‘Gelê azad û wêrek li dijî desthilatdariya totalîter û dagirker dengê xwe bilind kir’
Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Kurdistanê ya Îranê ragihand, rejîma Îranê çavkaniya hemû qeyran û gefên li ser jiyan û ewlehiya welatiyan e û got ku tu hêviyek zelal ji bo reform û bidawî anîna qeyran û aloziyên heyî nîne.
Navenda Nûçeyan - Hevpeymaniya Hêzên Siyasî ya Rojhilatê Kurdistanê, der barê xwepêşandanên li navçeya Awdanan a Rojhilatê Kurdistanê ya ji ber protestokirina rewşa xirab a rêyên sînor de daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku xwepêşandan rastî destwerdana tund a hêzên ewlehiyê yên rejîmê hatin û hewl dane xwepêşanderan bitepisînin.
‘Xwepêşandanên Awdananê veguherî deng û rengên siyasî yên li dijî hikûmetê’
Hevpeymaniya Hêzên Siyasî ya Rojhilatê Kurdistanê, di daxuyaniya xwe de diyar kir ku ev bûyera trajîk careke din nebûna xizmetên awarte, rêyên trafîkê yên ne-standard û bêberpirsiyariya saziyên peywendîdar kir mijara balkêşiyê û di nav xelkê Awdananê de pêleke hêrs û nerazîbûnê derxist holê û wiha got: “Lêbelê, xwepêşandanên Awdananê yên duh bi tenê bi daxwaza hesabpirsînê ji bo trajediyê sînordar nebûn, di demeke zû de vegeriya deng û rengên siyasî yên li dijî hikûmetê.
Kurdên li seranserê welat rastîya ku Tehran çavkaniya hemû qeyranan û hemû gefên li ser jiyan û ewlehîya wane, tecrûbe kirine. Her wiha têgihiştine ku di nav vê rejîmê de perspektîfeke zelal ji bo reform û bidawîanîna alozî, qeyranan û êşê tune ye. Ji ber vê yekê dengên li dijî rêyên xirab û rêvebirên gendel di hedefgirtina tevahiya rejîmê de zû bi ser ketin.”
Hevpeymaniya Hêzên Siyasî ya Rojhilatê Kurdistanê, sersaxî ji bo malbatên kesên ku di karesata Awdananêde jiyana xwe ji dest dane xwest û piştgiriyaxwe jixwepêşandan ûdeng bilindkirina gelêbi êş ya Awdananê reragihand.
Banga piştgiriyê
Hevpeymanî, bang ligelê seranserêRojhilatê Kurdistanêkir ku piştgiriyêbidin gelêAwdananê ûpiştgirîya xweya jibo wannîşan bidin. Hevpeymanî, her wiha bangli rêxistinêncivaka sivîl,rêxistinên mafênmirovan ûdezgehên ragihandinêkir ku didemeke ku Tehran biqutkirina înternetêhewl didedengê zarokênwelat bêdengbike de, balê bikişîninser Awdananêû bûyerênli wir.