‘Gelo dijminatiya jinan çima ewqas eşkere bûye?
MARIA KARMI
Li Luristanê, sê jinên ciwan dawî li jiyana xwe anîn. Lê belê beriya ku raya giştî dest bi nîqaşkirina sedemên vê trajediyê bike, dîmenên wan ên taybet li ser kanalek Telegramê hatin weşandin. Li Hindistanê vîdyoyên êrîşên girseyî yên li ser jinan bi milyonan car tên temaşekirin û li ser platformên medyaya dîjîtal dibin malên bazirganiyê.
Di heman demê de jinên ku li Delhiyê beşdarî xwepêşandanên Jantar Mantar dibin, bi pêleke tund a tundiya serhêl ku ji gefên mirin û tecawizê bigre heta parvekirina agahiyên kesane yên wekî hejmarên telefonê, navnîşanên malê û agahdariya malbatê re rûbirû dimînin.
Ev yek ji hev cudatir nîn in. Pirsa rast ev e: Gelo çima dema ku beden, deng an jî hebûna jinek di qada giştî de xuyatir dibe, pêla tundiyê derdikeve holê?
Qada dîjîtal tundiyê zûtir belav dike
Sosyologa Brîtanî Sylvîa Walby, di teoriya xwe ya "avahiyên baviksalar" de diyar dike ku baviksalarî ne tenê ji baweriyên takekesî pêk tê; ev torekî pergalên civakî, aborî, çandî, medyayî û siyasî ye ku newekheviya di navbera jin û mêran de ji nû ve ava dike. Li gorî wê, malbat, bazara kar, dewlet, medya û heta tundî hemû beşên vê pergalê ne û bi hev re ew berdewamiya serdestiya li ser jinan misoger dikin. Li gorî vê teoriyê, tundiya serhêl a li dijî jinan ne tenê tevgera çend bikarhênerên nenas e, ev yek berdewamiya heman avahiyê ku di cîhana rast de bedena jinan wekî tiştên kontrol, darizandin û cezakirinê dibîne. Qada dîjîtal tenê tundiyê zûtir, berfirehtir û erzantir kiriye.
Di salên dawî de jin bêhtir li ser mafên xwe diaxivin, ezmûnên xwe yên tundiyê parve dikin û di warên civakî û siyasî de bêhtir xuya dibin. Lê belê ev xuyabûn di hinek beşên pergalên baviksalar de bertekek jî derxistiye holê. Lêkolîner, vê yekê wekî "bertekek baviksalar" bi nav dikin ango rewşeke ku her gava pêşveçûnê ya jinan bi hewldanên ku wan ber bi vederkirinê re rûbirû dihêle.
Tundiya li dijî jinan bi tunekirina fîzîkî yan jî astengiyên qanûnî sînordar namîne
Xala ku dibe sedema fikaran, tundiya li dijî jinan êdî bi tenê bi tunekirina fîzîkî yan jî astengiyên qanûnî re sînordar nîn e. Îro navûdeng, dîmen, agahdariya kesane û bedena jinan jî dikarin wekî amûrên şerm û kontrolê werin bikaranîn. Belavkirina dîmenên taybet, gefên tecawizê, eşkerekirina agahdariya kesane û êrîşên rêxistinkirî yên li dijî parêzvanên mafên jinan, wekî formên nû yên tundiyê derdikevin holê.
Tevkariya algorîtmaya ji bo tundiyê
Ya ku ji tundiyê bêhtir mirov xemgîn dike ‘aboriya tundiyê’ ye. Îro hinek kanal û hesab, bi parvekirina wêneyên taybet ên jinan, şermkirina wan an jî ji nû ve avakirina naverokê zayend, şopîner û dîtinan qezenc dikin û dahatê bi dest dixin. Em li vir êdî ne tenê li ser çend bikarhênerên ku qûralan binpê dikin diaxivin, behsa bazarekî ku bi tundiya li dijî jinan xwedî dibe dikin. Ev dikare bi têgeha ‘aboriya baldariyê’ were ravekirin, ji ber ku naveroka şokker û acizker bêhtir xuya dibe û algorîtma bêyî ku encamên mirovan li ber çavan bigrin beşdarî belavbûna vê yekê dibin. Pirs ev e: Gelo em tenê temaşevanên vê tundiyê ne yan bi her şopandin û parvekirinan re bê zanebûn beşdarî vê çerxa ku ji dijminatiya jinan sûdê digre dibin?
Jinên çalak dibin hedefên serekê yên vê çerxê
Qeyranên aborî vê rewşê girantir dikin. Ezmûnên gelek welatan nîşan didin ku komên xeternak di demên bêewlehiya aborî de bêhtir dibin hedefa nefretê. Jin, bi taybetî jî jinên di warê giştî de çalak in, dibin hedefên sereke yên vê çerxê. Di rewşên bi vî awayî de, tundî ne tenê dibe amûrek ji bo jiholêrakirina kesek, dibe peyamek ku ji bo hemû jinan tê dayîn; “Berdêla xuyabûnê giran e.”
Tundî dibe beşek ji çanda civakî
Lê belê dibe ku xetera herî mezin ne tundî bi xwe be, asayîkirina wê be. Dema ku parvekirina dîmenên jinan, gefên tecawizê yan jî heqaretên zayendîperest bi bêdengî, henek an jî bêxemiyê re rû bi rû dimînin, tundî êdî nabe îstîsnayek, dibe beşek ji çanda civakî. Xala ku Sylvîa Walby hişyarî dide ev e: Pergaln baviksalar bêyî darê zorê, bi riya qebûlkirina civakî hebûna xwe berdewam dikin.
Pirsa îro êdî ne hebûna dijminatiya jinan e, ji ber ku ji bo bersiva vê yekê delîlên têr hene. Pirsa rast ev e; gelo çima tundiya li dijî jinan hê ji aliyê gelek kesan ve ne mîna sûc an jî trajediyek, mîna bûyereke asayî tê dîtin.
Heta ku ev asayîkirin neyê şikandin, her jinek xwepêşander, her rojnamevan, her parêzvanek mafên jinan û her jinek ciwan ku dixwaze jiyana serbixwe ava bike dê ji aliyê heman çerxa ku bi şermezarkirinê dest pê dike û carna heta tunekirina tevahî ya kesek digihîje, di bin gefa heman çerxê de bimîne.