Encamnameya Konferansa Ekolojiyê aşkere bû
Konferansa “Di Modernîteya Demokratîk de Ekolojî, ji Berxwedanê ber bi Avakirinê: Perspektîf, Îmkan û Zehmetî” bi dawî bû. Hevserokê Akademiya Jîngehê Ciwan Mûrad û hevseroka Desteya Jîngehê Besme Seed encamnameyê aşkere kirin.
Qamişlo – Konferansa ku bi navê “Di Modernîteya Demokratîk de Ekolojî, ji Berxwedanê ber bi Avakirinê: Perspektîf, Îmkan û Zehmetî” li Qamişloyê dest pê kiribû di roja duyem de bi xwendina encamnameyê bi dawî bû.
Hevserokê Akademiya Jîngehê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Ciwan Mûrad bi zimanê Kurdî û hevseroka Desteya Jîngehê Besme Seed bi zimanê Erebî encamname xwendin.
Encamnemaye konferansê wiha ye:
Rêgez
1. Konferansa me, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku 25 sal in di zindanê de ye, şermezar dike. Azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan esasê hemû xebatên xwe qebûl dike û banga yekitiya navneteweyî dike. Têkoşîna li dijî tecrîda li ser Ocalan bingeha têkoşîna exlaqî û antîkolonyalîzmê, avabûna civakî ya ekolojîk û demokratîk e.
2. Sîstema kapîtalîst û dewletparêz a îroyîn, axê aniye ber tunebûnê. Nêzîkatiyên kolonyal û kapîtalîst bi ekolojîk û qirkirina sîstematîk xweza û civakan tehdît dike. Krîza avhewayê, şerên enerjiyê, destwerdanên emperyal ên li nîv qada başûr, xizanî û birçîbûna cîhanê, koçberî û zêdebûna rejîmên totalîter ên rastgir giraniya vê tunebûnê nîşan dide. Konferansa me li ser esasê avakirina civaka demokratîk û ekolojîk a herêmî ye û banga têkoşîna navneteweyî ya antî-kolonyalîst û antî kapîtalîst dike.
3. Mîrata olî, felsefî û rewşenbîrî ya gel û sîstemên baweriyên Mezopotamya û Kurdistanê yên ku ji civaka xwezayî ya ku xwezayê pîroz dibîne û bi xwezayê re têkiliyên domdar û rêzdar saz dike û ji bo ji nû ve bihêzkirina wan wekî bingehê modernîteya demokratîk bi hembêzkirina vê ekolojiyê. Di vê çarçovê de, konferans zanistparêziya kolonyalîst, Ewropaperest û dewletparêz red dike û girîng dibîne ku hemû kesên têdikoşin alîkarî bidin hev û zanîn û ezmûna dewlemend a mirovahî û xwezayê bi hev re parve bikin. Divê zanist û teknolojiya heyî bi vê ezmûna dewlemend ji nû ve were sentezkirin. Polîtîkayên rêvebirin û bikaranîna av û ax, çandinî, sewalkarî û tovan divê li ser vê têgihîştinê bin.
4. Li dijî metropolên kanserojen ên modernîteya kapîtalîst, xwerêveberî, eko-bajarên domdar ên bi rêveberiyên xweser re piştgirî dike. Divê li dijî mezinbûna bajaran polîtîka bên diyarkirin û hilberîn û jiyana li gundan bê xurtkirin.
5. Li ser esasê paradîgmaya ekolojîk, hemû şerên serdestan û her şêweyê kolonyalîzmê tên redkirin. Dagirkerî û şerê dewleta Tirk li Rojava, Başûr û Bakurê Kurdistanê dibe sedema wêrankirina mayînde û piralî li ser civak û xwezayê. Êrîşên ji bo bêîstiqrarkirina herêmê bênavber berdewam dikin.
6. Koçberkirina sîstematîk/paqijkirina etnîk a li Efrînê, rûxandina sîstematîk a bi sed hezaran darên zeytûnan, desteserkirina erdan, valakirina herêmê ji Kurdan û wêrankirina tevna wê ya dîrokî û çandî, mînakên ekolojîk û jenosîdê ne. Vana li Kurdistanê bi hev ve girêdayî ne. Em komkujî û jenosîda li dijî gel û xwezaya Filistînê şermezar dikin. Em bang li hemû gel û koman dikin ku li dijî komkujî û jenosîda ku li Kurdistan û Filistînê tê kirin bibin yek û li dijî van qirkirin û wêraniyan têkoşînê mezin bikin.
7. Serdestiya li ser xwezayê; ji serdestî û îstîsmara mirovan a li ser mirovan pêk tê lewma parastina xwezayê avakirina civakeke demokratîk û ekolojîk dixwaze. Konferans bi vê armancê hedef dike ku avahiyên îstîsmarê yên li ser bingeha zayend, çîn, etnîkî û olî hilweşîne. Armanc ew e ku her kes xwe bigihînjîe çavkaniyên erd, av û enerjiyê. Li ser bingeha eko-aboriya komînal û rêveberiya demokratîk a dewlemendiyê ji aliyê komîn û meclisên gel ve hatiye avakirin.
8. Dipejirîne ku hebûn û mafên xweparastinê yên hemû zindiyên li çiya, daristan, çem û ekosîstemên girêdayî wan divê ji aliyê qanûnî û siyasî ve bikevin bin temînatê.
9. Ekolojî îdeolojiyên kolonyalîst, nijadperest, neteweperest, olperest, dewletparêz, paşverû/pîşesazparêz, zayendperest weke pîvana bingehîn a civaka exlaqî û polîtîk red dike. Sêwiranên monîst û endezyariyê yên li ser civak û xwezayê red dike. Ew cihêrengiya civakî û cihêrengiya biyolojîkî qebûl dike û piştgirî dide. Ev yek li ser avakirina Paradîgmaya Demokratîk, Ekolojîk û Azadiya Jinê ya ji aliyê Abdullah Ocalan ve hatiye formulekirin. Di vê çarçoveyê de Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê/Rojava armanc dike ku hemû xebatên avakirina civakî, hemû sazî û rêxistinên bi perspektîfa ekolojîk bimeşîne û li gorî van esasan erkên xwe pêk bînin.
10. Parastina gelê Kurd û hindikahiyên din ên etnîkî û olî yên li ser bingeha Neteweya Demokratîk û civaka ekolojîk, weke karektera dij-kolonyal a têkoşîna ekolojîk dinirxîne. Li dijî êrîşên kapîtalîst û dewletparêz ên li ser xwezayê, weke prensîba bingehîn a temamker, têkoşîna navneteweyî ya antî-kapîtalîst esas digire û rêxistinkirina hevgirtin û berxwedana kolektîf dike.
11. Jenosîda sîstematîk, rêzikname û pêkanînên li ser ax, av û daristanên Kurdistanê polîtîk in û amûreke tunekirina Kurdan e. Di vê wateyê de, jenosîd li Kurdistanê ne tenê wekî pêşkeftina netew-dewleta klasîk an jî îstîsmarkirina şîrketên kapîtalîst, di heman demê de wekî teknîka tasfiye/qirkirina çandî (desthilatandin/helandin, asîmîlasyon, sîstematîk û berfireh) tê meşandin.
12. Li şûna metropolên kanserojen, hevsengiya bajar û gundan bê vegerandin. Aboriyên herêmên gundewarî yên ku li ser çandiniya xwezayî û ekolojîk ava dibin, bên pêşxistin. Çandinî hêmana bingehîn a civakî-aborî ya Kurdan e, bi taybetî li Rojava. Ji ber vê yekê polîtîkayên ax û avê hêmanên stratejîk ên pêvajoya dekolonîzasyon û rizgarkirinê ne.
Polîtîka
13. Li dijî polîtîkayên ekolojîk û ziwabûna ji ber krîza avhewayê "Platforma Ekolojiyê ya Kurdistanê û Roja Cîhanî" bi Komîteya Ekolojiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re divê sazîbûn û rêxistinbûneke bi bandor bê kirin. Ji bo vê yekê konferansa me pêşniyar dike ku di bin serokatiya Meclîsa Ekolojiyê ya Rojava û Komîteya Ekolojiyê ya Ewropayê de koordînasyon were avakirin. Ev sazîbûn divê tevgerên ekolojî û jîngehparêzî, komele, aktîvîst û lêkolînerên çar parçeyên Kurdistanê û dîasporaya kurd bi awayekî herî berfireh di nav xwe de bihewîne û bi tevgerên dij-sîstema li başûr re bi tevgerên dij-sîstema li başûr re bi hev re têkoşîneke kolektîf û torên hevgirtinê yên organîk ava bike. Tevgerên ku çarenûseke bi heman rengî parve dikin.
14. Ew tedbîrên li dijî strukturên enerjiyê yên yekdestdar û madenê yên ku tevna civakî û aborî dişkînin digire. Ew îstismarkirina pîşesazî ya li ser qazanc û reqabetê red dike. Ji bo peydakirina pêdiviyên civakî ekolojîk bi pêş dixe. Her hilberîna ku ne li ser hevsengiya ekolojîk be red dike. Ji ber avakirina navenda-derdor a kolonyal a rejîma Sûriyeyê ya li Rojava, li Rojava li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê sîstemeke rafîneriyê nîn e. Ji ber vê yekê, hilberîna primitive ya neftê ji bo hewcedariyên herêmî û vexwarinê dibe sedema qirêjiya ax û avê û xeterek cidî li ser tenduristiya gel çêdike. Meclisa me ya ekolojiyê û rayedarên Rojava çavkaniyên alternatîf ên enerjiyê yên ku ji nû ve tên nûkirin û domdar ji xwe re kirine hedef. Lêbelê, ji bo derbasbûna bi ewle piştgirîya navneteweyî hewce ye.
15. Bi zanebûna ku karê herî girîng avakirina zîhniyetê ye, berpirsyariya me ya civakî ew e ku ji akademiyan heta perwerdehiya resen di her qadê de hişmendiya ekolojîk pêş bixin û di vî warî de hemû mufredatên perwerdeyê amade bikin.
16. Tirkiye avê li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê (BRS)/Rojava wek çek bi kar tîne û bi awayekî sîstematîk qutkirina avê ferz dike. Gihîştina ava vexwarinê û sektora çandiniyê yek ji mezintirîn qeyranên mirovahî û ekolojîk li BRS/Rojava ye. Divê kampanyayên navneteweyî yên li dijî vê polîtîkayê bên zêdekirin û berfirehkirin. Çandina zeviyên berhemdar ên hişkesalî, ji nû ve çandina daristanan, rêbazên berhevkirina avê, û pergala avdanê ya jîngehê hatine pejirandin. Bêtir belavkirina van polîtîkayan û gavên pratîkî prensîba exlaqî ya tevahiya sazî û rêxistiniya me ye.
17. Em bi vê hişmendiyê tevdigerin ku bendav û santralên hîdroelektrîkê di esasê xwe de ji bo pirsgirêkên çandinî, xwarin û enerjiyê çareseriyeke xelet in. Bendav û Santralên Hîdroelektrîk (HES) jiyana mirovên li kêleka çeman dijîn û çand û xwezaya ku bi hezaran sal in li wir bi pêş ketiye, xera dikin.
18. Mijareke din a ku bi qasî daristanên niştecihan girîng e, vejandina (başkirina) daristan û zozanên li derveyî bajaran û girêdana wan bi hev re ye. Bi vî awayî, di rêjeya barîna baranê de ku ji ber krîza avhewayê kêm bûye, dikare zêdebûnek çêbibe. Kiryara daristan vergerandina erd berferehbûna xwe didomîne û hilbijartina cureyên endemîk û nebatên toleransê hişkesalî bi perspektîfa me ya eko-aborî re hevaheng e.
19. Ji bo pêşxistina çandiniya ekolojîk û xwezayî ya li dijî koçberî/jicîhûwarkirin û wêrankirina aborî ya li herêmên gundewarî divê xebatên fîzîbîlîte bên kirin.
20. Cureyên nebat û heywanên herêmî/xwezayî yên ku li hemberî guherîna hawirdorê berxwedêr in, divê werin tercîhkirin. Divê li hemû deveran navendên parastina cihêrengiya biyolojîk û tovên herêmî bên avakirin û weke herêmeke stratejîk bên birêxistinkirin.
21. Modelên hilberîna çandinî û heywanan ên piçûk ên dostên xwezayê tên parastin û piştgirîkirin. Kooperatîf bi taybetî tên destekkirin û weke hêmanên bingehîn ên vê pêvajoyê cihê xwe di komînan de digirin.