Ger tiştek hebe em pîroz bikin, ew jî hêza me ya ji bo guhertinê ye

Pêdiviya jinên cîhanê bi îradeyek siyasî, bi zagonên ku jinên kedkar û mafên wan diparêzin, bi piştevaniya tevgerên jinan ên ku têdikoşin heye. Ger tiştek hebe em pîroz bikin, ew jî hêza me ya ji bo guhertinê ye.

HENAN HARÎT

Ez çavên xwe bi dengê keça xwe Emîra vedikim. Ew bi dengekî nizm ji min re dibêje îro em ê li malê bimînin? Dibistan tuneye, ne wisa? Ez wê hembêz dikim û jê re dibêjim: "Rast e, îro Şemî ye betlaneya te ye. Ew jî ji min re dibêje temam wê demê tu yê jî li malê bimînî. Ez bi ken radibim ku karê malê bi lez bi dawî bikim û dest bi xebatên xwe bikim.

Roja min di navbera raporên ku ez dinivîsînim, karê malê û daxwazên bêdawî yên Emîra de derbas dibe. Îro 8'ê Adarê ye Roja Jinan a Cîhanê ye. Roja ku ji bo sembola têkoşînê hat afirandin. Di sala 1908'an de jinên ku di kargehên tekstîlê yên New Yorkê de dixebitîn ji bo mafên xwe serî hildan. Ew roj ne roja gul û diyariyan bû. Ew bû kêliyek nerazîbûn û dengvedana li dijî neheqiyê û îro piştî zêdetirî sedsalek, hê jî gelek jin di şert û mercên ji wê demê ne cudatir de dijîn.

Ez pîrozbahiyên li ser ‘hêza jinê’ û ‘girîngiya wan a di warê avakirina civakê de’ digrim. Ez bi henekî dibişirim û meraq dikim dipirsim: Ma ev hevok dê çend saetan rehetiyê bidin min? Ma ew ê rastiya jinên ku ez bi raporên xwe dizanim biguherîne?

Jinên ku beriya hilatina rojê berê xwe didin nava zeviyan tên ber çavên min

Ez Ayşe jina 40 salî ya ku min di dema amadekirina raporekê li ser jinên cotkar de nas kir, tê bîra min. Beriya roj derkeve ji xew radibe, diçe zeviyan û bi saetên dirêj dixebite. Ew mûçeyek ku rojane ji 50 dîrheman derbas nabe, distîne. Dema min jê pirsî; hûn roja jinan pîroz dikin an na, wê bi şaşwazî bersiv da, "Gelo cejn heye? Ez tenê ji bo xwarina zarokên xwe dixebitim. Cejn ew roja ku ez bêhna xwe vedim e."

Ayşe ne mînakek bi tenê ye, gelek jinên ku di çandiniyê de dixebitin hê jî di warê mûçe û şert û mercên xebatê de bi zehmetiyên mezin re rû bi rû dimînin.

‘Dema min tuneye li ser vê rojê bifikirim’

Fewziyê jî karkera paqijiyê ye, rojane ji cihekî dûr tê cihê kar ji bo ku ofîsan paqij bike. Dema min 8'ê Adarê jê pirsî, wê bi ken bersiva min da "Dema min nîn e li ser vê rojê bifikirim, ew rojek normal e. Divê ji bo bikaribim bijîm bixebitim."

Rast e daneyên kedkarên jin di qada paqijiyê de li Mexribê tuneye, lê Fawziye yek ji wan jinan e ku pêdiviya wan bêhtir bi naskirin û rêzgirtinê heye, kar dike.

Ez Fetîhayê jî ji bîr nakim, dema ku min raporek xwe amade dikir, pê re hevdîtin pêk aniye. Fetîha ji kargeha ku bi salan tê de dixebitî bê bedêl ji kar hat avêtin. Ew neçar maye ji bo debara xwe bike, li kolanan nan bifroşe. Fetîha bi dengekî xemgîn ji min re digot: "Tiştê ku ez dixwazim ew banê mala min hilneweşe, ji ber ku cihekî min ê din tuneye ez biçim." Fetîha nûnertiya gelek jinên Mexribê yên ku di qada ne fermî de pirsgirêkan dijîn û di şert û mercên dijwar û ne aram de dixebitin, dike.

Ma derbaskirina wê rojê bi axaftin semîner û kulîlkan bes e?

Dema ku ez rapora xwe dinvîsim ev çîrok di hişê min de derbas dibin. Ez difikirim: Pîrozkirina Roja Jinan tê çi wateyê ger Ayşe, Fewziyê, Fetîha û gelek jinên din ên ku tu guhertinê hîs nekin? Ma derbaskirina wê rojê bi axaftin, semîner û kulîlkan bes e, gelo di vê serdema ku paşguhkirin û îstîsmar di jiyana jinan a rojane de hê jî berdewam dike?

Pîrozkirina rast a roja jinan ne bi gotin û dengê bilind, bi guhertinên berbiçav çêdibe. Pêdiviya me bi siyasetên ku parastina jinên kedkar ên di qadên nefermî de dixebitin, bi zagonên ku edaletê ji jinan re misoger dikin û bi naskirina rola jinan a di avakirina civakê de heye.

Gava ku ez li keça xwe Emîra ya rûniştî temaşe dikim, dibînim ku li ser kaxezek spî dilekî biçûk xêz dike, serê xwe radike û dikene destê xwe dirêj dike û bi serbilindî dibêje: "Ev ji bo te ye, ji ber ku tu dayikek pir baş î!” Ez dixwazim ji wê re cîhanek baştir bihêlim, cîhanek ku keç, jin û zarokên me hewcedarên rojeke taybetî nebin da ku mafên xwe nas bikin.

Ger tiştek hebe em pîroz bikin, ew jî hêza me ya ji bo guhertinê ye

Dem ne li aliyê me ye, ne bes e ku sal bi sal heman pirsê bikin. Pêdiviya me bi îradeyeke siyasî, bi zagonên ku jinên kedkar û mafên wan diparêzin, bi piştevaniya tevgerên femînîst ên ku ji bo pêşxistina rewşa jinan têdikoşin, heye. Ger tiştek hebe em pîroz bikin, ew jî hêza me ya ji bo guhertinê ye. Wê demê em dikarin bêjin em bi rastî 8'ê Adarê pîroz dikin.