Gel guh neda êrişan: Bi coş gihiştin Bendava Tişrînê
Bi hezaran kesên ku ji bo xwedî derketina li ax, av û şervanên QSD û YPJ xwe ber bi Tişrînê ve birê ketin, ruxmê êrişên dewleta Tirk û birîndariyên çêbûn jî bi coşekê mezin gihiştin bendavê.
Tişrîn – Bi hezaran kesên ku ji bo xwedî derketina li ax, av û şervanên QSD û YPJ xwe ber bi Tişrînê ve birê ketin gihiştin bendavê. Di kêliyên ku ber bi bendava Tişrînê dimeşiyan de dewleta Tirk êriş bir ser girseyê. Di êrişan de birîndarî çêbûn. Gel bi biryardarî meşa xwe domand û gihişt Bendava Tişrînê.