinên înternetê li Afganistanê pirî caran bi atmosferek tirsê re tên û sedema vê fikara xwe bi van gotinan anî ziman: “Mirov nizanin çi diqewime û çima ragihandin ji nişka ve hatine girtin. Ez rewşa li Îranê jî wekî hev dibînim. Di dema nearamiyê de, girtina înternetê rê li ber veguhestina wêne û vegotinan a li derveyî welêt girt. Ez bawer dikim ku ev wekhevî nîşan dide ku înternet di her du civakan de bûye amûrek ji bo kontrolkirina vegotinan. Jinên li her du welatan bi sînorkirinên qanûnî û civakî re rû bi rû ne û înternet wekî cîhek nefesgirtinê tevdigere. Qutkirina vê derê, mîna girtina deriyê hewayê ye. Ji bo min bi xwe, qutkirina înternetê tê wateya windakirina têkiliyê bi heval, profesor û heta malbatên dûr re. Ev qutbûn hesta tenêtiyê kûrtir dike.”
‘Ne tenê bandorê li takekesan, di heman demê de li pêşeroja nifşekî jî dike’
Zoya Noor di dawiya nirxandina xwe de wiha got: “Di civakek ku azadiya axaftinê tê de sînordar e de, înternetê derfeta nivîsandin û xweîfadekirinê bêyî navbeynkaran peyda kiriye. Girtina wê tê wateya vegera bêdengiyek bi zorê. Bi her girtina înternetê re, jinên Afganî û Îranî çend gavên din li paş pêşbirka zanistî ya cîhanî dikevin. Ev paşketin ne tenê bandorê li takekesan, di heman demê de li pêşeroja nifşekî jî dike. Ez qutkirina înternetê wekî amûrek dibînim ku herî zêde zirarê dide jinan. Ji ber ku ew ji her kesî bêtir ji bo perwerde, kar, hevgirtin û xweîfadekirinê hewceyî vê amûrê ne. Berawirdkirina Afganistan û Îranê, ji perspektîfa wê, nîşan dide ku li her deverê ku înternet dadikeve, yekem dengê ku winda dibe, dengê jinan e.”