‘Ger tiştek were serê min berpirsyar rêveberiya girtîgehê ye’
Sîdar Varlu ya li Girtîgeha Jinan a Ezirganê girtiye, diyar kir ku ew rastî şîdeta fizîkî û derûnê tê û di axaftina telefonê ya bi dayika xwe re got: “Ger tiştek were serê min berpirsyar rêveberiya girtîgehê ye.”
![](https://jinhaagency1.com/uploads/ku/articles/2025/02/20250211-sidar-varlu-3-jpg2217b7-image.jpg)
MEDÎNE MAMEDOGLU
Amed – Sîdar Varlu, li Nisêbîna Mêrdînê, di sala 2016’an de dema ku 16 salî bû hat binçavkirin û girtin, diyar kir ku li Girtîgeha Jinan a Ezirganê şîdeta fizîkî û derûnî dibîne. Sîdar Varlu di axaftina bi telefonê de ji dayika xwe Hewa Varlu re got: “Ger tiştek were serê min, berpirsyar rêveberiya girtîgehê ye.”
Sîdar Varlu ji doza ku dihat darizandin 22 sal ceza girtiye, beriya 3 mehan ji Girtîgeha Xarpêtê sewqê Girtîgeha Ezirganê hat kirin. Sîdar Varlu ya ku mehek di hucreyê de ma, diyar kir ku dema wê birine koxuşê rastî şîdeta fizîkî û derûnê hatiye wê derb kirine.
‘Bi mirinê gefê lê dixwin’
Dayika Sîdar Varlu, Hava Varlu got ku ku keça wê ji aliyê gardiyanan ve hatiye derbkirin. Hava Varlu behsa axaftina bi telefonê cara dawî bi keça xwe re kir û got: “Keça min got ku gardiyanan hem şîdeta derûnî hem jî fizîkî lê kirine. Niha bi tenê di odeyek de dimîne. Dema wê girtine odeya bi tenê jê re gotine; ‘tuyê bibînî hê dê çi were serê te.’ Sîdar dema li min geriya got ku ger tiştek nexweş were serê wê berpirsyar rêveberiya girtîgehê ye. Diyar kir ku peywirdarên girtîgehê her dem gefan lê dixwin.”
Pirsgirêkên wê yên tendirustiyê hene
Hava Varlu diyar kir ku pirsgirêkên tendirustiyê yên keça wê hene û nayê dermankirin û wiha domand: “Di goştê diran de kîst çêbûye. Ji bo dermankirinên hemû diranên wê kişandin. Tenê diranên wê yên pêşîn hene, nikare xwarinê bixwe. Di xwîna wê de enfeksiyon heye lê wê nabin nexweşxaneyê. dema li girtîgehê geriyam min rewşa wê got ji min re gotin ‘na me randevûya wê girtiye’ lê hê jî wê nebirine nexweşxaneyê. Tenê êşbiran didinê.”
Hava Varlu, ji bo keça xwe bang li saziyên mafên mirovan kir û got: “Li girtîgehan her roj mirov mexdûr dibin. Divê ev yek bi dawî bibe.”