Fikarên darvekirinê zêde dibe

Li Îranê du girtiyên siyasî, piştî erêkirina hûkmê Dadgeha Bilind hatin darvekirin. Ev darvekirin, fikarên derbarê rewşa girtiyên siyasî û kesên di xwepêşandanên dawî de hatine binçavkirin zêde kir.

Navenda Nûçeyan – Îro 30’ê Adarê, roja Duşemê ajansa Nûçeyan a girêdayî dadweriya Îranê, ragihand ku Akbar Daneşverkar û Mihemed Taqavi-Sangdehi vê sibehê hatine darvekirin.

Li gorî raporên Saziyên Mafê Mirovan ku berê hatin weşandin, her du girtî li gel çar girtiyên din ên siyasî, di 1’ê Kanûna 2025’an de ji aliyê Şaxa 26’an a Dadgeha Şoreşa Tahranê ve di serokatiya dadger Îman Efşar de mehkûmî darvekirinê hatibûn kirin. Ji ber sûcên ‘başdarî çalakiyên terorê bûne’ û ‘li dijî dewletê serhildana bi çek’ hatin darvekirin.

Rêxistina Efûya Navneteweyî berê hişyarî dabû

Di nav de rêxistina Efûya Navneteweyî, saziyên cûda yên mafê mirovan, berê hişyarî dabûn ku ev girtî di pêvajoyek ne edlî ya darizandinê de derbas dibin. Diyar kirin ku di pêvajoya binçavkirinê de, ji bo bi zorê îtiraf bike zextê lê tên kirin û xwegihandina parêzerên serbixwe hatiye qedexekirin.

Di hefteyên dawî de, hemwext bi destpêkirina êrîşên di navbera Îran û Îsraîl ê de, di xwepêşandanên meha Çileyê de hinek kesên ku hatine binçavkirin, ji heman sûcan hatine darvekirin. Ev rewş rê li ber zêdebûna fikarên derbarê rewşa girtiyên siyasî û kesên ku di demên dawî de hatine binçavkirin vekir.

Fikarên derbarê darvekirina girtiyan de zêde bûye. Li gorî aktivîstên mafê mirovan, ev pêkanîn bi taybet di serî de kesên ku di xwepêşandanên dawî de hatine girtin, jiyana girtiyên din ên siyasî di metirsiyek mezin de dihêle.