Foza Yûsif: Em bang li hêzên Kurdistanî dikin ku seferberiya giştî ragihînin
Endama Desteya Serokatiya PYDˊê Foza Yûsif, li ser hesabê xwe ya X’ê peyamek parve kir û got: “Em bang li hêzên Kurdistanî dikin ku seferberiya giştî ragihînin, ji ber ku Kurdên li Rojava rûbirûyî xeteriya qirkirinê ne."
Navenda Nûçeyan- Endama Desteya Serokatiya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Foza Yûsif, di parvekirina xwe ya li Xˊê de bang li hêzên Kurdistanî kir ku seferberiya giştî ragihandin û ji gelê Rojava xwest ku li hember îhtîmalên xeteriya qirkirinê amade bin.
Foza Yûsiv di parvekirina xwe ya li Xˊê de got: "Li gel ragihandina agirbestê ji hêla rêveberiya Şamê ve, lê ew pabendê nabe. Li Şedad û Eyn Îsayê pevçûn hene, ji lew re divê gelê me li hember tevahî îhtîmalan amade be. Em bang li hêzên Kurdistanî dikin ku seferberiya giştî ragihînin, ji ber ku Kurdên li Rojava rûbirûyî xeteriya qirkirinê ne."