'Ev ne kareseta erdhejê, lê karaseta dewletê ye'

Parlamentera HDP'ê Gulîstan Kiliç Koçyîgît a ku di nava heyeta HDP'ê ya ku çû herêma ji erdheja bi pileya 7,7 ku navenda wê Mereşê bandor bûye, çavderiyên xwe bi van gotinan anî ziman: “Tişta ku em dijîn ne tenê erdhejek, ev karaseta AKP’ê û dewletê ye.”

SERPÎL SAVUMLU

Navenda Nûçeyan- Di erdheja ku duh seat 04.17’an de li navçeya Bazarcix a Mereşê bi pileya 7,7 û li navçeya Elbistanê jî di saet 13.24’an da bi pileya 7,6 pêkhat de li dehan bajer hilweşandin hat jiyîn. Hejmara kesên jiyana xwe ji dest didin çirke zêdetir dibe. Li gelek heremên ku hilweşandin hat jiyîn ji saziyên dewletê tu alîkarî neçûn. Di roja 3’emîn a erdhejê de gel bi derfetên xwe xebatên lêgerîn û rizgarkirinê dimeşîne.

Ji ber ji gelê ku li gel erdhejê bi hewaya sar a dikeve binê negatif ditêkoşe re hewcedariyên wek betanî, xwarina germ û kon nayê şandin, gel şevên xwe di wesayit an jî qadên parkê de bi benda mayînê derbas dike. Ji ber ku li herêmê pirgirêka sotemenî tê jiyîn, peyda kirina benzinê hema bejê hat rewşa ne pekan. Kesên xwestin ji bajaran derkevin li ser rêyan man. Hat parvekirin ku hin mexdûrên erdhejê yên ku sewqî nexweşxaneyê hatin kirin jî, ji ber mudaxeleyên ku ji ber nebûna personelên tenduristiyê nehatin kirin jiyana xwe ji dest dan. Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Mûşê Gulîstan Kiliç Koçyîgît çavderiyên xwe yên li herema erdhejê bi me re parve kir û dibêje roj ji bo gelan roja seferberî ye.

'Ne avahî, dewlet hilweşiya’

Gulîstan Kiliç Koçyîgît a diyar kir ku tiştên tên jiyîn yên di çapemeniyê de xuya dibin hin zêdetir e, diyar kir ku yên bûye sedema mirinan ne erdhej û wiha dibêje: “Karaseta em dijîn ne tenê erdhejê, ev karasetek AKP’ê ye. Ev karasetek dewletê ye.”

Gulîstan Kiliç Koçyîgît a wiha axivî: “Ev di deman demê karaseta hikûmetek e. Tiştê ku em dijîn bi awayekî zelalî û eşkere nîşanî me da. Dewlet di rewşa hilweşiyaye de ye, ne tenê avahî hilweşiyan. Li wir dewletek tune ye, xebata rizgarkirinê tune ye. Bi rastî jî em merak dikin polîs, leşker û cerdervanên ku datînin li pêşiya mirovên ku her firsendê dibînin çalakî pêktînin, li şûna rizgarkirina mirovan li ku de re ne û çi dikin” anî ziman ku bi hezaran avahî hilweşiya ne û dîsa bi hezaran mirov di bin xirabeyan de ne.

'Mirov dê ji sermayê bimirin'

Gulîstan Kiliç Koçyîgît diyar kir ku mexdûrên erdhejê tevahiya şevê li derve derbas kirine û axaftina xwe wiha domand:

"Ne tiştek be jî, îhtîmala windakirina mirovan ya ji sermayê û hîpotermiyê pir zêde ye. Her saeta diçe ev metirsî zêde dibe. Ev tê wateya hezaran mirin. Ez nikarim hevokekê bibînim ku daxuyaniyê wezîran ên bêyî şerm bikin derdikevin û dibêjin “ne avahî, mirovan dema ji avahiyan direviyan mirin” û li ser medyaya ditîjal manuplasyon heye. Em dibînin ku li welatekî ku evqas dem di nifşa erdhejê de ye, ji bo erdhejê ku amadekarî nehatiye kirin.”

Suleyman Soylu ne li holê ye?

Gulîstan Kiliç Koçyîgît a dibêje Wezîrê Karên Hundir ê Tirk Suleyman Soylu ne li holê ye, wiha axivî: "Wezîrê ku li her derê axaftinê dike, ji muxalefet û ji me ra xebera dike, kesê ku niha berpirsê gihandina alîkariyane ne li holê ye. Mirov bi rêya bejahî nikarin xwe bigihînin. Alîkarî bi rêyên bêjahî nagihijîn. Ekîban bikarin bi rêya bêjahî bigihîjin. Ekîbên tendurstiyê yên ji Stenbolê ji Sakaryayê û bajarên cuda diçin, niha li Edeneyê tên sekînandin. Koordînasyonek ku ji bo biçin Semsûr û Hatayê wan sewq û îdare bike nîne. Yên ku diçin alîkariya hema bejê di rewşa mexdûr de ne. Ji ber ku xwarinê wan û cihê mayîna wan nîne. Ev rewşek tirsnak e, karasetek e, lê karaseta em dijîn ne tenê erdhej e, ev karasetek AKP’ê ye.”

'Em encama tayînkirina qeyûman bi canê xwe didin'

Gulîstan Kiliç Koçyigît pirsa me ya “Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ku bi qeyûm ve tê birêvebirin çi dike?” bi van gotinan bersiv dide.

“Ger niha ji şaredariyên me re qeyûm nehatibûna tayînkirin, me xwe bigihanda hemû şaredariyên xwe û herî hemû bajarên xwe yên derdorê û konên xwe vekiribane. Qet nebe derfeta me ya em şorbe û betaniyên wan bidin hebû ya. Îro em wek hemû gel  berdêla encamên felckirina rêveberiyên herêmî û tayînkirina qeyûman bi canê xwe didin. Em jî çûn ser xirabeyan jî. Me dît ku şaredariya qeyûm tu tiştek nake. Me dît ku tevî li Amedê şaredariyên mezin û şaredariyên navçeyan hene jî, alîkariyên sereke rêxistinên girseyî yên demokratîk û partiya me ya li wir dikin. Me dît ku alîkarî di bin koordînasyona KESK, TMMOB û Odeya Bazirganiyê de tê kirin û yên ku ji vê şevê ewil derketin qadan koordînasyona rêxistinên girseyî yên demokratîk ên li wir bûn. Ji bilî wê, me tu pêhate nedît. Hêj ji bo kesên li ser xirabeyan diksenîn kon nehatin vedan. Ew mirovan li cihekî wek Amedê xwe ne gihandine nan, şorbe û betaniyek. Hûn bifikirin parêzgehên din çi rewşê de ne. Ev encamên tiştên ku kesên qayûm tayînkirine ne.”

‘Bila kes berpirsyariyê di erdhejê de negere'

Gulîstan Kiliç Koçyîgît di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Ez bi awayekî pir vekirî û zelal bibêjim, me hewl da ku em vedibêjin ka rêveberiyên herêmî û civaka sivîl çiqasî girîng e, lê îro ev rejîma ku rejîma yek zilam ku her tiştî navendî dike û hemû hêz di destê xwe de kom dike, berpirsiyarê mirina van kesan e. Bila kes li vir di erdhejê de li berpirsiyariyê negere, erê erdhej karesatek xwezayî ye, lê karaseta bingehîn ev zihniyeta ku pêşî nagre, tedbîran nagire, hemû tişte navendî dike û her tişt ji Enqerê birêve dibe ye. Em îro carek din binê vê xêz dikin, em karaseta AKP’ê dijîn.”

'Yên ku ji kavilan hatin rizgarkirin ji xwînjêçûna hindurin mirin’

Gulîstan Kiliç Koçyîgît anî ziman ku di warê xizmetên tenduristiyê de jî kaosek mijara gotine ye, diyar kir ku nexweşxane nayên bikaranîn û hinek ji wan jî hilweşiyane. Gulîstan Kiliç Koçyîgît anî ziman li Hatayê xebatkarên tenduristiyê nikarin xizmetê bidin û diyar kir ku xebatkarên tenduristiyê jî di heman demê de mexdûrên erdhejê ne. Parlamenterê HDP’yî ku xwest di vê mijarê de bi lez gav bên avêtin, wiha got: “Divê ya ku were kirin ekîbên tenduristiyê bi lez û bez bi helîkopteran werin şandin û nexweşxaneya sahra bê avakirin, lê ev jî nehat pêk anîn. Li gorî agahiyên ku em ji Hatayê digrin, kesên ku bi derfetên xwe ji bin xirabayan tên derxsitin vê carê ji bet xwînjêçûna hundir û newergirtina xizmeta tenduristiyê jiyan xwe ji dest didn. Ev yek tiştekî tê qebûlkirin e.”

Gulîstan Kiliç Koçyîgît diyar kir ku xebatkarên tenduristiyê yên dixwazin biçin herêma erdhejê bi saetan li balafirgeha Stenbolê tên sekînandin û wiha dibêje: “Hêj sewqa wan nehat kirin. Lê walî berovajî vê dibêje, derewan dibejê. Xizmeta tenduristiyê jî di rewşa tevahî hilweşiyayê de ye.”

'Dem dema seferberiyê ye'

Navenda Giştî ya HDP'ê piştî erdhejê maseya koordînasyonê ava kir. Gulîstan Kiliç Koçyîgît a  anî ziman ku hemû parlamenter û endamên meclîsa partiyê bi koordînasyonê dixebitin û hin endamê wan jî beşdarî xebatên xirabeyan bûne.

Gulîstan Kiliç Koçyîgît di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Hemû rêxistinên me yên parêzgeh û navçeyên Tirkiyeyê û di heman demê partiyên pêkhateyan jî alîkariyan kom dikin. Di heman demê de hevalên me yên ji meclîsa partiyê yên mexdûrên erdhejê û di bin xirbeyan de mane jî hene. Ji ber vê yekê hevalên me yên bajarên din hene ku ji meclîsa partiyê derbasî herêmê bûne. Ji ber rewşa hewayê çûyinek pir lez ne mijara gotine yr. Em bi awayekî hewl didin bi gelê xwe re bin, birînan derman bikin û pêvajoyê parve bikin. Ji ber ku rêveberiyên me yên herêmî nînin, karê me jî pir kêm e. Maseya me ya krîzê peyamên winda û dibin xirabeyan de  digihîne rayedaran. Lê di vir de, helbet em vê yekê binxêz bikin ku mijara sereke ne bikaranîna hêza giştî ye. Divê di zûtirîn dem de seferberî bê ragihandin. Divê hemû çavkaniyên giştî, hemû alavên înşaetê yên di destê hemû şîrketên taybet de bên seferber kirin.”

‘Hewil dide bi OHAL’ê xwe xilas bike’

Gulîstan Kiliç Koçyîgît der barê îlankirina Rewşa Awarte (OHAL) ya li 10 parêzgehan de jî ev şîrove kir:

“Ev di rastiyê de rêbazek pir tê zanîn e, hikûmeta AKP’ê her gaba ku asê dibe û di her qeyrana nikare birêve dibe de hewil dide bi îlankirina OHAL’ê re xwe xilas bike. Bi zêdekirina zextê re, li şûna pêkanîna daxwazên civakê, bi pêkanînên rêveberiya awerte û bi konseptek ewlehî, qeyrana heyî bitepisîne. Niha ji OHAL Îlankir pêwîst hebû? Mijara sereke ew e ku ev îlankirin ji bo pêşîgirtina li gihandina sivîlan, raya giştî ya demokratîk, bi taybetî rêxistinên sivîl û yekiniyên dixwaz e. Ji ber ku ji xwe nikarin xwe rizgar bikin, naxwazin rizgar bikin, naxwazin kesên din jî rizgar bikin. Ez dibînim ku li vir niyeteke wisa pir vekirî û zelal heye.”

'Em bi feraseteke rizîbûye re rû bi rû ne'

Gulîstan Kiliç Koçyîgît anî ziman ku ger bê xwestin li şûna OHAL’ê seferberî bê îlankirin û wiha got: “Ger bi rastî bixwazin dikarin seferberî îlan bikin. Li şûna 10 parêzgehan dikariûn li tevahî welat seferberî îlan bikin. Hemû kes dê bi ruhê seferberiyê tevgerkiriba û koordînasyon pêk hatiba. Lê dewleta ku em niha dibînin hem kar nekir hem jî ji kesên xwestin kar bikin asteng kir. Mînak alîkariyên ku partiya me li Şirnex û Silopiyayê kom dike tê astengkirin. Şaredarî digerin û gef dixon. Dema mirov di xema jiyana xwe de ne, ev hukûmet tenê di xema hikûmeta xwe de ye. Tenê îmaja xwe difikire. Ev jî nîşaneya herî bingehîn e ku em çiqas bi feraseteke rizîbûyî û faşîst re rû bi rû ne."