‘Gefên li ser Şengalê berdewam dikin divê statuya xweseriyê bê dayîn’

Komîsyona Jinan a KNK’ê bi boneya salvegera Jenosîda Şengalê daxuyaniyek da, bal kişand ser qirkirina çandî û fîzîkî ya li ser jinên Êzidî û li ser girîngiya xweseriyê ji bo ewlehiya pêşeroja herêmê.

Navenda Nûçeyan – Komîsyona Jinan a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bi boneya 12’emîn salvegera Jenosîda Şengalê daxuyaniyek nivîskî weşand û diyar kir ku armanc bi komkujiyan tunekirina nasnameyê bûye. Di daxuyaniyê de kesên ku di jenosîdê de jiyana xwe ji dest dane hatin bibîranîn û bal hat kişandin ku gefên li ser gelê Êzidî hê jî berdewam dikin.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku di 3’ê Tebaxa 2014’an de li Şengalê du komkujî di heman demê de pêk hatine û ev tişt hatin gotin: "Armanc tunekirina fîzîkî ya Êzidiyan û qirkirina çandî bû bi riya komkujiya li ser jinên Êzidî. Jin hilgirên çand û nasnameya Êzidiyan bûn. Armanc ne tenê tunekirina fîzîkî ya Êzidiyan bû, armanc ew bû ku bi tevahî ji ser rûyê erdê tune bibin."

‘Jinên Êzidî rastî êrîşên herî hovane hatin’

Komîsyona Jinan a KNK’ê destnîşan kir ku Êzidiyan tevî hemû zehmetiyan bi berxwedana xwe ya bi hezaran salan dikaribûne cewhera rastîn a nasnameya Kurd li wê herêmê biparêzin û wiha domand:

"Ji ber vê sedemê, jinên Êzidî rastî êrîşên herî hovane yên sedsalê hatine. Jinên Êzidî hatine revandin, rastî tecawiz û îşkenceyê hatine, li bazarên koleyan hatine firotin. Bi hezaran jin hê jî winda ne. Qirkirina 3’ê Tebaxa 2014’an di bin sîwana DAIŞ’ê de hat kirin. Di rojên dawî de, li dora Şengalê bi hinceta pevçûneke Şîa-Sunnî gefek derdikeve holê. Lê belê ev ne di serî de li ser navê Îslama Şîa yan Sunnî ye. Li ser desteserkirina kontrola herêmê di çarçoveya armancên stratejîk ên nû de ye."

Şengal û têkoşîna jeostratejîk

Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser girîngiya erdnîgariya Şengalê ku Bakur, Başûr û Rojavayê Kurdistanê bi hev ve girê dide û hat gotin ku ev der herêmeke di bin çavdêriya hêzên cîhanî de ye. Her wiha hat destnîşankirin ku ji bilî alîkariya mirovî, tu hikûmet an parlamentoyek ku jenosîdê nas bike, tedbîrên siyasî ji bo misogerkirina pêşerojek ewle ji bo Êzidiyan negirtiye.

Banga xweserî û edaletê

Di dawiya daxuyaniyê de daxwaza rêxistinên jinan û civaka sivîl hat ziman û bi vê bangê bi dawî bû: “Divê di çarçoveya zagonî ya Iraqê de statuyek xweser ji Şengalê re bê dayîn. Jinên Êzidî yên winda werin dîtin û kesên ku komkujî teşwîq kirine û pêk anîne werin darizandin. Hikûmet û parlamentoyên ku jenosîdê nas dikin divê bi riya hikûmeta Iraqê di qada dîplomatîk û siyasî de rolek bilîzin da ku Êzidî xweseriyê bi dest bixin. Ji bo ku Êzidî bikaribin xwe biparêzin û bi awekî azad, bawerî û çanda xwe pêk bînin; divê Şengal bibe herêmeke xweser."