Ta û derzî çeka wan a li dijî rêgiriyê ye
Li Suwedaya ku di bin dorpêç, gefa ewlehiyê, hilweşîna xizmetan de tengav bûye, jin bêdeng û wek hêzekê derketin holê, barê jiyanê bi biryardarî û sebrê girtin ser milê xwe, bi ta û derzî vejînê pêk tînin.

ROŞÊL CANYOR
Suweyda – Di nava tayê qumaş, sînger, bêhna dermanan û qêrînên birîndaran de jinên Suweydayê, çîrokek berxwedanê nexşandin. Tayek ji hêviyê, bi germahiyek ji destê wan derdikeve... ya ku ew dikin êdî ne piştevaniyek xwecihî ye, çalakiyek netewî û mirovî ye jî. Qehremaniyê ne bi çek û hêzê, têkoşînek bi sebrê, ked û fedekariyek nû pênase kirin.
Jinên Suweydayî, di navbera tirs û dorpêçê de, ji tinebûnê jiyanê ava kirin. Hinekan ta û derzî girtin destê xwe ji qûmaş û sîngerên kevin betanî û doşek çêkirin, hinekan jî helwdanên dilxwaziyê dan destpêkirin, cil kom kirin, ji hev qetandin, ên kevin vegerandin û ji bo bedenên westiyayî germahiyek nû dan qezenckirin. Yên din jî li cihên nêzî xeta çeperan, alîkariya yekem kirin, birîndar bi amûrên kevnar pêçan, di bin bombebaranan de birîndar gihandin nexweşxaneyên netewî yên ku hatine dorpêçkirin.
Projeyek ji nebûnê derketiye; ta û derzî
Di demeke ku zarok zaroktiya xwe winda kirin, birçîbûnê rûmet tine kir de, çeka jinan ta, derzî û potên pêçanê ye. Têkildarî mijarê, Rîca Arîza yek ji damezrînerên înîsiyatîfa jinan a biçûk ku di nava dorpêçê de derketî ye, wiha dibêje: “Em li Suweydayê çend jin in. Em hewl didin pêdiviyên malbatên ku neçar mane ji gundên xwe koç bikin, pêk bînin. Hejmara kesên koç kirine ji 170 hezarî derbas kir, lê belê ne derfetên me yên madî hene, ne jî em dikarin ji derve alîkarî bigrin. Ji ber vê yekê em sînger û qumaşên kevin vedigerînin, em dikin doşek, betanî û balif û em didin hewcedaran. Em bi jinên taxê re hatin ba hev, ji destê kê çi hat, da. Hinek ji me dizanîn bidrûn, hinek ji me dema xwe dan. Ji ber ku ceyran tunebû, mekîneyên me yên dirûtinê jî bi hêza dest dixebitin. Hema bêje di destê me de tiştek nebû, lê belê me ji tinebûnê gelek tişt ava kir.”
‘Çeka me ta û derzî ye’
Inate Kemal ku beşdarî projeyê bûye wiha got: “Çeka me ta û derzî ye. Me bi fikrek biçûk destpê kir. Me xwest em ji kur û birayên xwe yên li çeperê re bibin alîkar. Em çek hilnagirin, em bi rêbazên xwe şer dikin, diparêzin, destek dikin û jiyanê didomînin. Ev şerê sebrê û berxwedanê ye, şerê jinên ku teslîmbûnê red dikin e.”
Selika başiyê
Berpirsa beşa cilan a saziya xêrxaziyê ya Suweyda ya ‘Selika başiyê’ Besma El-Hesen aliyek din ê piştevaniya jinê tîne ziman û wiha dibêje: “Mêr ji bo parastina xakê li çeperan in, jin jî hêzek destpêkê bêdeng û bi bandor bû. Ji bo parêzvanan xwarinê çêdikin, nexweşxaneyan paqij dike û birîndara pêşwazî dikin. Dema pevçûn kêm dibû, dadiketin qadan, bajarê xwe cardin vedigerandin jiyanê. Piştre me berê xwe da xebatên rêxistinan. Weke komele em ji gel bexşînan kom dikin. Di destê kê de çi hebe tîne, em cilan cûda dikin, yên werin bikaranîn em belav dikin, yên ku kevin bûne û qetiyane em navêjin, em wan vedigerinin, dikin doşek, betanî û balîf. Em tiştek îsraf nakin. Ji ber ku her perçeyek qumaş, dibe ku germahiyê bide mirovek din.”
‘Ya em dikin ne alîkariyek ji rêzê ye, berxwedanek rast e’
Besma El-Hesen wiha behsa cesareta jinên gundan dike: “Rola jinan ne tenê alîkariyên mirovî ye. Di kêliyên xeteriyê de wêrek nêz bûn. Carekê dema DAIŞ’ê êrîşî gundek kir, li wê derê tenê 6 mêr hebûn. Jin derketin ser banên malê dest bi tilîlî, gotina stranan û qêrînan kir. Êrîşkeran wisan zanîn ku gund tije ye û ji tirsan reviyan. Wê rojê dengê jinan wek çekê bû, çekek ku ji cesaretê derdikeve. Ya ku em dikin ne alîkariyek ji rêzê ye, berxwedanek rast e. Li dijî dorpêçê em bi xebat, li dijî xizaniyê bi avakarî, li dijî bêhêvîbûnê bi têkoşînê bersîv didin.”
Di dema xeteriyê de alîkariya destpêkê
Sûda jinên Suweyda tenê bi alîkarî û dilxwaziyê sînordar nîne. Jinan, di nava şer de rasterast di têkoşîna mirovî de cih girtin. Hemşîreya dilxwaz Mîrna Îştî wiha got: “Di demên zor de herkesî hewl da çi ji destê wan were bikin. Ez alîkariya destpêkê ya birîndaran dikim, pansuman dikim, tansiyon û şekir dipîvim û nexweşiyên kronîk dişopînim. Di nava dorpêç û êrîşan de me birîndar ji malên wan dibir nexweşxaneyên netewî. Dema rewş kêmek aram bû, me xalek biçûk a tenduristiyê ava kir. Ji bijîşk û hemşireyên dilxwaz pêk dihat. Me birîn dipêçan, nexweş dişopandin û derman û piştevanî dikir. Derfetên me sînordar bûn, lê belê biryardariya me ya alîkarîdayînê, ji hemûyan mezintir bû.”
Mîrna Îştî vê ceribandinê wek dibistana mirovî pênase kir û wiha pê de çû: “Mirov ji me ji dermana zêdetir li benda baweriyê bû. Jinên Suweydayê nîşan dan ku di dema şer de merhemet, wek çekê bi hêz bû.”
Rûyê jinê yê berxwedanê
Îro jinên Suweydayî, tevnek ku bi sebir û berxwedanê hatî nexşandin ava dikin. Ji sîngerên kevin betanî çêdikin, ji qumaşên kevin bûne doşek û balîf çêdikin, alîkariya birîndaran dikin, ji parêzvanan re xwarinê çêdikin û destekê didin hevdû. Ji destê wan ê xizan karên mezin derdikevin. Ev dengê jinan ku ji nava diwarên malên biçûk derketin, wate dide jiyana yên din. Xebatên jinan ên asan tên dîtin, vegeriya van torên rizagriya mirovî ku parastina aramiya civakê dikin. Êdî li Suweydayê dirûtin, hemşîretî û keda dilxwaz, bûye sembola berxwedana sivîl a bajarek di dorpêçê de. Mirovatiya ku şer hilweşandiye, bi destê jinan ji nû ve teşe digre.