Bihayê malzemeyên dibistanê barê malbatan duqat dike
Bi nêzbûna sala xwendinê re, bihayê malzemeyên xwendinê li Îranê çend qat zêde bû. Qeyrana aborî ne tenê dibe sedem ku malbat nikaribin malzemeyan bikirin, di heman demê de xwendekaran ji derfetên perwerdeyê jî bêpar dihêle.
Navenda Nûçeyan – Bi nêzbûna sala xwendinê re, bihayên kelûpelên dibistanê pir zêde bûye, malbatan nikarin malzemeyan bikirin. Ev yek jî vegera zarokan bo dibistanê girantir dike û dibe pirsgirêkeke mezin a aborî.
Her çendî bihayê hinek kelûpelên dibistanê li gorî sala borî ji sedî 50 heta ji sedî 100 zêdetir bûye jî CEO’yê Komeleya Kelûpelên Nivîsgehê ya Îran-Îslamî ragihand ku bihayê kaxez û pelan sê qat zêdetir bûye. Her wiha bihayê hinek berheman bi qasî ji sedî 50 heta ji sedî 200 bilind bûye. Di heman demê de, lêkolîneke bazirganî nîşan dide ku selika kirîna navînî ya kelûpelên dibistanê ji sedî 52 kêm bûye.
Mehdî Kalantarî di hevpeyvîneke xwe ya bi ‘Iran Watch’ re diyar kir ku ji ber cudahiyên di navbera berheman de, ne mimkun e ji bo zêdebûna bihayê li seranserê bazarê ravekirinek navînî ya yekane were dayîn.
Hilberîna ku ji herêmên derve peyda dibe
Li gorî gotina Mehdî Kalantarî, hinek berhemên li sûkê ji stoka sala borî ne û bi bihayên kevin tên firotin lê berhemên nû bi lêçûnên hilberîn û hawirdekirinê yên bilindtir ketine sûkê. Ev rewş dibe sedem ku berhemên wekhev bi bihayên cuda di sûkê de werin pêşkêşkirin.
Her wiha hilberîna navxweyî bi qasî ji sedî 60 bazara kelûpelên dibistanê pêk tîne. Lênûs, pênûs, pênûsên boyaxê û jêbir bi piranî li welat tên hilberandin lê çente, pirtûkên berg-hişk û berhemên dibistanê yên xemilandî zêdetir bi derve ve girêdayî ne, gelek ji wan ji Çînê tên.
Pêdivî bi yekcarî nayên bicihanîn
Di heman demê de, Mehrdad Elîpour Harîsî, profesorek li Zanîngeha Tehranê û çalakvanek di qada kelûpelên dibistanê de ye, bi riya hevpeyvînek bi “Dunya El-qtîsad” re ragihand ku di selika kirînê de ji sedî 52 kêmbûnek çêbûye. Li gorî daneyên ku ji hezar û 800 yekîneyên bazirganî hatine bidestxistin, malbat ji kirîna kelûpelên dibistanê yên yekcarî di destpêka sala xwendinê de, ber bi kirînên biçûktir û gav bi gav ve çûne. Ev tê wê wateyê ku li şûna kirîna hemû pêdiviyên xwendekarek di carekê de, pêşî tiştên bingehîn tên kirîn û kirîna materyalên din ji bo demek paşîn tê hiştin.
Ev guhertina tevgerê ne nîşaneya kêmbûna pêdiviyên xwendekaran e, belkî nîşaneya kêmxurtbûna kapasîteya darayî ya malbatan e. Dema ku bihayê defter, kaxiz û tiştên din ên bingehîn zêde dibe, malbatên ku dahata wan bi rêjeyî zêde nabin, neçar in ji bo hewcedariyên zarokên xwe sînoran çêbikin.
Ji bo malbatên ku gelek xwendekarên wan hene, zexta darayî zêdetir dibe. Mesrefa kirîna lênûsan tenê beşek ji lêçûnan e; malbat neçar in çente, pêlav, cil û bergên dibistanê, pirtûk û pereyê ji bo heqê rê jî bidin. Di rewşên wiha de, malbat tiştên ku berê mane bi kar tînin an jî berhemên erzantir hildibijêrin.
Bandora bihayê zêde
Encamên vê qeyranê ne tenê bi bazara kirtasiyeyê ve sînorkirî ne. Kêmbûna hêza kirînê rasterast bandorê li ser ezmûna perwerdeya xwendekaran dike. Xwendekarên ku malbatên wan nikarin bi tevahî alavên pêwîst peyda bikin, dibe ku bi çavkaniyên kêmtir dest bi xwendinê bikin û ji hinek derfetên perwerdeyê bêpar bimînin.
Li aliyê din, kêmbûnê daxwazên li ser bazarê jî zext kiriye. Raporên li ser bazara kaxezan nîşan didin ku bilindbûna biha, bûye sedem ku geşbûna asayî ya vê bazarê di dema vekirina dibistanan de kêm bibe û malbat tiştên divê bikirin paşve bixin. Zêdebûna bihayê kaxez di mehên dawî de hişyariyek da ku berdewamiya vê meylê dikare qadên perwerde û weşanê bixe bin metirsiyê.
Di bin van mercan de, vekirina dibistanan êdî ne tenê tê wateya vegera zarokan a polê; ew di heman demê de bûye pirsgirêkek aborî ya giran. Kêmbûna kirînê nîşan dide ku para perwerdeyê di lêçûnên malbatan de kêm dibe. Ger ev rewş berdewam bike, ev yek dikare ferqa di navbera xwendekarên xizan û dewlemend de kûrtir bike