Farah Zeynep Abdullah: Ez xelata xwe ji bo jinên berxwedêr digrim

Farah Zeynep Abdullah a ku xelata Porteqala Zêrîn girt got: “Ez dixwazim vê xelatê ji bo jinên ku di vê pergalê de hewl didin, dixebitin, ji axaftinê natirsin, diwestin lê dest ji xwe bernadin bigrim”

Navenda Nûçeyan – Yek ji festîvalên girîng ên sînemayê yên Tirkiyeyê, Festîvala Fîlm a Porteqala Zêrîn, cara 6’ê hat lidarxistin. Mijara festîvala ku par ji ber nîqaşên sansurê hatibû betalkirin îsal bi “Çîroka me bi hev re” ye.

Di festîvalê de ji bo Farah Zeynep Abdullah û Aras Bulut Îynemlî Xelata Serkeftinê hat dayîn.  Farah Zeynep Abdullah di merasima xelatê de wiha got: “Îro serê min wisa tije bû nikaribûm biaxivim lewre gelek mijar di rojevê de hene. Duh xirab bû, îro xirabtir e... Ez pir ditirsim ku xirabtir bibe. Ez ê tenê çend gotinan bibêjim. Ez ê bi destûra we vê xelatê, dixwazim ji bo jinên ku di pergala di bin serdestiya mêran û mêrperestan de ye; ku em hê nikarin jê re bibêjin bazar jî hewl didin bixebitin, ji axaftinê natirsin, diwestin lê dest ji xwe bernadin bistînim. Gelek spas dikim. Hê gelek tiştên em li ser wan biaxivin hene.”