Jinên ciwan bi meşekê daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kirin
Bi pêşengiya Yekitiya Jinên Ciwan, li kantonên Dêrazor, Reqa û Tebqayê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi armanca daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşekî girseyî hate li dar xistin.

Reqa- Îro bi pêşengiya Yekitiya Jinên Ciwan, li kantonên Dêrazor, Reqa û Tebqayê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi armanca daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dirûşmeya “Kom Bibin" meşekî girseyî hate li dar xistin.
Girse ji pêşiya Nexweşxaneya Zarokan a berê ber bi Qada Jina Azad a bajarê Reqayê ve meşî. Girseyê li Qada Jina Azad deqeyekê rêz girt. Berdevka Yekîtiya Jinên Ciwan Selma Mûsa di meşê de axivî û destnîşan kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan zêdetirê 27 sal in di bin şert û mercên tecrîdê de tê ragirtin û ev yek bi armanca tepisandina fikra aştiyê ye. Selma Mûsa, wiha axivî: "Rêber Apo rêberekî ku di navbera gelan de aştî û çanda jiyana hevbeş diparêze ye. Dewleta Tirk xwest wî bêdeng bike, lê fikir û felsefeya wî belavî cîhanê û rê nîşanî gel dike.”
‘Em ê heta mîsogerbûna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo têkoşîna xwe bidomînin’
Selma Mûsa, diyar kir bi taybetî li Sûriyeyê ku şer zêdetirê 14 salan didome, binpêkirinên li dijî gel û komên baweriyên cuda gihîştiye asta qirkirinê. Selma Mûsa, di dawiya axaftina xwe de bang li hemû pêkhateyan kir bibin yek û got "Em ê heta mîsogerbûna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo têkoşîna xwe bidomînin.”
Ji rêveberên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê-Kantona Dêrazorê Nûr El Hesen jî axivî. Nûr El Hesen, di axaftina xwe de destnîşan kir ku wê jin li dijî tundî û zextê bêdeng nemînin û got: “Em wekî jinên ciwan têkoşîna xwe ya ji bo avakirina Sûriyeyek aştî û edalet serwere mezintir bikin.”
‘Ramanên Rêber Apo sînor û dîwaran derbas dike’
Endama Meclîsa Kombûna Jinên Zenûbiya Vahîde El-Abdullah jî, diyar kir ku hemû hewldanên ji bo tepeserkirina ramanên gerdûnî yên Ocalan vala derket û got: "Ramanên wî sînor û dîwaran derbas dike. Emê heta mîsogerbûna azadiya wî ya fîzîkî, li kêleka wî ne."