Li Sûdanê ji ber şewba Kolerayê herî kêm 75 kes mirin
Di şewba kolerayê ya li rojavayê Sûdanê de ku bi lez belav dibe, herî kêm 75 kes mirin û zêdetirî 120 kes jî bi kolerayê ketine.
Navenda Nûçeyan – Li rojavayê Sûdanê şewba kolerayê bi lez belav dibe. Karmendên tenduristiyê hişyarî dan ku ji ber binesaziya tenduristiyê ya qels a welêt û kêmbûna pêdiviyên bijîşkî, şewb dikare bibe krîzeke mirovî ya mezintir.
Li gorî daxuyaniyek ku îro ji hêla karmendên tenduristiyê ve hat weşandin, li herêma îdarî ya Foga ya parêzgeha Kordofana Rojava herî kêm 75 kes mirine û zêdetirî 120 kes jî bi nexweşiyê ketine.
Rayedaran diyar kirin ku her roj bûyerên nû têne tomar kirin û xetera belavbûna şewbê li gund û deverên ku bi bazarên li dora bajarê Foga ve girêdayî ne zêde dibe.
Ji gelê herêmê bangawaziya lezgin
Gelê herêmî ji bo destwerdana lezgîn bang li Wezareta Tenduristiyê ya Federal a Sûdanê û rêxistinên mirovî yên navneteweyî û herêmî kiriye.
Daxwaza piştgiriyê bi şiklê derman, serum, personelên tenduristiyê û alavên bijîşkî yên bingehîn tê kirin, û tekez li ser pêwîstiya kontrolkirina şewbê berî ku belav bibe dike.
Odeya Lezgîn a Kordofana Rojava jî fikarên xwe yên cidî nîşan da û diyar kir ku şewba kolerayê di rojên dawî de li herêma Foga bi awayekî xeternak belav bûye.
Berbi rêbazên kevneşopî ve
Hatiye ragihandin ku li deverên ku şewba kolerayê belav dibe, kêmasiya serum, dermanên bingehîn û personelên tenduristiyê heye.
Ji ber vê yekê, gelek kes neçar in ku ji bo dermankirinê serî li rêbazên kevneşopî û dermanên giyayî bidin.
Şerê berdewam û krîza mirovî
Nakokiya di navbera artêşa Sûdanê û Hêzên Piştgiriya Lezgîn de, ku ji Nîsana 2023’an vir ve li Sûdanê berdewam dike, krîza tenduristî û mirovî ya li welêt hîn girantir dike.
Pispor dibêjin ku şerê berdewam xizmetên tenduristiyê aniye ber hilweşînê û têkoşîna li dijî nexweşiyên vegirtî pir dijwar kiriye.