Li Kongoyê şewba Ebola ya bi lez belav dibe bû sedema fikarên navnetewî

Rêxistina Tenduristiya Cîhanê, ragihand ku li Kongoyê zêdeyî 900 bûyerên virusa Ebola tesbît kirine. Belavbûna varyanta Bundibugyo ku kêm tê dîtin, derbarê pêlek nû ya şewbê ku bi zor were qontrolkirin de, fikarên nevneteweyî zêde bûne.

Navenda Nûçeyan – Li Komara Demokratîk a Kongoyê, bi belavbûna vîrusa Ebola re fikarên tenduristiyê jî didomin. Ev rewş dîroka şewba Ebola ya herî dirêj ku welêt ji 1976’an heta niha jiyaye, dîsa dike rojev.

Li Komara Demokratîk a Kongoyê geşedanên di qada tenduristiyê de bi lez bûne. Rêxistina Tenduristiya Cîhanê duh ragihand ku di çarçoveya pêla şewba herî xeter a salên dawî de 101 jê pitikên di zikê dayîka xwe de, zêdeyî 900 bûyerên bi guman hatine tesbîtkirin.

Gelek bûyerên bi guman hatin dîtin

Rayedarên tenduristiyê yên Rojhilatê Kongoyê, bi taybetî li xala kontrolê ya Modjîbala ya nêzî bajarê Bunîa, xebatên lêgerîna kontrolê zêde kirin. Xebatkar balê didin ser rêwîtiyên li ku Mongbwalu ku dihat payîn navenda belavbûnê vîrusê ye.

Dîrektorê giştî yê Rêxistina Tenduristiya Cîhanê, diyar kir ku ji bo çarçoveya şewbê were diyarkirin, xebatên zêde yên şopandinê bûye alîkar ku hejmarek zêde ya bûyerên biguman werin tesbîtkirin. Dîrektor ragihand ku xebat didomin û diyar kir ku rêxistinê derbarê hejmara mirinan de tu nûbûnek neweşandiye. Di raporên pêş ên Wezareta Tenduristiya Kongo de hate diyarkirin ku li sê eyaletan ji 867 bûyerên bi guman, 204 kes mirine.

Li gorî saziyên tenduristiyê şewb, di 15’ê Gulanê de ji ber varyanta Budibugyo ku kêm tê dîtin belav bû. Ji bo vê varyantê hê nedîtina derziyek ku hatî erêkirin û tedawiyê, xetereya şewbê zêde dibe, destwerdana tenduristiyê jî zor dike. 

Di pêşketinek paralel de Ugandayê ragihand ku sê bûyerên nû tesbît kirine. Bi vî awayî li welat hejmara bûyeran gihîşt 5’an. Rayedaran, xebatên şopandina temasê û pêşîlêgirtina belavbûna şewbê bi hêz kirin.

Vîrusa Ebola bi lez belav dibe

Vîrusa Ebola, wek yek ji nexweşiyên herî bi xeter ku şiliyên laş belav dibin e. Nexweşiya ku dibe ku rê li ber xwînîbûnên derveyî û hundirîn û kêmbûna lebatan veke, dema bi lez neyê mudaxelekirin dibe sedema mirinan.

Di nava 50 salên dawî de vîrus li gelemperî dinyayê rê li ber mirina zêdeyî 15 hezar kesan vekir û ji ber vê her şewbek nû di asta gerdûnî de fikarên cidî ava dike.

Şewba yekem a vîrusê, di sala 1976’an de li gundê Yambuku ya bakurê Kongoyê hat tomarkirin. Ji wê dîrokê iheta niha, welat bi taybetî zêdebûna temasa di nava jiyan wehşî û mirovan de, ji ber sedemên tevlîhev ên derbarê tenduristiyê û hawirdor ên wek lawaziya bînesaziyên tenduristiyê û astengiyên xwegihandina cihên dûr, bûye yek ji navendên ku dubare dubare vîrus derkeve holê.

Di salên piştre de, li Kongoyê zêdeyî 15 hezar pêlên şewbê ku tundiya wan cûda bûn hatin jiyîn. Hin ji wan di demên kurt de hatin kontrolkirin, hin jî bûn krîzên tenduristiyê yên berfireh.

Yek jî şewbên herî metirsîdar jî di navbera 2018-2020’an de hate jiyîn. Vîrus li herêmên rojhilat ku nifusA wê zêde de belav bû, ji ber komên bi çek xebatên tîmên tenduristiyê asteg  kirin kontrolkirina wê gelek zor bû. Di wê demê de her çiqas derziyên ceribandin û tedawî werin dîtin jî, pirsgirêkên ewlehiyê têkoşîna bi şewbê re zor kir.

Di salên dawî de ji nû ve derketina holê ya varyanta Bundubugyo ku kêm tê dîtin û derziya hatî erêkirin nehatî dîtin, fikara pêlek nû ya şewbê ku kontrola wê zor bibe dîsa bû rojev.