Erdheja Efganîstanê bû sedema mirina zêdeyî hezar zarokan
Fona Alîkariyê ya Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) ragihand ku di erdheja Efganîstanê ku dawiya meha Tebaxê çêbû de zêdeyî hezar zarok jiyana xwe ji dest da û ev hejmar zêdeyî nivîya mirinan pêk tîne.

Navenda Nûçeyan – Di 31’ê Tebaxê de li eyaletên Kunar û Nangarhar a li rojhilatê Efganîstanê erdhejeke bi pileya 6 pêk hat û hejînên pey hev çêbûn. Erdhej rê li ber bi hezaran mirinan û birîndarbûnan vekir. UNICEF’ê ragihand ku erdhej rê li ber mirina hezar û 172 kesan vekiriye û zêdeyî 500 hezar kes ku ji van 263 hezar zarok in rûbirûyê xeteriyên cidî ne.
Nûnerê UNICEF’ê diyar kir ku bi taybet zarokên li herêmên çiyayî ji ber birînên nayên dermankirin, kêmbûna ava vexwarinê, xizmetên tenduristiyê yên xirap û şert û mercên xirap ên xwarinê di bin xeteriyeke mezin de ne. Her wiha destnîşan kir ku zarokên keç rûbirûyê bêparhiştina ji perwerdeyê û xeteriya zewaca zû ne.
Ji serê sala 2023’an ve 2.6 mîlyoa Efgan vegeriyan
Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî diyar kir ku li Efganîstanê hejmara penaberên ku ji Pakîstanê vegeriya ne zêde dibin û ev kes hatine herêmên ku ji erdhejê bandor bûne. Ji serê sala 2023’an ve 2.6 mîlyoa Efgan vegeriyan. Di encama plana Pakîstanê ya bi zorê vegerandinê de zêdeyî 554 hezar penaberên Efgan vegeriyan welat.
UNHCR’ê diyar kir ku ji ber ku Talîbanê rê li ber digire ku personelê Neteweyên Yekbûyî nekeve qada xebatê, hînek xebatên alîkariyê bi demkî hatiye rawestandin û bêyî fînansmana zêde nikaribin alîkariyê pêşkêş nekin.