‘Fermana 74’an bi heman ferasetê li Suweydayê pêk tê’
Berdevka Yekîtiya Jinên Êzîdî ya Rojava YJÊR Hediya Şemo diyar kir ku komkujiya di 3’ê Tebaxê de li Şengalê pêk hat niha bi heman ferasetê li Suweydayê pêk tê û got ku divê hesabên vankomkujiyan bên pirsîn.

NEXEM ÇAÇAN
Qamişlo – Di 3’yê Tebaxa 2014’an de li Şengalê li ser gelê Êzîdî komkujî û qeliamên hovane ji aliyê çeteyên DAIŞ ê ve hatin kirin. Bi hezaran Êzîdî girtin û bi taybetî jin jî di nav de, birin cihên nediyar û heta niha aqûbeta bi sedan kesan nediyar e. Çeteyên DAIŞ’ê bi awayekî hovane bi hezaran jin revandin û firotin.
Berdevka Yekîtiya Jinên Êzîdî ya Rojava YJÊR’ê Hediya Şemo têkildarî salvegera fermana li Şengalê, komkujiyên hovane yên ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hatin kirin, ji ajansa me re axivî. Hediya Şemo ya ku qala salvegera fermana Şengalê kir, da zanîn ku ew kesên ev ferman rakirin nehatine cezakirin û wiha got: “Ev sala 11’ emîn e ku fermana li ser Şengalê pêk hat. Ew kesên ku ev ferman dan meşandin, gelê Êzîdî koçber kirin, jin û keçên Êzîdî revandin heya roja îro nehatine cezakirin. Gelê Êzîdî baweriyê bi çand û ola xwe tînin, ji ber ku ola Êzîdî ola herî kevnar e. Fermana 2014’an wekî fermana despêkê li ser gele Êzîdî hat kirin, li ber çavên cîhanê bi destên dewletên navnetewî ku naxwazin aştî û aramî di navbera gelan de çêbibe pêk hat.”
‘Gelê Êzîdî ji rewşa êş û azar xwe bihêz kir’
Hediya Şemo destnîşan kir ku divê ew fermana li ser gelê Êzîdî hat kirin wekî jenosîd bi awayê fermî bê qebûlkirin û wiha pê de çû: “Kesên ku sûc kirine nehatine darizandin. Komxebat hatin çêkirin ku ew fermana li ser gelê Êzîdî pêk hat, wekî jenosîda fermî were qebûlkirin. Fermana li ser gelê Ermenî di sala 1915’an de piştî 100 salî mikurhatina fermî pê hat kirin. Dewletên navnetewî naxwazin ew kesên ku komkujî li ser gelê Şengalê pêk anîn caza bikin, ji ber ku bi destên wan hat kirin. Rewşa Şengalê jî hatiye guhertin, gelê Êzîdî ji rewşa êş û azar xwe bihêz kirin.”
‘Van kesan bi awayekî hovane êrîş û komkujî domandin’
Hediya Şemo diyar kir ku piştî hilweşîna rêjîma Baasê gel bi hêvî bûye ku Sûriyeyek nû ne navendî were avakirin û hemû pêkhate bi hev re jiyan bikin. Hediya got ku li şûna çareserî bipêş bikeve, ji ya berê xirabtir bûye û wiha berdewam kir: “Kesên ku ew ferman li ser gelê Êzîdî pêk anîn, cilên xwe guhertin û bi awayekî hovane êrîş û komkujî berdewam kirin. Her wiha li peravê li ser gelê elewî carek din pêk anîn û herî dawî li Suweydayê li ser gelê Durzî gelek komkujî hatin kirin. Aramanca van çeteyan, bi riya jin û zarokan, civakê hilweşînin û tune bikin.”
‘Cihê jinên Êzîdî di nava civakê de û di ola Êzîdî de hebû’
Hediya Şemo da zanîn ku jinên Êzîdî ji bo parastina civaka xwe têkoşiyan û cihê xwe tê de girtin û wiha bidawî kir: “Fermana li ser gelê Êzîdî pêk hat giran bû, lê bawerî hebû ku ev ol berdewam bike heya roja îro. Ciyê jinên Êzîdî di nava civakê de û di ola Êzîdî de hebû. Em wek jinên Êzîdiyên Rojava di despêka şoreşê de, me jî milê xwe da milê jinên hemû pêkhateyan ku cihê xwe di nav şoreşê de girtin. Armanca me, avakirina Yekîtiya Jinên Êzîdî û daxwaza me, hemû jin xwe birêxistin bikin.”