Fermana 74’an, koç, veger: Em hestiyên xwe û esîrên xwe dixwazin
Li Şengalê her mirovek, her darek, her kevirek şahidî ji komkujiya herî mezin a sedsala 21’an re kirin. Nisbet Suleyman a 3’ê Tebaxa 2014’an jiyaye dibêje: “Hestiyê bira û zarokên birayên min hîn jî wenda ye. Em tenê hestiyên xwe û êsîrên xwe dixwazin.”

CîHAN ZEMO
Şengal – Her tişt bi dengê guleya yekem ku di sibeha 3’ê Tebaxa 2014’an de li kolanên bêdeng ên Şengalê deng veda guherî. Ew roj ne tenê êrîşek e, di heman demê de planek sîstematîk ê wêrankirinê yê li dijî hebûna miletek ket meriyetê ye jî. Bi dehan gundên Êzîdiyan hatin dorpêçkirin, mêr hatin îdamkirin, jin hatin kolekirin, zarok hatin revandin.
Lê belê gelê Şengalê ne tenê ji ber berxwedana xwe, di heman demê de ji ber ku berxwedana xwe bi jiyaneke nû tacîdar kir, di dîrokê de cîh girt. Ev têkoşîna mezin a ku 11 salan dewam kir, bû sedem ku Şengal parastina xwe û rêveberiya xwe ava bike. Bi vî awayî, gelê Êzidî ne tenê bersîva herî xurt da DAIŞ’ê, di heman demê de bersiva herî xurt da sîstema ku DAIŞ’ê afirand: îradeya xwerêveberiyê. Bi nêzhatina 11’emîn salvegera Fermana 3’ê Tebaxa 2014’an civaka Êzîdî wan rojên bi êş carek din bibîr tînin. Di bajarê Şengalê de liv û tevgerek bêdeng heye. Di rûyên her kesî de hêrs û xemgîniya roja fermanê...
‘Li vir li her malek çîrokek fermanê we pêşwazî dike’
Hun li vir ji kê bipirsin hîn jî êşên fermanê wekî roja destpêkê jiyan dikin. Jixwe jibîrkirin ne pêkan e. Ji ber ku di her malbatê de yan êsîrek, yan kuştiyek yan jî hîn kesên aqûbeta wan nediyar hene. Di hinek malbatan de jî hemû bi hev re ango him êsîr, him kuştî him jî kesên ku hîn jî aqûbeta wan nediyar hene. Ji xwe pêwîst nake em vebêjin; bajar û gundên di nav kavilan, gorên komî ku li her derê wekî wijdan û şerma mirovahî tên pêşiya me, her tiştî vedibêjin. Li vir di her malek çîrokek fermanê we pêşwazî dike. Tiştê tên behskirin, bişibin hev jî jiyan kirin û hîskirina wan bê tarîf e. Em bi yek ji wan kesên ku ji wê dojehê rizgar bûne re axivîn. Jinek ku piştî salan bêdengiya xwe şikand. Ne tenê şahid; bîranînek, birînek, çîrokeke jiyan û ji nû ve avakirinê jî. Nisbet Suleyman jî yek ji wan kesane ku di fermana 74’an dikeve destê DAIŞ’ê û hemû malbata wê bi destê DAIŞ’ê tê qetilkirin. Bi nêzhatina 11’emîn salvegera Fermana 3’yê Tebaxa 2014’an me xwest çîroka Nisbet Suleyman bi we re par ve bikin.
‘Jinên temen mezin birin bajarê Badûşê’
Nisbet Suleyman a ku niha 27 salî ye bi eslê xwe ji gundê Koço ye. Piştî ku dizewice tê gundê Tilqeseb. Dema ferman radibe li gundê Tilqeseb e. Nisbet Suleyman dibêje ku beriya fermanê wan qet navê DAIŞ’ê nebihîstibûn û wiha behs dike: “Me nizanibû DAIŞ dê êrîşî me bike, ji ber vê jî me tu tevdîr negirtibû. Roja 3’yê Tebaxê danê sibê seat derdora 8’an de DAIŞ’ê bi ser gundê me de girt. Ji ber ku erebeya me tunebû, em bi piyan reviyan. Dema em gihîştin lofên Şengalê, DAIŞ gihîşt me û em girtin. Yekemîn em birin nifûsa Şengalê û li wir jin, mêr û zarokan ji hev cuda kirin. Di derengiya şevê de ez û keçek ji gundê me û xwîşka hevjînê min di nav de jinên ciwan, me ji yên din veqetandin û em birin bajarê Beacê. Dema xwestin me bibin du dayîkên temen mezin xwestin ew jî bi me re werin lê çeteyên DAIŞ ê bi silehên di destê xwe de li wan da û nehîştin bi me re werin. Jinên temen mezin birin bajarê Badûşê. Em şevekê li Beacê man. Paşê me birin Mûsil ê û em qasî 3 mahan li Mûsilê man.”
‘Telefon ji me stendin’
Nisbet diyar kir ku rojên pir zehmet bûne û wiha pê de çû: “Em gelek ditirsiyan. Her tim dihatin di nav me de digeriyan da ku keçên hîn temenê wan zarok bû, dîsa jinên ciwan ji xwe re bibin. Piştî vê, me birin Tilaferê. Li vir mêrên ji me qutkiribûn birin derek cuda, di nav wan de hevjînê min jî hebû. Dema em li wir bûn, malbatek ji cem me reviya. Piştî reva malbatê hatin, bi hinceta ku li cem me telefon heye îşkence li me kirin û gefa mirinê li me xwarin. Me bi zehmetî bi wan da bawerkirin ku telefon li cem me nîne. Li wir xwestin xwişka hevjînê min bi xwe re bibin. Xwişka hevjînê min astengdar bû ne diaxivî. Piştî ku fam kirin astengdar e, wê vegerandin.”
‘Em her li riya rev û xilasbûnê digeriyan’
Dema Nisbet Suleyman bi malbata xwe re li Tilafer tê girtin, çeteyên DAIŞ’ê dixwazin wekî koleyan çend malbatan di karên xwe de bide xebitandin. Nisbet dibêje ji xwe tu şansê me yî bijartinê tunebû û wiha berdewam dike: “Hatin gotin heke hûnê karê me bikin em ê kar bidin we. Darên zeytûnan û sewalên wan ku ji xelkê girtibûn hebûn, dixwestin em li wan mêze bikin. Li wir hevjînê min ji wan re got ‘heke hûn min ji malbata min qut nekin ezê her karê we bikim’. Bi vî awayî me çend malbatan birin ji bo karên xwe. Dema em li wir bûn, em li her riyekê digeriyan da ku birevin û xwe xilas bikin. Hevjînê min û mêrên malbatên din bişev ji mal derdiketin ku riyeke revê bibînin. Çeteyan her gefa ku heke em birevin ew ê me bikujin dixwarin. Carekê çeteyan erebeyek anî û gotin deriyê wê vekin. Dema hevjînê min deriyê erebê vedike dibîne ku zilamekî temen mezin bi awayekî hovane hatiye qetilkirin. Çeteyan gotin ku ev kes xwestiye bireve lê wan wî girtiye û kuştiye. Bi vî awayî dixwestin me bitirsînin da ku em nerevin. Ji xwe di keliya peşîn de misilmantî li ser me ferz kiribûn. Me jî ji tirsa bi awayekî şeklî qebûl kiribû. Dema wisa gef li me xwarin hevjînê min ji wan re digot ‘êdî em jî ji we ne, em qet narevin’ û hwd. Bi vî awayî 3 mehên me li wir derbas bûn.”
Jinek ciwan û ducanî...
Nisbetê da zanîn ku wê demê ducanî bûye, zarokên wê yên din jî gelekî biçûk bûne û wiha got: “Êdî zivistan hatibû hewa sar bûbû. Rojekê me amedakariyê xwe kir ku em birevin. Wê rojê kesek li derdor tunebû. Seat 7’ê êvarê em ketin rê. Heta ber destê sibê em geriyan negeriyan lê me tu rê peyda nekir. Em mecbûr man dîsa vegerin. Ji bo şik nekin ku em reviyane, me mal wekî her dem hiştibû lê em dîsa jî gelekî ditirsiyan. Ji ber her tim dihatin me kontrol dikirin ka em reviyane yan na. Me dît kesek li derdorê nîne berî ku bi me bihesin em vegeriyan malê.”
‘Ji bo zarokên min deng nekin min hebên xewê dan wan’
Hewldana yekem her çiqas ne serkeftî be jî Nisbet û hevjînê wê dest ji fikra revê bernadin. Piştî 4 rojan biryar didin ku dîsa birevin. Nisbet dibêje heke bên girtin teqez wê bên kuştin lê jixwe her kêliyê jiyana wan a li wir wekî mirinê ye û wiha berdewam dike: “Piştî 4 rojan me dîsa firsendek dît ku em birevin. Zarokên min biçûk bûn, ji bo ku di rê de negirîn û çete bi me nehesin min hebên xewê dan wan. Şev bû em ketin rê. Piştî meşa bi seatan serê sibê me xwe gihand cihekî ewle û em wisa rizgar bûn. Piştî em rizgar bûn em derbasî Zaxoyê bûn û em li vir bi qasî 2 salan man. Ji wir jî em derbasî kampa Qadiya bûn.”
Nispet û hevjînê xwe bi cesaretek mezin direvin û xwe ji destê DAIŞ’ê rizgar dikin lê belê ji malbata xwe demek dirêj tu agahî nagre. 7 salan di kampan de jiyanek têra xwe zehmet dijî. Piştî demekê hêdî hêdî dibhîze ku ji malbata wê ji xeynî birayek wê kesek nemaye, hemû hatine qetilkirin.
Piştî 7 salan vegera li Şengalê...
Nisbet tîne ziman ku vegera Şengalê ji bo wê pir zehmet bûye. Ji malbata wê ya nêzî 20 kesan pêk tê kesek sax nemaye, hinek hîn di destê DAIŞ’ê de ye, yên din jî li cihên cuda cuda hatine qetilkirin. Nisbet wiha bahsa malbata xwe dike: “Di malbata me de ez û heft bira, dayîk û bav û jinbirayên min û zarokên wan hebûn. Dema fermanê malbata min li gundê Koço bûn. Li gundê Koço çal vekiribûn û bi awayekî komî kesên qetildikirin dixistin van çalan. Bavê min û 5 birayên min bi vî awayî qetil dikin. Birayek min birîndar ji wan çalan direve û wisa xwe xilas dike. Dayîka min bi saxî dikin çalê û wisa qetil dikin. Zarokên birayên min jî wisa qetil dikin. Hîn jî hevjîna birayê min di destê wan de ye, bi qasî ku em dizanin, li Sûriyeyê ye.”
‘Em hestiyên xwe dixwazin’
Nisbet Suleyman tîne ziman ku heta niha tu kesî alîkariya wan nekiriye ku bighên hestiyên malbata xwe. Her sal nêzî salvegera fermanê dewleta Iraqê tê nimûneyên xwînê ji wan digre ku malbata wê tespît bikin, lê hîn jî negihîştiye hestiyê dayîk û 3 birayên xwe. Nispet di dawiya axaftina xwe de wiha dibêje: “Heta niha em tenê gihîştin hestiyê bav û 2 birayê min. Hîn jî hestiyê dayîka min li Bexdayê ye. Hestiyê bira û zarokên birayên min hîn jî wenda ye. Dewlet mesuliyeta xwe bicîh, nayne, her me dixapîne. Ji xwe Iraqê heta niha jenosîda Êzîdiyan qebûl nekiriye. Em tiştekî cuda naxwazin, tenê hestiyên xwe û êsîrên xwe yên di destê DAIŞ’ê de ne dixwazin.”
Wekî tê zanîn hîn jî bi hezaran jinên Êzîdî di destê çeteyên DAIŞ’ê de wekî kole tên bikaranîn û aqûbeta bi hezaran kesan ne diyar e. Li her derê Şengalê gorên komî li benda vekirinê ne.