Gelo cezakirina zarokan weke mezinan pêşî li sûc digre?

Di demên dawî de ji bo pêşnûme zagona ku têkildarî zarokên dikevin nava sûc tê amadekirin; yek ji bertekên herî diyar ê ku tên nîşandan ew e ku gelek kes dibêjin dewlet di warê kişandina nava sûc de peywira xwe li dijî zarokan bi cih nayne.

MEMÎHAN HILBÎN ZEYDAN 

Navenda Nûçeyan- Têkildarî zarokên ku ber bi sûc ve tên kişandin (SSÇ) di dawiya sala 2025’an de di raya giştî û meclîsê de nîqaş hatin kirin. Wezareta Dadê, têkildarî zarokên ku ber bi sûc ve tên kişandin, plan dike pêşnûme zagoneke nû pêşkêşî meclîsê bike. 

Wezîrê Dadê yê nû Akin Gurlek, diyar kir ku dê mijara “zarokê ber bi sûc ve hatiye kişandin” ji nû ve were destgirtin got ku armanca wan ew e sînorê temen û pergala xezaî biguherînin. Di guherînên ku di çarçoveya 12’emîn Pakêta Darazê de werin kirin, daxistina sînorê 12 salî û zêdekirina rayeya biryara dadger tê fikirîn. Armanca sereke ya vê pêşnûmeyê ew e ku “her çendî zarok ber bi sûc ve hatibin kişandin an jî zêdekirina cezayên ji bo kesên temenê wan mezin di nava hiyerarşiya rêxistina sûc de” xuya bike jî; zagon di nava xwe de gelek xeteran dihewîne. 

Di 10 salan de ji sedî 17,47 zêde bû 

Li gorî daneyên fermî; hejmara zarokên ku ber bi sûc ve hatine kişandin, di sala 2015’an de 158 hezar û 560 bûye, ev hejmar di sala 2016’an de 146 hezar û 737, di sala 2017’an de 145 hezar û 210, di sala 2018’an de 157 hezar û 96, di sala 2019’an de jî 161 hezar û 378 hatiye qeydkirin. Di sala 2021’ê de 134 hezar û 464 zarok ketine nava sûcan, hejmar li gorî sala 2022’yan ji sedî 31 zêde bûye, gihîştiye 176 hezar û 128’an. Di sala 2023’yan de jî bûye 177 hezar û 174. Di sala 2024’an de bi 188 hezar û 926 gihîştiye lûtkeyê, di sala 2025’an de hejmar ji sedî 1,4 kêm bûye gihîştiye 186 hezar û 256’an. 

Li gorî daneyan, ji 2015’an heta 2025’an di nava 10 salan de hejmara zarokên ku ber bi sûc ve hatine kişandin 17,47 zêde bûye. 

Aktivîsên mafên zarokan û hiqûqnas balê dikşînin ser xeterên vê zagonê ji bo zarokan û civakê. Tekildarî mijarê hiqûqnas, activist, sosyolog û jinên siyasetmedar ji me re nirxandin kirin. 

Parêzer Dîlan Koç: Raya giştî kêm tê agahdarkirin 

Ji Baroya Mêrdînê parêzer Dîlan Koç, diyar kir ku têkildarî zarokên ku ber bi sûc ve tên kişandin, kesên ku pispor nîn in derdixin gelek bernameyên televîzyonan û bi şîroveyên şaş ên ku dikin, di civakê de li dijî zarokan têgihîştineke şaş çêdikin. 

Dîlan Koç daxuyaniya Wezîrê Dadê ku gotibû ji bo zarokan cezayê ehliyetê yê 12 salî dê were kêmkirin bi bîr xist û got: “Dema ku vê yekê got, welatên Ewropayê mînak nîşan da. Got ku li Ewropayê cezayê ehliyetê daxistine 10 salan lê temenê cezayê ehliyetê li Ewropayê 10 nîn e. Di vî warî de agahiyek şaş da.” 

Li welatên Ewropayê temenê cezayê ehliyetê li gorî welatan diguhere. Li Îngîltere, Galler, Îrlandaya Bakur, Îsvîçre (10) sal e li Fransa û Polonyayê (13) sal e. 

Dîlan Koç wiha domand: “Li Ewropayê temenê ehliyetê 14 ye, li Tirkiyeyê bi zagonî kirine 12. Li Îngîltereyê ji ber hiqûqa Serdema Navîn, 10 e. Xuyaye ku cihê ku Wezîrê Dadê dixwaze me ber bi wir ve bikşîne û referans bigre hiqûqa Serdema Navîn e lewre baweriya li Îngîltereyê baweriya ku ji Serdema Navîn maye ew e ku zarok jî gunehkar in, ji ber vê temenê biçûk hatiye diyarkirin lê dîsa jî li Îngîltereyê, zarokek 10 salî çawa sûc dike, tavilê navêjin girtîgehê. Li wê derê xebatên ji bo rehabîlîtekirina zarok hene lê ev rewş li Tirkiyeyê derbasdar nîn e.” 

‘Zêdekirina ceza pêşî li sûc nagire’ 

Dîlan Koç diyar kir ku di vê çarçoveyê de di zagona nû de zêdekirina rayeyên dadgeran “erênî” nayê nirxandin û wiha got: “Di mijareke hesas a weke darizandina zarok de zêdekirina rayeyên dadgeran em weke nêrîneke erênî nabînin û napejirînin. Em difikirin ku bi zagonên ceza re sererastkirina vê yekê, destberdana ji zagonên heyî yên azadîxwaz, demokratîktir, pêkanîneke rast nîn e. Em nafikirin ku ev yek dê pêşî bigre. Dema ku zarokek sûc dike, giranbûna ceza zarok ji sûc dûr naxe. Zarok li gorî mezinan, nafikirin ka sûcê kirine tên çi wateyê dê encamên çawa bi xwe re bînin.” 

‘Beriya ku zarok werin darizandin bi mudaxeleya zû rizgarkirina wan’ 

Dîlan Koç bal kişand ku li cihê zêdekirina cezayan, beriya ku zarok bikevin pêvajoya darizandinê, bi mudaxeleya zû divê werin rizgarkirin û wiha domand: “Zarok piştî ku sûc dikin û dikevin girtîgehî, bi mezinan û bi zarokên din ên di kogûşa xwe de dikarin têkilî daynin. Li wan deran dibe ku kesên zêdetir sûc kirine jî bibînin. Ji ber ku bi kesên sûcdar re ne, zêdetir ber bi sûc ve tên kişandin.” 

‘Girtina dadgehên zarokan’ 

Dîlan Koç, got ku di darizandina zarokan de “Dadgehên Zarokan jî” xwedî roleke girîng in û gotinên xwe wiha berdewam kir: “Kesên ku bi zarokan re rûbirû têkilî datînin divê têr û tije û perwerdekirî bin. Ev yek dê pêşî li cezayê dubare bigre. Mînak li Mêrdînê beriya 15’ê Tîrmehê dadgeheke zarokan hebû lê piştî 15’ê Tîrmehê gelek dadger û dozger ji ber ku hatin girtin, ji ber valahiyên çêbûn, dadgeha zarokan hat girtin. Dadgerê li wê derê tevî ku perwerdeyên taybet dîtibû, pispor bû jî dadgeh hat girtin. Ji ber wê zarok jî bi mezinan re di heman dadgehan de bi navê ‘dadgeha zarokan’ hatin darizandin. Divê dadger, dozger, parêzer û hêzên ewlekariyê jî di vê mijarê de werin perwerdekirin.” 

Dîlan Koç bal kişand ku dijberî daxuyaniya Wezîrê Dadê, darizandina zarokên 12 salî temenek biçûk e divê temenê vê yekê mezintir bibe û got: “Zarokên di navbera 12-15 salî de beriya ku bikevin nava pergala darazê divê ji ber sûcê ku yekem car e kirine werin rehabîlîtekirin.” 

Kurd di fikara ku bi wan re çêbûye de mafdar in’ 

Dîlan Koç diyar kir ku têkildarî guherînên di zagonên ji bo zarokên tevlî sûcan bûne de bi Kurdan re fikar çêbûne û axaftina xwe wiha domand: “Mixabin di her rewşê de, hedef Kurd in û em dibînin ên  ku zêde zirarê dibînin ew in. Di 15’ê Tîrmehê de me dît ku sazî, komeleyên Kurdan, mamoste û karmendên Kurd ên bi tu awayî têkiliya wan bi tiştên qewimîn re tunebûn hatin hedefgirtin. Ji ber vê di fikara xwe ya di warê tegeha zarokên tevlî sûcan bûne de ku her dem derdixin pêşiya me de em mafdar in. Ciwanên ku di dema çalakiyên ji bo Rojava de hatin lidarxistin de hatin girtin hebûn. Gelek ciwan, zarok hatin binçavkirin. Ji ber vê yekê em difikirin ku dema temenê ceza were kêmkirin dê êrîş zêdetir bibin. Wezîrê Dadê bal kişand ser rêxistinên ku zarokan di karên derzagonî de bi kar tînin û got ku dê werin cezakirin. Ger bi rastî ev zarok ji aliyê hinek kesan ve ber bi sûc ve tên kişandin, li cihê ku werin cezakirin divê zarok ji nava wê pergalê werin derxistin, mercên wan ên civakî werin başkirin, xebat werin kirin û were famkirin çima wan zarokan rêxistinên sûc ji xwe re îdol dibînin. Lê li cihê vê yekê zarokan ceza dikin. Em difikirin ku dê ev yek zirarê bide hemû civakê.” 

Sosyolog Ozgur Aktukun: Nêrîna li mafên zarokan û nîşaneya newekheviya di navbera nifşan de 

Sosyolog Ozgur Aktukun jî di nirxandina xwe de li ser mafên zarokan û sedemên ku zarok ber bi sûc ve tên kişandin kir. Diyar kir ku kişandina zarokan ber bi sûc ve, pirsgirêkek pergalî ye bi kapasîteya dewletê, rejîma mafên mirovan û koordînasyona sazîbûyê ve rasterast têkildar e û wiha got: “Bi taybetî li Tirkiyeyê di salên dawî de rewşa aborî gelek xirab bûye. Kêmasî qelsiyên di warê civakî û siyasî de her wiha paşketina di warê mafan de, vê pirsgirêkê mezintir kiriye. Nifşê nû bi dîjîtalbûnê re, ji ber tunebûna temînata aborî, newekheviya mekanî, bi hestên bêhêvîtiya ji bo pêşerojê mezin dibe. Di mercên ku rola malbat û dibistinê qels dibe de, zarok pêdiviyên xwe yên aîdiyetê hewl didin ji ekranên dîjîtal û kesên ji temenê xwe re bi cih bînin. Ev yek jî dibe sedem ku bi derdorên ku tevgerên sûc normal dibînin re bikevin nava têkiliyê.” 

‘Çareserî bi pergala ku zarokan esas digre û hevgirtî pêkan e’ 

Ozgur Aktukun da zanîn ku di pêkanîna polîtîkayên heyî yên ji bo parastina zarokan de hem astengiyên operasyonel hem jî civakî hene û wiha domand: “Xizmetên ji bo parastinê gelek caran, bi ewraq û burokrasiyê tên meşandin. Malbatên ku ji hevkariyê re girtî ne, mercên xizanî û şîdet, hewldanên rehabîtasyonê qels dikin. Piştî mudaxeleyê, zarok gelek caran neçar dimîne vegere heman derdora ku bi xeter e. Ji ber vê yekê pergal zêdetir reaktîf dixebite; mekanîzmayên ji bo hişyariya zû û pêşîgirtinê, di meşandina vê pêvajoya ku gelek aliyên wê hene de  qels dimînin. Bi taybetî di pergala parastina zarokan de, rêveberiyên demkî ku divê roleke jiyanî bigrin ser xwe, qels dimînin. Kapasîteya  xizmetên şaredariyan ji bo zarok û ciwanan li gorî bajaran diguhere. Yekîneyên şopandina taxan û ciwanan pir kêm in. Xizmetên tên kirin jî li gelek cihan nebes in.” 

Ozgur Aktukun herî dawî bal kişand ku ji derxistina zagonên nû zêdetir divê saziyên heyî werin bihêzkirin, kapasîteya xizmetên civakê yên pêşgirtinê were zêdetir û polîtîkayeke ku mafên zarokan esas bigre û feraseta rêvebirinê were pêşxistin. Her wiha diyar kir ku encameke mayînde tenê bi pergaleke ku zarokan esas bigre û hevgirtî be pêkan e. 

Aktivîst Mukaddes Alataş: Di ‘sûcên’ siyasî de weke mezinan nêzî zarokan bûn 

Aktivîsta mafên zarokan Mukaddes Alataş, darizandina zarokan weke mezinan dê pêşî li krîzên nû veke û got: “Em dizanin ku di ‘sûcên’ siyasî de wiha nêzî zarokan bûn. Ev polîtîkaya dewletê bû û li dijî zarokên ku ji aliyê polîtîk ve sûcdar dihatin dîtin hat pêkanîn. Niha jî hewl didin pêvajoyeke din bidin destpêkirin. Van nîqaşan li gorî ruhê pergala edaletê ya ji bo zarokan û peymana mafên zarokan a NY’ê nîn in. Dema ku li ser zarokan nîqaşek were kirin divê bi pirsa ‘zarok di kîjan şert û mercan de sûc dike?’ jî nirxandin û nîqaş werin kirin.” 

Mukaddes Alataş bal kişand ku li Tirkiyeyê mijara zarokên tevlî sûcan bûne, perçeyek ji pirsgirêkên giştî ye, diyar kir ku di netew dewletan de ji ber ku ewlehiya dewletê esas tê girtin, ewlehiya civakê dikeve plana paşê. Mukaddes Alataş bal kişand ku binpêkirinên li dijî zarokan, bi polîtîkaya şer û ewlekariyê ya dewletê ve girêdayî ye û wiha got: “Ji ber ku dewlet hemû aboriya xwe ji bo polîtîkayên şer xerc dike, butçeya ji bo perwerdeyê kêm dibe, xizmetên civakê qel dimînin, desteka ji bo rêveberiyên herêmî kêmtir dibe. Bi vê rewşê ve girêdayî, dema ku aliyên muxaslif dengê xwe derdixin, rastî cezayan tên û mekanîzmayên parastina zarokan ên ku jixwe pir kêm in, di pergala dadê de dikevin plana dawî. Lewre a ku esas tê girtin, ewlekariya dewletê ye. Dewleta ku hewl dide hêza xwe bigihîjîne derveyî sînoran, li hundir her diçe hewekhevîtî zêdetir dibe. Ji bo vê yekê jî hiqûqê bi kar tîne. Kişandina zarokan ber bi sûc ve pirsgirêkek pergalî ye. Bi zêdebûna zexta li ser qadên civakî ku weke qadên sûc tên binavkirin; zarok tên îstîsmarkirin û îhmalkirin. Mirov dikare bibêje ku pir bi dijwarî bi ser zarokên ku bê parastin in ve diçin.” 

‘Berpirsyariya dewletê nayê dîtin tenê li ser encamana nîqaş tên kirin’ 

Mukaddes Alataş da zanîn ku di mijara SSÇ’ê de peywirên bingehîn ên dewletê hene û wiha bi dawî kir: “Peywira bingehîn a dewletê, ne cezakirina zarokan, parastina wan e. Ger zarok di nava malbatê de neyên parastin, li saziyan rastî îstîsmarê werin, ji perwerdeyê dûr ketibin dê li kolanan bikeve nava çeteyan. Temenê bikaranîna tiryakê pir biçûk e. Zarokên ku li kolanan di nava çeteyan de kedî bibin, tevlîbûna wan a sûc ne şexsî, girêdayî qelsiya pergalî ye. Bêyî ku berpirsyarê vê yekê dewlet were dîtin, li ser encaman nîqaş tên kirin. Ger sedem neyê zanîn li ser encaman çareserî nabe. Mekanîzmayên civakî rast naxebitin, bernameyên desteka ji bo ciwanan tunene, dûrketina ji perwerdeyê her diçe zêdetir dibe. Li hemberî vê tabloyê zêdekirina ceza çare nîn e.” 

Parlamentera Mêrdînê ya (DEM Partiyê Bêrîtan Guneş jî got: “Zêdekirina cezayê zarokan ji bo kêmkirina sûc, bandorê çênake. Jixwe ji ber ku li ser sedemên wê nehat rawestandin, Peymanê Pekînê zarokan, weke ‘kesên ku divê ji mezinan cudatir muamele li dijî wan were kirin’ pênase dike. Bi zarokan re têgihîştina sûc, weke mezinan nîn e. Zarok sûc ji mezinan cuda fêm dikin. Ji ber vê yekê alternatîfa herî sereke ya ji bo pêşî li sûcên ji aliyê zarokan ve tên kirin bê girtin, girtina zarokan û zêdekirina ceza ye. Ev di peymanên navneteweyî û pergalên parastina zarokan de jî wiha ye.”