Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî komkujiyên li ser Elewiyan meşiyan
Însiyatîfa gel li bajarê Qamişlo, li dijî komkujî û kiryarên li ser gelê Elewî meşek li dar xist, li Kobanê û Hesekê jî bi heman armancê meşên girseyî hatin lidarxistin.

Navenda Nûçeyan – Bi hatina Heyet Tehrîr El Şam (HTŞ) ser desthilatdariya Sûriyeyê ku bi hişmendiya cîhadist û nijadperest tevdigere, li Sûriyeyê bûyerên dermirovî diqewimin. Bi taybetî li ser jin û zarokan kiryarên hovane tên meşandin. Herî dawî li peravên Sûriyeyê di 6 ê Adarê de, HTŞ’ê li ser gelê Elewî komkujî, dan destpêkirin û bi hezaran ji wan qetil kirin, rastî her cure tundî, zext, destdirêjî û pêkanînên dijmirovî hatin.
Li Qamişlo, Hesekê û Kobanê gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî komkujiya li ser Elewiyan li qadan bûn.
Qamişlo
Li bajarê Qamişlo yê Kantona Cizîrê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li dijî komkujiyên ku li ser gelên sivîl, bi taybetî, li ser Elewiyan tên meşandin, meşek hat lidarxistin. Meşê ji ber Çerxeriya Sonî ya bajêr, bi tevlibun bi hezaran kesan dest pê kir heya ber Çerxeriya Şehîdan domiya.
Piştî deqeyek rêzgirtinê daxuyanî ji alîyê endama Meclisa Gel a Bajarê Qamişlo Hêvî Ehmed ve hat xwendin û wiha hat gotin: “Ji 27’ê Mijdara 2024’ an ve piştî hilweşandina rejîma Baasê û rêveberiya demkî tu guhertin li Sûriyeyê çênebûn. Gelê Sûriyeyê bi mirinê re rû bi rû maye. Tu rêz di aliyê, çandî, olî û civakî de ji gela û baweriyan re nayê girtin. Hikûmeta nû nikare nûnertiya Sûriyeyê bike û pêşeroja wê ava bike. Ji ber ku Sûriye xwedî gelek netew e û çandan e.
‘Em bang li raya giştî dikin ku bi erkên mirovî rabe’
Ji bo wê em bang li tevahî gelên Sûriyeyê dikin ku li Sûriyeya demokratîk xwedî derkevin. Di wan rojên dawî de li ber çavên cîhanê komkujî li ser Elewiyan heye. Li Banyas, Laziqiye, Tartûs, Hema û Humusê li ser Elewiyan komkujiyan dikin. Sûcê wan qaşo dibêjin girêdayî rejîma Baasê ne. Rastî ne ew e, li ser zarok, jin hemû kesan komkujî heye. Ji ber vê em bang li raya giştî û dewletên navneteweyî, dikin ku bi erkên xwe yên mirovî rabin û hesab ji wan kesên ku, destên wan di kuştina gelên Sûriyeyê de heye bipirsin. Divê ku komîteyeke bi lezgîni bê avakirin.
Kobanê
Şêniyên bajarê Kobanê jî li dijî komkujiyên li ser elewiyan meşiyan û bang kirin ku şerê mezhebî were rawestandin.
Li dijî kiryar û komkujiyên ku heta niha berdewam dikin, şêniyên bajarê Kobanê bi pêkhateyên xwe bi dirûşma “Na ji kuştina sivîlan re, na ji taifsiziyê re, erê ji Sûriyeya demokratîk û pircihî re” meşiyan.
Meşa ku bi beşdarbûna gelê herêmê, saziyên Rêveberiya Xweser, rêxistinên jinan û civakî, partiyên siyasî û xwendekaran pêk hat, bi hilgirtina pankartên bi nivîsên “Na ji kuştina Elewiyan re”, “Bijî Sûriyeya demokratîk û yekitî”, “Bijî yekitiya gelan” û bi sedan nivîsên din, ji qada Jina Azad dest pê kir û li qada Aştiyê rawestiya. Di meşê de bênavber, bi dirûşman komkujiyên li peravê pêk tên hatin şermezarkirin û banga ji bo yekitî û aştiyê, hatin berzkirin.
Li qada Aştiyê berdevka Însiyatîfa Azadiya Fîzîkî ya Abdullah Ocalan Eyşe Efendî axivî. Eyşe Efendî ku bi zimanê Kurdî û Erebî peyam ji gelê Elewî re şand, teqez kir ku gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi Elewî û kêmarên din ên Sûriyeyê ye.
Jinên di rêzên pêş ên meşê de, helwestên xwe yên li hemberî kiryarên ku li dijî pêkhateyên Sûriyeyê tên kirin anîn ziman.
‘Guhertina çanda qetilkirin û netewperestiyê bi hêza jinan pêkan e’
Semîra Mihemed Elî diyar kir ku weke Kurd bi salan e heman bûyerên Elewiyan jiyane, dijîn û got: “Em berxwedana jinan û gelên li peravên Sûriyeyê silav dikin û bi vê wesîleyê em dibêjin êdî bes e ji komkujî, qirkirin û qetilkirina navxweyî re. Weke gelê Kurd bi taybetî em êşa wan hîs dibin, ji ber beriya salan û heta niha jî em di heman kiryaran re derbas bûn, me komkujî, revandin, talankirin û hwd. dîtin. Ev hişmendiya bi salan em şerê wê dikin, îro li herêmên peravê careke din xwe dide der. Ev yek jî bi xwe re Sûriyeyê ber bi xeteriyeke mezin ve dibe, şerekî navxweyî yê mezhebî çêdike. Ji bo vê jî divê em li şûna vê hişmendiyê çanda jiyana bi hev re, pejirandina nasname û çandên hev ava bikin. Bi nêrîna min jî ev yek bi hêza jinan pêkan e.”
‘Rêveberiya Xweser û QSD garantorên aştî û aramiya Sûriyeyê ne’
Ji beşdarên meşê Lujeyn El-Salim ezmûna xwe ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wiha parve kir: “Ez weke jineke Ereb 14 sal in li Kobanê dijîm. Dikarim hestên xwe yên di vî warî de wiha bînim ziman: Min heta niha di tu bajarên Sûriyeyê de lihevkirin, aştî, aramî û jiyana bi vî rengî nedîtiye. Ji bo vê jî em gelek rehet in û ji hêza xwe jî bawer dikin. Lewre em komkujiyên ku li ser Elewiyan tên kirin, bi tundî şermezar dikin. Dib ku kîna çedkarên HTŞ’ê li hemberî bermahiyên rejîma Baasê hebe lê çima kiryarên dermirovî li ser zarok, jin û civaka Elewî pêk tînin? Ji bo ev kiryar bên rawestandin, duh di navbera QSD’ê û hikûmeta demkî ya Sûriyeyê lihevkirin çêbû. QSD’ê ku nûnertiya hemû pêkhateyên li Sûriyeyê dike ku ev yek bi tecrubeya salan hat zelalkirin, gaveke girîng û erênî ya rizgariya Elewî û hemû neteweyên li Sûriyeyê ye. Garantorê rawestandina şer, pevçûn û komkujiyên pêk tên QSD’ê û Rêveberiya Xweser e.”