Gelê Wargeha Mexmûrê: Kes nikare îradeya me dîl bigire

Gelê Wargeha Mexmûrê dîl girtina şandeya Mexmûrê ji aliyê İraqê ve şermezar kirin û gotin "Kes nikare îradeya me dîl bigire." Şêniyên Mexmûrê heya serbest berdana şandeyê çalakiya konvedanê dan destpêkirin.

Mexmûr – Ji 10’ê Nîsanê ve hikûmeta Iraqê ambargoyek li ser Wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) daniye. Duh jî şandeyek Meclîsa Gel a Mexmûrê ji bo çareserkirina pirskirêka ambargoya li ser wargehê bere xwe da Bexdayê. Lê dema vegerê şande ji alyê hêzên hikûmetê ve tê girtin. Xelkê Mexmûrê jî bi awayekî girseyî dijî vê yekê meşek lidarxistin.

Piştî meşê daxuyaniyek hat dayîn. Gel li dijî van pêkanînên ambargoyê û girtina Şandeya Meclîsa Gel konê berxwedanê vedan. Gel bi dirûşmeyan helwesta xwe nişandan.

Jinên Wargehê jî li hemberî zextên hikûmeta Iraqê yên li ser Wargehê ji ajansa me re axivîn

‘Helwesta hikûmeta Iraqê ya dijî me dimeşîne derveyî mirovahiyê ye’

Fadile Yilmaz di destpêka axaftina xwe de tekoşîna gel silavkir û wiha axivî: “Helwesta hikûmeta Iraqê ya li hemberî me dimeşîne derveyî mirovahiyê ye. Em muxacirin û ji ber zilm û zordariyê koçberbûne. Piştî em hatîne vir jî hikûmeta Iraqê tu rehetî nedaye me. Her roj ambargoyekê dideyne li ser me û ji ber nasnameya me nîne gele me digire.”

‘Meclîsa me îradeya me ye’

Fadîle Yilmaz diyarkir ku meclîsa wan îradeya wan e û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Duh şandeya meclîsa me ji bo hevdîtinê derbasî Bexdayê bû û vegerê hatin girtin. Ew kesên hatîne girtin bi îradeya gel hatîne hilbijartin. Hikûmeta Iraqê pêwîste dev ji vê helwesta xwe berde û ambargoya li ser me rake.”

‘Ev helwestên hikûmeta Iraqê nayên qebûl kirin’

Şirin Sperti di destpêka axaftina xwe de li ser kiryarên hikûmeta Iraqê axivî û wiha got: “Ev helwestên hikûmeta Iraqê nayên qebul kirin. Him dibêjin emê nasnameyên we çêkin him jî gelê me digire û nahêlin nexweşên me biçin nexweşxaneyê.”

‘Şandeya Meclîsa me bi îradeya me hatîne hilbijartin’

Şirin Sperti dawiya axaftina xwe de got bila hikûmet ambargoya li ser wargeha me rake û wiha got: “Şandeya hatî girtin bi îradeya me hatîne hilbijartin û dema diçin hevdîtinê jî dên girtin. Daxwaza me ewe şandeya me bê berdan, gele me biçe Bexda li ser kar, nasnameyên me bê dayîn û ev ambargo bi giştî li ser me rabe.”

‘Heta em saxbin em dev ji doza xwe bernadin’

Helîm Îşlek di despêka axaftina xwe de dazanîn ku ev 25 sale hikûmeta Iraqê vê zextê li ser me dimeşîne û wiha got: “Em îro ji bo mafê xwe vê meşe dikin. Hikûmet bixwe hevdîtin dike û piştre jî şandeya me digire. Ev îxanete û êdî tu baweriya me li wan nayê. Hikûmeta Iraqê bê dewleta Tirkiyê nikare tiştekî bike û her tiştê wan pêktîne. Me 30 sale ji ber zilma dewleta Tirkiyê koçkiriye. Heta em saxbin em dev ji doza xwe bernadin û poşmantiyê jî qebul nakin.”

‘Birîndarên me ne girtin nexweşxaneyê, ev dijî mirovahiyê ye’

Helîm Îşlek diyarkir ku heta şandeya me neye berdan em dev ji çalekiya xwe bernadin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Heta şandeya me neye berdan û ambargo li ser me ne rabe em dev ji çalekiya xwe bernadin. Zarokên me birîndarbûne û şivêdin birîne nexweşxaneyê lê gotîne ji ber nasnameya we ne hatiye nûkirin em nikarin nexweşê we derman bikin. Tu mirovahî li gel wan nîne ku birîndarên me di vegerînin. Dibêjin an hûnê poşmantiyê qebul bikin an jî emê zexta xwe bidomînin. Ew nikarin îradeya me dîl bigirin.”