Emrîkayê êrîşî Yemenê kir: 16 sivîlan jiyana xwe ji dest dan
Emrîkayê, bajarên Hudeyde û Sana yên Yemenê kir hedefa êrîşên xwe û di van êrîşan de bi piranî jin û zarok, 16 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Navenda Nûçeyan- Li gor nûçeya El- Mesîre ya girêdayî hêzên Hûsî yên li Yemenê ku desteka xwe ji Îranê distîne, balefirên şer ên Emrîkayê êrîşî hinek herêmên bajarê Hudeyde û peytext Sanayê kir. Hat diyarkirin ku di encama êrîşan de 16 sivîlan jiyana xwe ji dest dane. Hat destnîşan kirin ku di êrîşa li dijî navçeya Havak ya Hudeyda de, di nav de jin û zarok 13 kesan jiyana xwe ji dest dane, li peytext Sana jî herêmên Nahdayn a navçeya Es-Sebiyn û Racam a li navçeya Benî Haşiş hat hedefgirtin. Di van êrîşan de jî 3 sivîl hatin kuştin.
Hêzên Hûsî yên li Yemenê, ji 31’ê cotmeha 2023’an heta niha wek berteka li dijî êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezayê, mudaxeleyî keştiyên bazirganî yên diyar dikin girêdayî şirketên Îsraîlê ne, dikin. Dem bi dem li dijî van keştiyan bi amûrên hewayî û fuzeyan êrîş jî pêk tînin.
Hûsiyan 4 roj qewl dabûn Îsraîlê
Hûsiyan di daxuyaniya ku di 7’ê Adarê de dan de ji bo ku Îsraîl bihêle alîkariyên mirovî bikevin Xezayê, 4 roj qewl daye, gotiye ger ku Îsraîl vê daxwazê red bike, ewê dest bi operasyonên deryayî bikin. Serokê Emrîkayê Donald Trump jî di daxuyaniya di 15’ê Adarê de di platforma medyaya dijîtal de dayî de, ragihand ku li dijî Hûsiyên li Yemenê fermana destpêkirina ‘êrîşek mezin’ daye.
107 sivîlan jiyana xwe ji dest dan
Berdevkê Wezareta Tenduristiyê ya girêdayî Hûsiyan Enis el-Asbahî ragihand ku di encama êrîşên Emrîkayê ku ji 15’ê Adarê heta niha li dijî Yemenê pêk anî de, bi giştî 107 sivîlan jiyana xwe ji dest dane, 223 kes jî birîndar bûne.
Ji ber şer û pevçûnên li Yemenê fikar hene ku tansiyona herêmê bilindtir bibe.