Ev 9 meh e mafê telefonê ya Sakîne Pervane tê astengkirin

Ev 9 meh e mafê telefonê yê girtiya siyasî ya Kurd Sakîne Pervane ku li girtîgeha Evînê tê ragirtin, tê astengkirin.

Navenda Nûçeyan – Girtiya siyasî ya Kurd Sakîne Pervane ku li Tahranê ji Îlona 2024’an heta niha li girtîgeha Evînê tê ragirtin, ev nêzî 9 mehane ji mafê xwe yê hevdîtina bi telefonê ya bi malbata xwe re bê parê tê hiştin.

Malbata Sakîne Pervane ku li bajarê Goçan a Rojhilatê Kurdistanê dijîn, ji ber pirsgirêkên tenduristiyê nikarin mesafeyên dûr biçin û hevdîtin bikin. Ji ber qedexeya telefonê, di navbera Sakîne Pervane û malbata wê de ev nêzî 9 mehane hemû cûrên hevdîtin û têkilî qut bûne.  

Çi bûbû?

Sakîne Pervane di Nîsana 2023’an de li Goçanê ji ber serdana gora Alî Muzafferî ku di serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ de jiyana xwe ji dest dabû kiribû hate girtin. Ew birin navenda binçavkirinê ya Teşkîlata Îstixbarata Muhafizên Şoreşa Îslamê. Piştî 12 rojan li vê derê hate girtin sewqî girtîgeha Vekilabad ya li Meşhed hate kirin.

Di Cotmeha 2023’an de Şaxa 1’em a Dadgeha Şoreşê ya Meşhed ji ber sûcê ‘li dijî ewlehiya welat kombûye û hevkarî kiriye’ 6 sal cezayê girtîgehê, ji ber sûcê ‘li dijî komara Îslama Îranê propaganda kiriye’ 1 sal û 6 meh cezayê girtîgehê lê birîn. Dosyaya wê ji aliyê Dadageha Temyîzê ve hate erêkirin. Biryar hat dayîn ku li gora madeya 134’an ya qanûna cezayê Îslamê, ku 6 sal cezayê girtîgehê cezayê herî girane lê were birîn.

Sakîne Pervane di 3’ê Nîsana 2024’an de ji girtîgeha Vekilabad ya Meşhed sewqî girtîgeha Evînê hate kirin. Sakîne Pervane ku di sala 1988’an de li Goçan ji dayîk bûye, berê jî ji ber xebatên siyasî bi caran hatibû girtin.

Di sala 2019’an de ji aliyê Muhafizên Şoreşê ve hate binçavkirin, ji aliyê Dadgeha Şoreşa Tahranê ve, 5 sal cezayê girtîgehê û bi dema 2 salan qedexeya endamtiya komên siyasî hate dayîn. Beşek ji cezayê xwe li girtîgehên Karaj, Evîn û Vekilabad derbas kir. 

Di efuya giştî ya di Adara 2023’an de hatî ragihandin de hatibû berdan.