Eniya Jinên Başûrê Kurdistanê ji bo hilbijartinê helwesta xwe diyar kir

Eniya Jinên Başûrê Kurdistanê bi daxuyaniyekê bal kişand ser hilbijartina ku dê di 20’ê Cotmehê de pêk were û got: “Divê li dijî kesên ku xakfiroş û dijminê jin û civakê ne, sekneke azadîxwaz û welatparêz were nîşandan.”

Navenda Nûçeyan – Li herêma Başurê Kurdistanê hilbijartina parlamentoyê wê di 20’ê Cotmehê de bê kirin, 13 partiyên siyasî, du koalîsyon û 124 namzedên serbixwe ji bo namzediyê navê xwe qeyd kirin.

Eniya Jinên Başûrê Kurdistanê têkildarî hilbijartina dema şeşemîn a Parlamentoya Herêma Kurdistanê daxuyaniyek nivîskî parve kir û bang li hemwelatiyan kir ku li dijî îxanet û dagirkeriyê di hilbijartinan de dengê xwe bilind bikin.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:

“Ji bo Kurdistana azad û jiyana demokratîk em bang li gel û jinên Başûrê Kurdistanê dikin. Başûrê Kurdistanê di nava şert û mercên pir giran da ye û em ber bi hilbijartinê ve diçin. Di aliyekî de şer û pevçûnên li Rojhilata Navîn belav dibin, aliyê din jî qirkirinek çandî, nasnameyî û cesteyîli ser gelê Kurd û jinan tê meşandin. Em di pêvajoyeke ku kuştin, xwekuştin û şîdeta li ser jinan zêde ye û hemû mafên zagonî hatine binpêkirin de derbas dibin.”

‘Sedema windahiyên me îxanet e’

33 sal in desthilatdarên ku li ser navê gelê Başûrê Kurdistanê siyasetê dikin bi gendelî, bêkarî, bê meaşî, civakê teşwîqê koçberiya derve kirine, malbata xwe dewlemend kirine, ji bo berjewendiyên malbatî zarokên gelê xwe bêmaf hiştine. Dîsa axa Kurdistanê ya pîroz radestê dagirkeran kirine. Tu kar li ser navê demokrasî û azadiyê ji bo vî gelê nekirine. Îro jî heta qirika xwe ketine nava îxanetê. Desthilatdariya heyî çavkaniya xezîneya ku bi hezaran salan gelê Kurd beramberî êrişên Îskenderan, Moxolan, Persan, Ebasiyan, Xaçperestan, Selçûkiyan, Osmanîyan heta netewdewletên sedsala 20’an de hatine avakirin û parastin; zuha kirine. Îro li Başûrê Kurdistanê ji ber siyaseta desthilatdariyya xwefiroş Kurdan ‘hêviya’ xwe ya serkeftinê winda kiriye. Ji ber wê kes girîngiya pêwîst nade hilbijartinê jî. Bi taybetî jin, di têkoşîna xwe ya li dijî dagirkerî û daxwazên xwe de zêzdetir bi biryar bin. Di vê demê de ji bo têkoşîna li dijî vê zihniyetê gavên pêwîst dê bavêjin.

‘Mafên jinan tune tên hesibandin’

Li Başûrê Kurdistanê berxwedan û têkoşîna jinên Kurd xwedî dîrokeke dirêj û bi heybet e. Belê mixabin desthilatdarî dixwaze vê dîrokê ji bîra jinan bibe û wan dûri mîrasa wan a dîrokî bixe. Îro mêr-dewlet û pergala zilamsalar bi hezar û yek girêkan jinan bi xwe ve girê dane. Zagonên tên derxistin ji bo berjewendiyên zilam tên çêkirin. Zagonên ku mafên jinan diparêzin yek bi yek tên guhertin. Îro ji nav malbatê bigrin heta kolanan, dibistanan û parlamentoyan şerekî veşartî li hemberî jinan tê kirin û pir berbiçav dijminahî bi jinan re tê kirin. Pir kêm firsend û derfetên xweîfadekirin û tevgera bi îrade ji jinan re hatiye hiştin. Hilbijartina pêşiya me ji bo gelê Kurdistanê hilbijartineke dîrokî ye. Di heman demê de di vê hilbijartinê de ji 1191 namzedên ku xwe ji bo hilbijartinê amade kirin, 368 namzed jin in. Piraniya van namzedên jin ji cihên ku hilbijartina wan zehmet be hatine bicihkirin. Lê em hêvî dikin ku ruxmê hemû bêdadi û neheqiyan jî hejmareke girîng û têrker ji namzedên jin di parlementoyê de cihê xwe bigrin. Heta niha ji ber di parlamentoyê de jinan di cihên ku biryar tên girtin de cih negirtine di zagonên ku derketine de jî xwedî nêrîneke bi bandor nebûne. Li hemû qadên jiyanê cihgirtina jinan û biryarên der barê jin û civakê de ji însafa mêr re nehiştin îro ji her demî zêdetir erka li ser milên jinan e. Namzedên ku xwe ji bo parlamentoyê amade dikin pêwîst e beriya her karî giraniya vê erkê bibînin û gor wê xwedî helwest bin.

Ji bo jin cih bigrin divê em bikevin tevgerê’

Em weke jinên Başûrê Kurdistanê ji destpêka vekirina Parlamentoya Herêmê ve heta îro sekn û xebata parlamenterên jin dişopînin. Di hinek mijaran de ji bo kesên dibin parlamenter hem rexneyên me hem bendewariyên me hene. Em di nava hêvî û bendewariyê de ne ku namzedên weke parlamenter biçin parlementoyê ji bo yekrêziya hemû parlamenterên jin ên Kurd xwedî xebat û helwest bin û ji bo yekitiya gelê Kurd roleke pêşeng bilîzin. Ji ber van bendewariyan em bang li gelê xwe û jinan dikin. Em di pêvajoyek pir giran de derbas dibin. Desthilatdarî û hêzên cîhanî careke din dixwazin cîhanê parve bikin. Kurdistanê dîsa kirine mijara bazarê. Ji her demê zêdetir niha pêwîst e em xeta niştimanperwerî û azadiya hemû Kurdistanê esas bigrin. Em pêwîst dibînin bibêjin di vê hilbijartinê de her dengekî ku beramberi îxanetê were bikaranîn dê derbeyek li dilê dagirkeran bide. Gelê me û jinên azadîxwaz pêwîst e dengê xwe bidin namzedên ku di têkoşîn û azadiya jinan niştimanperwerî, nirxên demokrat û ekolojiyê xwedî helwest in.

‘Divê li dijî kesên ku xakê difroşin sekna pêwîst were raberkirin’

Em di nava bendewariyê de ne ku her namzedek li hemberî îxanet û xakfiroşiyê xwedî helwest be, soz bide ku dê ji bo berjewendiyên welat têbikoşe. Êş û azara jin dikşînin bibîne û bi proje, plansaziyên ji bo çareseriyê, kuştin, tundî, dîsa bêkariyê jinan bi pêş bixe. Li gorî şert û mercên Kurdistanê hemû neteweyên cuda yên li Kurdistanê dijîn bi awayekî demokratik tevbigere. Li hemberî qirkirina li ser xwezaya Kurdistanê bêdeng nemîne û projeyên ekolojîk, parastina xwezayê esas bigre. Kesên di van aliyan de xwedî hewldan û helwest bin layiqê dengdayînê ne.

Em di dawiyê de bi van şertên demokratîk û azadîxwaz dubare li jinan û gelê Kurd beng dikin ku dengê xwe bidin. Ji jinên ku niha weke namzed ketine kar û di xebatên hilbijartinê de ne em serkeftinê dixwazin. Ji bo jinên ku piştî vê hilbijartinê bibin parlamenter, ji niha ve em serkeftinê dixwazin û hêvî dikin li gorî berjewendiyên civak, jin û xwezayê tevbigerin.”