Fadîle Tok: Em ê xwedî li bang û peyamên Rêber Apo derkevin

Endama Rêveberiya Meclîsa Îştar Fadîla Tok derbarê peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji gelê Mexmûrê re şand de got ku "Em ê xwedî li peyamên Rêber Apo derkevin û pêvajoya aştiyê pêk bînin.”

BERJÎN KARA

Mexmûr – Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo xelkê wargeha Şehîd Rûstem Cûdî ya penaberan peyam şand û tê de têkoşîna gelê Mexmûrê silav kir. Her wiha Ocalan bal kişand ser rola berxwendana gelê Mexmûrê ya di dîrokê de û destnîşan kir ku tevî zehmetî û kêşeyên ku pê re rûbirû mane jî rolek mezin di têkoşîna gelê Kurd de lîstine. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan diyar kir ku rola gelê Mexmûrê di pêkanîna pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk dê mezintir û bandortir be. 

Endama Rêveberiya Meclîsa Îştarê Fadîla Tok derbarê peyamê de ji ajansa me re axivî.

'Riya çareseriyê aştî ye'

Fadîla Tok di destpêka gotinên xwe de destnîşan kir ku peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi kelecan û kêfxweşî pêşwazî kirine û wiha got: "Piştî salên dirêj ji tecrîda girankirî, carek din peyama Rêber Apo gihîşt gelê Mexmûrê. Me jî bi xweşî û kelecanek mezin pêşwazî kir. Ji Mexmûrê heta grava Îmraliyê em silav û hezkirinên xwe ji Rêber Apo û rêhevalên wî re dişînin. Hesreta gelê Mexmûrê û tevahî Kurdistanê ew e ku bi fîzîkî Rêber Apo di nav xwe de bibînin. Rêber Apo pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk da destpêkirin û erka me jî sepandina wî ye. Tevgera Azadiyê bi pêşengiya Rêber Apo carek din dîrok bi berxwedan û lehengiya xwe nûjen kirin. Bi saya fedakariyên şervanên azadiyê em di aştî û aramiyê de dijîn. Rêber Apo bi riya projeya aştiyê çareseriya hemû qatilam û mêtîngeriya ku ser gelan tê meşandin, peyda dike. Her wiha nexşeriya gelan a demokratîk nîşan dide."

'Li hember siyasetên qirkirinê berxwedanî bi ser dikeve'

Fadîla Tok da zanîn ku bi felsefe û ramana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan gel ber bi azadî û aştiyê ve dimeşe û wiha berdewam kir: "Rêber Apo bi fikir û felsefeya xwe, her wiha bi analîzên xwe gelan ber bi azadî û demokarasiyê ve bir. Armanca wî avakirina civakek polîtîk, exlaqî û demokratîk e, ku hemû gel bi netew û rengên xwe tê de bijîn. Hewce ye ku her kesek ji bo demokrasiyê tevdigerin, li dora fikirê Rêber Apo xwe bike xelek û bi hevdu re demokrasî û aştiyê pêk bînin. Rêber Apo projeyên ku pêşkêş dike, li ser rûyê erdê dike meriyetê û li gor berjiwendî û hewcedariyê civakê van projeyan destpê dike. Hêzên hegomanîk li dijî van daxwazan e ji ber vê jî her bi kamplo, êrîş û tecrîdan hewl dane ku projeya aştiyê têk bibin û felsefeya Rêber Apo qir bikin. Lê berxwedan, têkoşîn û lehengî ji van siyasetan mezintir bû."

'Dora dewleta Tirk a pêkanîna aştiyê'

Fadîla Tok anî ziman ku gel li pey şopa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dimeşin û baweriya xwe bi vê felsefeyê tînin, ev jî planên hêzên serdest têk dibe. Fadîla Tok wiha berdewam kir: "Em di riya azadiyê de dimeşin û tu caran gavan paşve navêjin. Lê heta niha beşek ji civakê ji serweriya hêzên hegomanîk û serdestiya wan xwe rizgar nekirine û tevlî xeta azadiyê nebûne. Divê ew jî xwe ji çeperên desthiladariyê rizgar bikin û bi felsefeya azadiyê tevbigerin. Pêwîst e her kesek bi Rêber Apo bawer bin, li gor tevger, têkoşîn, hizrandin û projeyên wî xebatê bimeşînin. Ji bo pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ji hêla Tevgera Azadiyê û Rêber Apo ve gavên erênî hatin avêtin niha dora dewleta Tirk e da ku ev pêvajo cîh bigre."

'Niha dema aştiyê ye'

Fadîla Tok tekez kir ku di hundirê dewleta Tirkiyeyê de gelek alozî û nakokî tên jiyîn û got: "Civaka Tirkiyê bi nakokî û aloziyan re rûbirû ne. Dewleta Tirk jî ji bo van aloziyan veşêre aliyekî êrîşî Tevgera Azadiyê dike, milekî operasyonên girtinê li dijî civakê dest pêkiriye. Li şûna ku dewleta Tirk gavan ber bi aştî û civaka demokratîk ve bavêje ew xwe dûr dixe. Her kes dikare sûd ji projeya Rêber Apo sûd bigre. Em hêvîdar in ku komîsyona li Tirkiyeyê hatiye avakirin xeyalên civakê pêk bîne û hêviyên wan neşkîne. Bila ew erkên xwe yên rast li hemberî civakê pêk bînin. Divê êdî şer û pevçûn li hemû cîhanê û taybet şerê li dijî şervanên azadiyê li çiyan bên rawestandin. Niha dema aştiyê ye."

'Pêkanîna pêvajoya aştiyê dikeve ser milên jinan'

Di dawiya gotinên xwe de Fadîla Tok diyar kir ku divê ji bo pêkanîna projeya Aştî û Civaka Demokartîk di serî de divê girtiyên azadiyê bên serbestkirin û wiha axivî: "Ji bo pêkanîna pêvajoya aştiyê divê girtiyên ji bo nasnameya xwe di zîndanan de liberxwe didin, ji zîndanan bên serbestkirin. Daxwaz û hêviyên civakê ew e ku aştî û aramî li cîhanê bên avakirin. Pêkanîna pêvajoya aştiyê dikeve ser milê civakê bi taybet berpirsyartiya jinan e. Rêber Apo di peyama xwe ji gelê Mexmûrê re şandiye jî diyar dike ku gelê Mexmûrê çawa xwedî li têkoşîna xwe derketin û gihîştin vê astê divê bi vê awayî bidomînin bi taybetî jin. Em ê daxwazên Rêber Apo pêk bînin. Em li hember kêmasiyên ku derketin ji Rêber Apo re rexnedayîna xwe didin. Serkeftin dê yên kesên azadîxwaz be."