Gelê Kobanê ji bo komkujiya Helincê û Kobanê meşiyan
Şêniyên bajarê Kobanê ji bo 11’emîn salvegera komkujiya Kobanê û 6’emîn salvegera komkujiya Helincê meşek girseyî pêkanîn. Jinên ku tevlê meşê bûn destnîşan kirin ku ewê hêrsa xwe veguherînin hêza têkoşîn û berxwedanê.
Kobanê – Çeteyên DAIŞ’ê di 25’ê Hezîrana 2015’an de komkujiyeke hovane li bajarê Kobanê û gundewarên wê pêk anî ku di encamê de zêdetirî 200 zarok, jin û extiyar hatin qetilkirin. Di heman mehê de di 23’ê 2020’an dewleta tirk bi balefireke bê mirov komkujiyek li gundê Helincê pêk anî ku rêveberiyên Kongra Star Zehra Berkel û Hebûn Xelîl, her wiha dayîka Emîne Weysî qetil kirin.
Îro Kongra Star ji bo salvegera herdû komkujiyan meşeke girseyî birêxistin kir. Bi sedan jin û gelê Kobanê tevlê meşê bû. Meş ji gundê Helincê yê Rojhilatê Kobanê destpêkir û li cihê bûyera komkujiya Helincê rawestiyan.
Jinan bê navber drûşmeyên “Şehîd Namirin” û “Jin Jiyan Azadî” berzkirin û li ber cihê bûyerê sozên xwe nû kirin. Hevseroka Meclîsa Malbatên Şehîdan Sara Xelîl di meşê de axivî û teqezkir ku ewê bê navber bîranên hevrêyên xwe zindî bihêlin û keda wan bighînin serkeftinê.
Jinên bi navê Edlê Bekir û Cîhan Bozan nêrînên xwe ji ajansa mere parvekirin.
‘Me bi bedelên giranbiha destkeftiyên xwe qezenckir’
Edlê Bekir diyar kir ku jinan bi bedelên giran destkeftiyên xwe qezenckirin û got: “Jinên Rojavayê Kurdistanê ku pirojeya azadiyê bi baweriyeke mezin hemêzkirin û xwedî lê derketin, dikarbûn di her qada jiyanê de di asta pêşengiyê de têkoşîna xwe mezin bike û dorfereh bike jî. Ji ber vê jî di nava şoreşê de bedelên giranbuha jî da ku di heman demê de dikarbû destkeftiyên pir mezin jî qezenc bike.”
Edlê Bekir anî ziman ku ewê tolê jibîr nekin û got: “Bi vê wesîleyê banga me ji bo hemû jinan ewe ku em li dijî dijminên jinan her tim xwedî têkoşîn bin. Dema ku em îroj berê xwe didin cihê komkujiyê, raste birînên me xwe nû dikin lê di heman demê de hêrs û kîna me jî xwe dubare dike. Em weke jin tu caran tola xwe nahêlin û emê heyfa heval û gelê xwe hilînin.”
‘Emê hêrsa xwe veguherînin hêza serkeftinê’
Di heman demê de Cîhan Bozan got ewê hêrsa xwe veguherînin hêza têkoşînê: “Îro her kesekî ku di vê meşê de amedebû, para xwe ji van komkujiyên ku hatin jiyankirin dîtiye. Lewra jî îroj dilê me têşe û em van bûyeran tînin ber çavên xwe. Îro hêrsa me pir mezin e, emê vê hêrsê veguherînin hêza tolhildanê. Ji xwe em naxwazin van êşan ji bîr jî bikin ku him rastiya dijmin her tim li ber çavên me be û him jî em têkoşîna xwe lewaz nekin.”