Gelê Sûdanê 20 sal in bi tunebûna xwarinê re rûbirû ye

Hat ragihandin ku di 20 salên dawî de tunebûna xwarinê ya herî xerab li Sûdana ku di navenda pevçûnan de ye tê jiyîn. Li welat 25,6 milyon mirov bi birçîbûna giran re rû bi rû ne.

Navenda Nûçeyan - Li Sûdanê di navbera artêş û Hêzên Piştgiriya Lezgîn (HDK) de pevçûn berdewam dikin. Berdevka Ofîsa Koordînasyona Alîkariya Mirovî ya Neteweyên Yekbûyî (OCHA) Vanessa Huguenin di daxuyaniya xwe ya der barê Sûdanê de got: “Ji ber pevçûnên li herêma Sînca ya li eyaleta Sînnar a li başûrê rojhilatê Sûdanê û bêewlehiya li herêmên Ebu Hacer û Dalî zêdeyî 60 hezar kes reviyane” û diyar kir ku piraniya kesên koçber bûne çûne eyaleta Gedarefê.

Vanessa Huguenin, diyar kir ku li tevahiya Sûdanê rewş her diçe xirabtir dibe û destnîşan kir ku jin, zarok û hemû malbat neçar mane her tişt li pey xwe bihêlin û birevin. Berdevk diyar kir ku Sûdan di 20 salên dawî de bi tunebûna herî xirab a xwarinê re rû bi rû ye.

Rewşa li Sûdanê xeternak e

Dîrektorê Giştî yê Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) Tedros Adhanom Ghebreyesus ragihand ku ji ber şerê li Sudanê, ji 5 kesan 1 bi bêewlehiya xwarinê re rû bi rû maye û wiha got: “755 hezar kes bi birçîbûna di asta felaketê de rû bi rû ne. 25,6 milyon mirov bi birçîbûna giran re rû bi rû ne. Ev astên birçîbûna herî xirab in ku ji hêla Tesnîfkirina Qonaxa Ewlekariya Xwarinê ya Entegre (IPC) li Sûdanê ve hatine tomarkirin.”

Di daxuyaniya hevpar a nivîskî ya Rêxistina Xwarin û Çandiniyê (FAO), Bernameya Xwarinê ya Cîhanê (WFP) û Fona Alîkariya Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) ragihandin ku texmînên ji bo rewşa xwarinê kş Sûdanê metirsîdar in.