Fehîma Hecî Îbrahîm koça dawî kir

Dayika welatparêz Fehîma Hecî Îbrahîm, di 79 saliya xwe de koça dawî kir.

Navenda Nûçeyan- Fehîma Hecî Îbrahîm (Xedîca Remo) a ji gundê Ludika yê girêdayî bajarê Çilaxa, îro di encama nexweşiyên xwe yên domdar de koça dawî kir.

Dayika Fehîma (79) salên 1980’yî de fikra Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nas dike û ji wê demê heta beriya wefata xwe her di nava xebatên cur be cur yên Tevgera Azadiyê de bû.

Dayika Fehîma, di qadên cuda de mîna komîteyên lihevkirinê, komîn û malên gel de xebat meşandin, di nava şoreşa Rojava de beşdarî gelek çalakiyan bû.

Kurê dayika Fehîma yê bin navê Îdrîs Sebrî Bozo (Kanî) di sala 1991`an tev li nava refên gerîlayên azadiyê bûbû û di sala 1993`yan de li çiyayên Kurdistanê jiyana xwe ji dest da.

Cenazeyê dayika Fehîma li Pakrewangeha Şehîdên Sivîl (Leyla Tahir) a li bajarê Qamişlo hate veşartin.