Fîlmê Şahbanûya Pembo li festîvala Mexrîbê bû yekemîn

Fîlmê Sûdanî "Şahbanûya Pembo" ku çîroka keçeke gundî ya li dijî talana jîngehê û guhertina tovên genetîk têdikoşe vedibêje, di 15'emîn Festîvala Fîlman a Mexrîbê de Xelata Mezin stend.

Navenda Nûçeyan – Fîlmê "Şahbanûya Pembo" çîroka keçeke gundî ya ciwan vedibêje ku rasterast bi guhertinên kapîtalîst ên ku gefê li jîngeha wê dixwin re rû bi rû dimîne û ji bo parastina maf û pêşeroja çandiniyê ya bajarê xwe têdikoşe.

Fîlmê Sûdanî yê ku derhêner Suzanna Mirghanî ye, di 15. Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Mexrîbê ya li Wicde hat lidarxistin de, Xelata Mezin girt.

Fîlmê ku Mehad Murtada, Rebîha Mihemed Mehmûd û Haram Beşîr tê de rol digirin, çîroka Nefîsayê vedibêje. Nefîsa, keçek gundî ye ku ji bo parastina zevî û pêşeroja çandiniyê ya gundê xwe li dijî karsaziyek ku hewl dide tovên pembû yên genetîka wan hatine guhertin ferz bike, şer dike. Fîlm nakokiya di navbera rastbûn û îstismara jîngehê de temsîl dike û rola pêşeng a jinan a di civakên gundan de destnîşan dike.

15’emîn Festîfala Fîlman a Navnetewî ya Mexrîbê, malovaniya pêşbaziyek dijwar a di navbera komek kesayetên pêşeng ên sînemaya Mexrîb û Ereb de kir. Lê belê, "Şahbanûya Pembo" bi saya vîzyona xwe ya derhênerî ya cihêreng û mijara xwe ya mirovî û jîngehê ya lezgîn ku hem ji bo juriyê û hem jî ji bo temaşevanan bi heman rengî deng veda, karî di nav fîlmên beşdar de derkeve pêş.