Emîne Şenyaşar piştî hate astengkirin rakirin nexweşxaneyê

Emîne Şenyaşar a çalakiya wê ya “Nobeta Edaletê” ya li Meclisê hate astengkirin, piştî ku rewşa wê aloz bû rakirin nexweşxaneyê.

Navenda Nûçeyan – Emîne Şenyaşar a di 14’ê Hezîrana 2018’an de du kurên wê û hevjînê wê ji hêla parêzvan û xizmên parlamenterê AKP’î yê berê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin û kurekî wê hat girtin, di roja 29’an de çalakiya xwe ya Nobeta Edaletê domand.

Emîne Şenyaşar a îro ketina wê ya avahiya Koma DEM Partî lê hate astengkirin, rewşa wê aloz bû. Xebatkarên tenduristiyê yên di ambûlansa li Meclisê de disekinin mudaxileya ewil li Emîne Şenyaşar kir. Emîne Şenyaşar pişt re bi ambûlansê rakirin nexweşxaneya Meclisê.

Parlamenterê DEM Partî Ferît Şenyaşar da zanîn ku ji ber nexweşiya dil dayika wî birine nexweşxaneyê.