Gelê Til Temirê û Zirganê bi meşeke girseyî piştgiriya QSD’ê kirin

Bi armanca piştgiriya YPJ û QSD’ê bi sedan kesên ji xelk û pêkhateyên bajarê Til Temir û Zirganê yên Kantona Cizîrê, meşiyan.

Til Temir - Bi armanca piştgiriya ji bo Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê û YPJ’ê, bi sedan kesên ji pêkhateyên bajarê Til Temir û Zirganê, li ber Saziya Malbatên Şehîdan a Til Temirê kom bûn. Gel bi bilindkirina alên YPJ/QSD’ê dest bi meşê kir. Di meşê de sloganên berxwedaniya şervanan a li Bendava Tişrîn û Pirê Qereqozaqê hatin berzkirin. Girse li ser rêya M4 rawestiya. Piştî deqeyek rêzgirtin, bi navê rêxistin û tevgerên jinan Eyhan Yûnis axivî.

'Herêmên herî bi ewle, yên Rêveberiya Xweser ku QSD diparêze ne'

Eyhan Yûnis got ku di oxira Şoreşa Rojava de bi hezaran keç û xort xwe kirin mertal û bûn cangoriyên vê axê û wiha dirêjî da gotina xwe: “Biryara me yanê gel, yan mirin yan azadî ye. Erdogan dixwaze me bi topên xwe bitirsîne, lê ew nizane ku me ji mirinê jiyaneke azad afirandiye. Em êdî ji mirinê natirsin, ya herî biwate ji me re şehadet e. Di nav pêvajoya ku niha Sûriyê tê re derbas dibe de, herêma herî bi ewle Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye. Herêma ku QSD’ê lê Kurd, Ereb û Suryanan diparêze."

'Ger ku Erdogan êrîş bike ewê li Kobanê binax bibe'

Eyhan balkişand ser daxuyaniyên rayedarên Tirkiyê û wiha got: “Rayedarên Tirk dibêjin ku divê QSD çekên xwe deyîne, yan jî wê bi tevî çekên xwe werin binaxkirin. Em jî wekî gel vê peyamê ji Erdoganê faşîste re dişînin ku; Ger tu hatî ku êrîşî Kobanê bikî, tu yê li wir werî binerdkirin. Ev der Kobaniya Arînan e. Jiyana te wê li wir biqede. Êşên me li hember azadiya ku em ji bo wê şer dikin, nikare bibe asteng.”

'Bila partiyên Kurdî xwedî li keda QSD’ê derkevin û beşdarî berxwedanê bibin'

Eyhan Yûnis hikûmeta ku nû li Sûriyê piştî ketina Esad hatiye avakirin bibîr xist û siyaseta ku li wir tê meşandin wiha bilêv kir: “Li Hikûmeta ku Ehmed El-Şerih ê ku Sûriyê birêve dibe, li wir mirov bê rehm tên kuştin û serjêkirin. Lê belê QSD hemû mirovan û yên di zilmê de dijîn,  diparêze û bi dilgermî pêşwazî dike. Ji lewra xaleke girîng di vir de heye ku Kurd li Kurdistana ku berê hatiye parçekirin yekîtiya xwe ava bikin. Bila partiyên Kurdî beşdarî berxwedana QSD’ê bibin û layiqî ked û xwîna van lehengan bin. Bila her kes beşdarî berxwedana Rojava bibe.”

'Berxwedana me wê çarenûsa me diyar bike'

Eyhan Yûnis bi vê peyamê dawî li axaftina xwe anî: “Em vê peyamê ji Erdogan re dişînin ku em ê dest ji hêzên QSD’ê, welat, ax û şehîdên xwe bernedin. Bijî QSD’a ku nûnertiya me dike. Cihê ku zêdetirî 14 hezar şehîd û 25 şehîdên nemir ango gaziyên şer lê bedelêl hatibe dayîn, wê nekeve. Pêwîst e gelê me liber xwe bide, di van rojan de dê berxwedana me çarenûsa me diyar bike.”