Eyşan û du fermanên ku jiyaye

Jina êzidî Eyşan ku di sala 2018’an de ji destê çeteyan hatibû rizgarkirin û derbasê Elmanyayê hatibû kirin, ji ber pêkanînên neyînî yên dijî wê biryara vegera welat da û bi hevkariya Sîwana Jinên Êzidî û TAJÊ vegeriya Şengalê.

CÎLAN ROJ

Şengal – Di 3’yê Tebaxa 2014’an de çeteyên DAIŞ’ê êrişê Şengalê kir. Di komkujiya ku civaka Êzidî weke Fermana 74’an bi nav dike de bi hezaran kes hatin qetilkirin, bi hezaran kes koçber bûn û bi hezaran jin jî dîl ketin destê çeteyan. Eyşan Elî Salih ya ku di Fermana 74’an de ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hatibû revandin, di sala 2018’an de hatibû rizgarkirin û çûbû Elmanyayê vegeriya Şengalê.

4 salên dîl girtî   

Eyşan Elî Salih jî yek ji van jinan e ku roja fermana 74’an dîl dikeve destê DAIŞ’ê. Piştî dîl dikeve çeteyan ew û bi sedan jinên Êzidî dibin Dêra Zorê. Eyşan Elî Salih 4 salan di destê çeteyan de dimîne, rastî gelek îşkence û zilmê tê û di sala 2018’an de ji aliyê şervanên QSD’ê (Hêzên Sûriyeya Demokratîk) û YPJ’ê (Yekîneyên Parastina Jin) ve tê rizgarkirin. Eyşan piştî tê rizgarkirin, radestî malbatê tê kirin û vedigere Şengalê.

6 salên mayîn li Elmanya û vegera Şengalê

Piştî fermanê sazî û dezgehên dewletên navneteweyî bi gotina ‘em ê ji we re bibin alîkar’ gelek jinên Êzidî ku ji destê çeteyan hatibûn rizgarkirin xapandin û derxistin derveyî Şengalê. PDK û dewleta tirk aktorên sereke ya vê lîstikên navneteweyî ne. Bi taybetî piştî fermanê PDK û dewleta tirk di serî de hêzên navneteweyî ji bo valakirina Şengalê, ji aliyê çandî ve qirkirina civaka êzidî di bin navê alîkarî, destekdayîna psîkolojîk de gelek jinên êzidî ku ji destê çeteyan hatibûn rizgarkirin, derxistin derveyî welat yanî birin Ewropayê.

Eyşana ku piştî çar salên dîl girtî dijî mîna ku Fermana 74’an bi polîtîkayên cûda li ser civaka Êzidî hê jî didome, piştî demekê sazî û dezgehên girêdayî dewletên navneteweyî di bin navê destekdayîna derûnî de wê dibin Elmanyayê. Eyşan nêzî 6 salan li Elmanyayê dimîne lê ew sazî û dezgehên ku soza piştgiriyê dabûn jê re nabin alîkar û wê bi tena serê xwe di nexweşxaneya derûniyê de dihêlin. Sîwana Meclisa Jinên Êzidî ya Elmanyayê xwedî li Eyşan derdikeve û di her mijarê de jê re dibe alîkar. Piştî demekê Eyşan biryara bi temamî vegera Şengalê dide û Sîwan jî hemû tiştên wê yên fermî çê dikin û dişînin Şengalê. Lê di vê hemû pêvajoyê de jî Sêwan bi Tevgera Azadiya Jinên Êzidiyê (TAJÊ) re jî pêwendîdar e û bi hevkariya Sêwan û TAJÊ Eyşan bi temamî vegeriya Şengalê, gel xweşik û birayê xwe.

Eyşan di dema gihiştina Şengalê de ji aliyê navenda TAJÊ ya Şengalê ve hate pêşwazîkirin û paşê jî teslîmê malbata wê hate kirin. Eyşana xwe amade nedît ku ji ragihandinê re biaxive.

‘Bi listîkên qirêj ê dijmin nexapin’

Têkildarî mijarê endama Koordînasyona TAJÊ Neam Bedel ku bi xwe Eyşan pêşwazî kir, axivî. Neam Bedel diyar kir ku îro jina êzidî ku di fermanê de dîl ketibû destê çeteyan û ji aliyê şervanên QSD’ê hatibû rizgarikirin, ji Elmanyayê bi temamî vegeriyaye Şengalê û ev agahiyan parve kir: “Roja fermanê ew, birayê wê, jinbira û zarokên birayên wê dîl ketin destê DAIŞ’ê lê çeteyan bira û jinbiraya wê qetil dikin û hê jî agahî ji zarokên birayên wê nîn e. Eyşan di sala 2018’an de ji aliyê QSD’ê ve ji destê çeteyan hatibû rizgarkirin û vegeriya bû Şengalê. Lê piştî demekê hinek kesan di bin navê weqfan de ji ber tenduristî û derûniya wê ne baş e, ew şandin Elmanyayê. Li Elmanyayê jî ew weqfa ku wê biribû di serî de kes lê xwedî derneket.

Li Elmanyayê wê birine nexweşxaneya derûniyê û li wir bê xwedî hiştine. Ji ber vê yekê Sîwana Meclisa Jinên Êzidî xwedî lê derdikeve, wê ji nexweşxaneyê derdixe û dibe ba xwe. Demekê gel sîwanê dimîne û piştî biryar û daxwaza vegera Şengalê dike. Li ser biryar û daxwaza wê, sîwanê her tiştê wê yê fermî, hemû derfetên madî û manewî amade kir û şand. Wek TAJÊ me jî wê anî û îro radestî xwişka wê kir. Em hêvî ji miletê xwe dikin ku xwedî li zarokên xwe yên ku ji destê çeteyan têne rizgarkirin, derkevin. Û her wiha em wek tevgera jinên êzidî bi rêya xebatên weqfa jin hewl didin rewşa jinên esîr bişopînin û hinek xebatên me jî heta niha çêbûne.”  

Endama Koordînasyona TAJÊ Neam Bedel herî dawî bang li jinên ji destê çeteyan hatin rizgarkirin û  ciwanên êzidî kir ku bi lîstikên qirêj ê dijmin nexapin, berê xwe nedin derveyî Şengalê û vegerin ser warên xwe.