Feleknas Uca: Şengal di nava bêstatubûn û xemsariyê de tê hiştin
Siyasetmedar Feleknas Uca di 12’emîn salvegera fermanê de diyar kir ku tevî berxwedana xweser û hewldana ji bo jiyaneke nû, statuya Şengalê hîn jî ji ber polîtîkayên hikûmetan di nava qeyran û bêdengiyê de hatiye hiştin.
Navenda Nûçeyan – Her sal di 3’yê Tebaxê de, birîna Şengalê li ser dilê mirovahiyê nû dibe; lê ev ne tenê bîranîna êşekê, belkî rûpelên jînosîdeke hovane ne ku tê de jin û zarokên bêparastin bûn hedefa tarîtiyê. Li hemberî vê qirkirina sîstematîk, zarokên Şengalê bi çavên tije pirs û jinên wê bi berxwedana xwe ya pola, îro li ber çavên dîrokê rûmeta jiyanê ji nû ve ava dikin.
Salvegera 12’emîn a fermana 74’an a ku di 3’yê Tebaxa 2014’an de li ser gelê Êzidxanê pêk hat ne yekem ferman bû, her wiha fermanek kûrtir û biêştir bû ku heya îro jî birîna wê nehatiye kewandin.
Polîtîkayên bêdengiyê û helwesta xemsar a li ser Şengalê
Her wiha bêdengiya cîhanê jî rastiya heyî raxist ber çavan. Şengal piştî jenosîda 3’yê Tebaxê, ji bilî birînên xwe yên giran, îro jî bi polîtîkayeke xeternak a bêdengiyê û bêxwedîkirinê re rûbirû ye. Hikûmeta navendî ya Iraqê û hikûmeta herêma başûrê Kurdistanê bi nêzîkatiya xwe ya siyasî û ewlehiyê, pirsgirêkên bingehîn ên Şengalê di tariyê de dihêlin û bi salan e ku ji bo çareserkirina statuya bajêr û parastina rastîn gavên pêwîst navêjin. Ev bêdengiya fermî ya her du aliyan, di pratîkê de dibe sedema berdewamkirina valahiya desthilatdariyê û qeyranên li herêmê.
Ji aliyê din ve, civaka navneteweyî û saziyên gerdûnî jî li hemberî êşên bi hezaran jin û zarokên sêwîmayî yên ku hê jî li kampên koçberiyê jiyaneke dijwar derbas dikin, bi daxuyaniyan sînordar dimînin. Bi vê helwesta xwe ya bêdeng, bi awayekî neyekser bûyerên qirker û polîtîkayên înkarê yên li ser Şengalê bêdeng diparêzin.
Derbarê vê mijarê de, di 12’emîn salvegera fermana 3’yê Tebaxê de siyasetmedar Feleknas Uca di rêya hevpeyvîneke taybet de ji ajansa me re axivî. Feleknas Uca bal kişand ser berxwedana dîrokî ya Şengalê, bêdengiya cîhanê û polîtîkayên Ewropayê û got: “Ewropa deyndarê Şengalê ye û divê di zûtirîn demê de statuya wê bê naskirin.”
‘Armanc qutkirin û dûrxistina gel a ji ol, bawerî û nasnameya wan e’
Feleknas Uca got ku “Di 12’emîn salvegera fermana 3’ê Tebaxa sala 2014’an de, di serî de tevahî cangoriyên Ezidxanê bibîr tînim û bejna xwe li ber wan ditewînim û wiha domand: “Her wiha silavên xwe pêşkêşî kesên ku têkoşîn û berxwedaniyek mezin ji bo Şengalê kirin, dikim. Wekî her sal, di vê dema salê de gelê Êzidî amadekariyên xwe ji bo cejnê dikir. Lê li şûna ku cejna xwe bi kêfxweşî pîroz bikin, mixabin ev gel rastî fermaneke din hat.”
Feleknas Uca piştrast kir ku di serê gelê Êzidî re 73 ferman derbas bûne, ya 3’ê Tebaxê jî ya 74’an e ku li ser civaka Êzidî pêk hatiye, armanca wê jî her tim û daîm valakirina Êzidîxanê ji gelê wê ye. Feleknas Uca wiha dewam kir: “Her wiha qutkirin û dûrxistina gel ji ol, bawerî û nasnameya wan e. Dema ku em behsa 74 fermanan dikin, ew di van sedsalan de hatine belgekirin. Lê belê bi sedan ferman hene ku hê jî qet nehatine belgekirin. 3’yê Tebaxê li ber çavê cîhanê û mirovahiyê hat jiyankirin. Ew birîneke bê derman e, em heya niha êşa wê dijîn û şopa wê hê jî zindî ye. Bi sedhezaran kes li ber çavan hatin kuştin û di komkujiyan re derbas bûn, her wiha bi sedhezaran kes ji cih û warên xwe bûn û koçber bûn. Bi hezaran kes hatin qetilkirin. Îro zêdeyî 80-90 gorên komî hene ku li Şengalê hatine dîtin û bi tevahî jî nehatine vekirin. Her wiha çarenûsa 2 hezar û 700 jin û zarokên Êzidî jî ne diyar e. Bi hezaran kes li Başûrê Kurdistanê di konên koçberiyê de jiyan dikin.”
Xwîna şehîdan, berxwedana çiyayan û korîdora mirovî
Feleknas bi gotinên “Her gulek ku li ser xaka Êzidxanê şîn bûye, bi xwîna şehîdan hatiye avdan. Her wiha her bihustek ji vê xakê û her kevirekî çîrokek biêş dihewîne û tîne ziman. Li her zinarekî û latekî li çiyayên Şengalê, em dengê qêrîna jinên ku nexwestin xwe radestî çeteyên DAIŞ’ê bikin dibhîzin; jinên ku xwe ji wan zinar û latan avêtin. Her wiha zarok, jin, dayîk, kal, pîrekal û pitikên ku nû ji dayîk bûne, ev tev hem ji ber germa havînê û hem jî ji ber tî û birçîbûnê jiyana xwe ji dest dan. Dema ku em ber bi Tebaxê ve diçin, trajediya ku li Şengalê qewimî, bi tevahî di hiş û mejiyê me de zindî dibe. Korîdora mirovî ku di navbera Şengal û Rojavayê Kurdistanê de hat vekirin, bi dehan cangoriyan ji bo vekirina vê korîdarê canê xwe feda kirin û ev yek bû sedema rizgarbûna bi hezaran kesî ji civaka Êzidî” behsa berxwedaniya Şengalê dike.
‘Heta Avusturyayê ketin rê û li her derê cîhanê de belav bûn’
Her wiha Feleknas Uca bibîr xist ku bi hezaran kes ji deriyê Sêmalkayê yê Rojavayê Kurdistanê derbasî Zaxo, Duhokê û hin ji wan jî derbasî Bakurê Kurdistanê bûne. Feleknas Uca îşaret bi pêla koçberiyê ya fireh kir û wiha anî ziman: “Ji ber ku çeteyên DAIŞ’ê bi awayekî hovane êrîş birin ser civaka Êzidî, ew heta Avusturyayê ketin rê û di her devera cîhanê de belav bûn. Rêwîtiyeke dirêj û mezin ji xwe re hilbijartin da ku xwe ji vê felaketê biparêzin. Lê belê yên ku li Şengalê man jî, hê jî çarenûsa wan nezelal e.”
‘Zarokan digot em çiqas dûr biçin, em ê ewqas zêde rizgar bibin’
Feleknas Uca behsa rewşa jinên Êzidî yên ku li bazarên Mûsilê hatin firotin jî kir û wiha vegot: “Jinên Êzidî li bazarên Mûsilê rojê deh caran hatin firotin. Di tu dîrok an tu şeran de, wekî dema 3’ê Tebaxê nebû ku mirov, bi taybetî jî jin, bi eşkereyî bên firotin. Li girtîgeha Badîş a Mûsilê, qêrîna bi sedan jinên ku esîr hatin girtin ji ber ku tenê xilasiya xwe di mirinê de didîtin ji lewra rastî lêdan û îşkenceyê dihatin, bilind bü. Her çiqas 12 sal derbas bûne jî, her tim ew wêne di hişê me de zindî ne. Bi taybetî ne tenê wekî jineke Êzidî, lê wekî mirovekî ez ji mirovahiyê şerm dikim. Dema ku jin ji destê çeteyan hatin rizgarkirin me wan ji Kobanê anî derbasî Amedê kirin. Dû re jî me ew radestî malbatên wan kirin. Zarok ji her tiştî ditirsiyan; dema ku ronahiya erebeyan didîtin, her ditirsiyan û digotin: “Em çiqas dûr biçin, em ê ewqas zêde rizgar bibin.”
‘Heyat’ ji jiyanê kirin
Feleknas Uca got ku “Êşa ku gelê Êzidî jiyan kiriye, nikare zû derbas bibe. Dema ku zarokên di kampan de behsa qetilkirin û jêkirina serê bavê xwe dikin... mirov çawa dikare vê yekê ji bîr bike? Em herî zêde behsa îşkenceya derûnî dikin û wiha behsa çîroka jineke ciwan a ku trajediya DAIŞ’ê jiyaye kir: “Dema min bi riya telefonê bi Heyat re diaxivî da ku wê qanî bikim ku dawî li jiyana xwe neyne, Heyat di got; ‘Ji bo ku ez xwe biparêzim û nekevim destê wan, ez ê xwe bikujim.’ Min gelek hewilda û jê re di got xwe nekuje û min jê re diyar kir ku gerîla hatiye ji bo rizgarkirina wan. Lê belê ew tevî axaftina min jî neîqna bû. Her tim digot ‘Ez ê namûsa xwe nedim wan.’ Xwest ku di dawiyê de bi birayê xwe re biaxive û dema ku li ser telefonê bû, dawî li jiyana xwe anî. Çîroka Heyat û jinên ku xwe ji lat û zinaran avêtin, ne tenê çîrok in; ew çîroka jinên ku rûmeta xwe parastin in. Xwezî zimanê çiyayên Şengalê hebûna ji bo ku behsa çîrok û qêrîna jinên ku xwe ji wan latan avêtine bikirana. Ji bo ku behsa êş, ferman, trajedî, her wiha berxwedan û îradeya li hemberî çeteyên DAIŞ’ê bikirana. Her çiqas em bînin ziman jî, dîsa dê kêm be.”
Hişyariyên dîrokî yên Abdullah Ocalan û xemsariya derdorê
Feleknas Uca bi van gotinan anî ziman ku ne cara ewil e Şengal û gelê Êzidî rastî fermanan tên. Feleknas bi bîr xist ku di sala 2007’an de li Til Ezêr û Sîba Şêx Xidir teqînek rû daye, bi sedan kes hatine kuştin û birîndarkirin û wiha pê de çû: “Xwestin di wê demê de gelê Êzidî qir bikin, lê belê tiştê ku di wê salê de pêk nehat, xwestin di sala 2014’an de pêk bînin. Her tim Rêber Abdullah Ocalan ji girava Îmraliyê behsa Şengalê, lîstikên mezin û xetereyên li pêşiya Şengal û gelê Êzidî kiribû. Her wiha di civînên ku me di sala 2004’an de di dema amadekariyên Kongreya TEVDA de bi gel re li Şengalê çêdikirin jî, mesajên Rêber Apo bi gel re parve kir û silavên wî anîn ziman. Her wiha careke din Rêbertî bi rêya parêzerên xwe di sala 2007’an de heman hişyarî da. Tê de xwest ku civaka Êzidî xwe rêxistin bike, biparêze û parastina civaka Êzidiya pêk were. Nameyên dawî yên ku ji aliyê Rêbertî ve di van salên dawî de tên ber destê me, ji bo civaka Êzidî diyar dikin ku wî bi salên dirêj e ku em hişyar kirine. Lê belê me ev hişyarî cidî negirtin, ji ber ku me bawer nedikir ku ferman li ser serê me were. Me xwe spart pêşmergeyan û hêzên Iraqê, me di got ewê me bi parêzin lê ew jî di fermanê de xwe paşde vekişandin.”
‘Tenê yek bersiva me heye: Me serê xwe da, lê sirê xwe neda’
Feleknas Uca bi berfirehî behsa erdnîgariya Şengalê kir û wiha got: “Şengal herêmeke gelekî girîng e, ji ber wê jî her tim hewl dan ku êrîş bikin. Wan her tim xwest ku xaka Kurdistanê, di nav de jî Şengalê, vala bikin. Planên wan ne tenê bi rêya êrîşên DAIŞ’ê yên sala 2014’an ve sînordar man. Her wiha piştî sala 2017’an, dewleta Tirk bi rêya balafirên bêmirov û bi hedefgirtina pêşengên civakî xwest ku civakê qir û tune bike; bi taybetî hem di şexsê Mam Zekî, Zerdeşt, Pîr Çeko, Dijwar, Azad û bi dehan cangoriyan de, her wiha bi hedefgirtina navendên xizmeta gel. Dîsa dixwestin ku bi destê hikûmeta navendî êrîşên xwe li ser Şengalê pêk bînin. Ferman û êrîş bi dawî nebûn, xetereya zindîbûna DAIŞ’ê hê jî heye û lîstik û êrîş berdewam in. Tenê yek bersiva me heye: Me serê xwe da, lê sirê xwe neda. Dîsa bersiva herî mezin ew bû ku jina Êzidî tevî ku ferman pêk dihat jî, bi temenê xwe yê mezin ve çeka xwe girt û di çeper û mewziyan de parastina xwe û xaka xwe kir. Bi van boneyan, van dayîkan diyar kir ku ew ê tola van jinên Êzidî û van fermanan rakin û xwedî li xweparastina Şengalê derkevin.”
‘Tu kes, tu hêz êdî nikare tu fermanê bi serê civaka Êzidî de bîne’
Piştî fermanê li Şengalê jiyaneke nû hat hunandin. Feleknas Uca bi van gotinan hem berxwedanî hem jî dîroka ku tê de gel rastiya xweparastinê nas kiriye vegot: “Nexasim ku şervanên Tevgera Azadiya Kurdistanê ji çiyayên Kurdistanê herikîn ber bi Şengalê ve. Her wiha Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) û Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên ku berê xwe dan Şengalê, bûn sedem ku fikra li ser bingeha azadî û xweparastinê ya ku ji felsefeya Rêber Apo tê girtin, were avakirin. Her wiha artêşbûna civaka Êzidî pêk hat ku ji keç û xortên Êzidiyan pêk tê. Tu kes, tu hêz êdî nikare tu fermanê bi serê civaka Êzidî de bîne, ji ber ku civaka Êzidî ne mîna civaka beriya fermanê ye. Civaka Êzidî komîn, meclîs û artêşa xwe ava kir, gelek beş û xebat hatin destpêkirin û Şengalê gelek destkeftî bi dest xistin.”
Feleknas Uca hem ferman her wiha bêdengiya cîhanê bi tundî şermezar kir her wiha diyar kir: “Fermana 74’an li ber çavên cîhanê pêk hat, lê tu kesî û tu hêzên navneteweyî mudaxeleyî nekirin. Ferman û berxwedanî bûn yek. Her wiha ne ji ber hêzên gerîla, YPJ û YPG’ê bûya, wê rewşa Şengal û civaka Êzidî ne wiha bûya. Lê belê vê berxwedaniyê peyamek girîng da cîhanê ku hûn tevî dîtina fermanê jî bêdeng man. Vê berxwedaniyê hişt ku raya giştî bi zorê be jî mudaxeleyê bike. Her çiqas alîkarî hatibe dayîn jî, ev yek ne ji bo Şengalê bû. Her çiqas hevpeyman tên çêkirin ku tevahî li ser Şengalê ne jî, naçin Şengalê û naxwazin rastiya li Şengalê bibînin. Yekîtiya Ewropayê, Konseya Ewropayê, Parlamena Ewropayê, Neteweyên Yekbûyî û gelek dewletên Ewropayê fermana ku li ser Şengalê pêk hatiye wekî jenosîd qebûl û îtîraf kirin.
‘Mafên mirovan tiştek pêşkêşî gelê Êzidî nekir’
Her çend jenosîd di asta navneteweyî de hat nasandin jî, ji bo ku Şengal ji nû ve bê avakirin tu hewildanek wan çênebûn. Ji bo ku statuya Şengalê bê diyarkirin, lê nûnerek nehat diyarkirin. Mixabin piştgiriyeke ku ji bo gel bê dayîn jî tune ye. Ji lewra divê ku em xwe nexapînin. Her çiqas çeteyên DAIŞ’ê rastî hesabpirsînê hatin jî, tiştek ji aliyê wan ve ji bo gel nehat kirin. Mafên mirovan tiştek pêşkêşî gelê Êzidî nekir. Tevî ku bedena jina Êzidî rastî destdirêjiyan hat jî, ji ber ku ew çete ji wan welatan dûr in, ji bo wê tu tişt nekirin.”
Rexneyên li polîtîkayên Ewropayê û banga xwedîderketinê
Her wiha Feleknas Uca ji ber nêzîkatî, biryarên xeta şêlo û nediyarkirina statuya Şengalê rexne li polîtîkayên Ewropayê girt. Ewropa deyndarê Şengalê û berxwedaniya Şengalê ye, deyndarê dayîkên ku di mewziyan de li hemberî çeteyên DAIŞ’ê şer kirin. Feleknas wiha pê de çû: “Edaleta herî rast li ser rastiyê pêk tê. Pirsa ku mirov ji van welatan bike ew e: ‘We ji bo jinên Êzidî çi kir? Gelo tenê we ew jinên Êzidî di bin navê rizgarbûna ji DAIŞ’ê de ji Şengalê derxistin û berê wan dan Ewropayê?’ Ger armanca wan ew be ku bi hezaran ji gelê Êzidî ji Şengalê ber bi Almanyayê ve bibin, bi vê yekê ew naghîjin armancên xwe û nikarin bêjin ku wan erkên xwe pêk anîne, ji ber ku ew gel ji xaka xwe hatiye qutkirin. Her wiha ger wan gel ji çeteyan rizgar kiribe jî, ew çete li her deverê êrîşan pêk tînin. Li her deverê çete hene, dosyayên wan hene. Niha hin welatên Ewropa doz li van çeteyan tên vekirin lê ev ne têrkere.
Bi saya berxwedaniya keç û xortên Şengalê…
Civaka Êzidî bi avakirina pergaleke xweser û hunandina jiyaneke nû, jiyana xwe didomîne. Devera herî aram di nava Iraqê de îro Şengal e, ji ber ku Şengal xwe bi xwe rêxistin dike. Bi hezaran gelê Êzidî ku di kampên Dihok, Zaxo de jiyan dikin, îro ji nû ve berê xwe didin Şengalê, ji ber ku nimûneya jiyana azad û wekhev a bê tundî li Şengalê heye. Ev yek jî bi saya berxwedaniya keç û xortên Şengalê ye ku dê û bavên wan ketin destê DAIŞ’ê û wan piştî esaretê, rêya xweparastinê di pergala nû de dîtin.”
Ji Bo Edalet û Azadî - Tu jî Bibe Dengê Dîlgirtiyên Fermanê
Her wiha Feleknaz Uca îşaret bi kampanya ya ku TAJÊ di 17’ê Tîrmeha 2026’an de kir û wiha bilêv kir: “Kampanyaya ku hatiye destpêkirin gelekî girîng û hêja ye. Kampanyake hevbeş di navbera TAJÊ û Sîwana Meclîsa Hevbeş a Jinên Êzidî yên Ewropayê de hat destpêkirin. Li Ewropa û Almanyayê ev kampanya rastî eleqeyeke mezin tê, bi taybetî jî ji bo jinên dîlgirtî yên Êzidî ku heta niha çarenûsa wan ne diyar e. Xwedîderketina li vê kampanyayê tê wateya berpirsyariya tevahî welatan, ji ber ku ev jinên dîlgirtî wekî kole di nava welatên Rojhilata Navîn de tên bikaranîn. Jinên Êzidî yên dîlgirtî ji sînorên Şengalê hatine derxistin û civaka navneteweyî bêdeng e.”
‘Divê hikûmet lêborînê ji Şengalê û gelê wê bixwaze’
Di dawiyê de Felekknas Uca da zanîn ku ji bo wê jî divê ku her kes baş bizanibe ku Şengal beşeke ji erdîngariya Iraqê ye û di maddeya hejmar 140 de hatiye diyarkirin ku divê referandûm mîna Mexmûr, Xaneqîn û Kerkûkê li wir jî bihatiba çêkirin, lê belê di sala 2007’an de ev referandûm pêk nehatiye. Feleknas wiha got: “Şengal ku beşeke ji Iraqê ye, hikûmeta navendî destwerdana rewşa wê nake. Ji ber wê jî Şengal bi tenê hatiye hiştin. Li gorî zagona Iraqê, mafê tevahî netew, ol û baweriyên ku li ser xaka Iraqê dijîn heye ku bên parastin. Lê belê ji ber ku Şengal nehat parastin, divê hikûmet lêborînê ji Şengalê û gelê wê bixwaze, ji ber ku Şengal di sala 2014’an de rastî fermanê hat. Divê yekser statuya Şengalê bê dayîn, her wiha hêzên parastina Şengalê û fermana ku li ser hatiye meşandin bên nasandin. Her wiha divê hikûmeta Iraqê hesab ji kesên ku di fermanê de hebûn bipirse. Bi taybetî ku hikûmeta Iraqê biryar da ku çete bên efûkirin; lê çawa ye ku kesên destê wan di ferman û komkujiyê de heye bi vî rengî serbest dibin?”