Foza Yûsif: PKK'e ketiye pêvajoyeke nû
Endama Konseya Serokatiyê ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Foza Yûsif diyar kir ku PKK'ê bi têkoşîna xwe û nirxên ku afirandî hebûn û nasnameya gelê Kurd xistiye bin termînatê.

Navenda Nûçeyan – Endama Konseya Serokatiyê ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Foza Yûsif li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal X der barê daxuyaniya Konseya Kongreya 12'emîn a PKK'ê de parvekirin kir.
Parvekirina Foza Yûsif wiha ye: “Bi biryareke dîrokî, têkoşîna bêhempa ya PKK'ê ketiye pêvajoyeke ji nû ve jidayikbûnê. PKK'ê bi têkoşîna xwe û nirxên ku afirand hebûn û nasnameya gelê Kurd xist bin temînatê. Niha, bi 'Avakirina Civaka Demokratîk', Kurd dê pêşengiya Ronesansa Rojhilata Navîn bikin. Meşa pîroz a PKK'ê vediguhere maratonek."