Erdheja Myanmarê: Zêdetirî hezar kesan jiyana xwe ji dest dan

Hejmara kesên di erdheja Myanmar de jiyana xwe ji dest dane hezar kesan derbas kir.

Navenda Nûçeyan – Li Myanmarê di 28’ê Adarê de bi pileyên 7,7 û 6,7 du caran erd hejiya.

Hikumeta leşkerî ya Maynmarê, banga alîkariya lezgîn li civaka navnetewî kir. Li gor daxuyaniya rêveberiya leşkerî, di erdhejê de heta niha 2 hezar kesan jiyana xwe ji dest dane, 2 hezar û 276 kes jî birîndar bûne.

Erdhejê di welat de rê li ber hilweşînek mezin vekir, fikar zêdene ku hejmara miriyan zêde bibin.