‘Emê bi bîranînên xwe yên bi Rêber Apo re meşa azadiyê berdewam bikin’

Jinên ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di salên 90’î de dîtine, diyar kirin ku ew ê bi bîranînên xwe yên li gel Ocalan têkoşîna ji bo azadiyê û têkbirina komployê berdewam bikin.

BERÇEM CÛDÎ

Kobanê – Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku di encama komployeke navdewletî de di 15’ê Sibata 1999’an de hat girtin, niha piştî 25 salan li Girava Îmraliyê di nava şert û mercên tecrîdê de dijî. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan piştî ku Tevgera Azadiya Kurdistanê damezrand, ji ber zextên dewleta Tirk û daxwaza berfirehkirina xebatan di 2’ê Tîrmeha 1979’an de berê xwe da Rojavayê Kurdistanê û gava xwe ya destpêkê avêt Kobanê. Bi vê gavê re xebatên Abdullah Ocalan ên di nava gel de mezin bûn û li Sûriye û Lubanê bi hezaran kes birêxistin kir. Li ser vê bingehê ji tevahî bajaran Kurdan ji bo dîtina Ocalan berê xwe didan Heleb, Şam û Lubnanê.

Ji wê demê ve heta niha, kesên ku Abdullah Ocalan dîtine û ji nêz ve perwerde li ba wî dîtine, bi wan bîranînan têdikoşin û hewl didin doza azadiyê bi ser bixin. Ji ber ku Abdullah Ocalan destpêkê li Kobanê dimîne, bi dehan malbatên ku pêşwaziya wî di malên xwe de kirine hene her wiha bi hezaran kesên ku ew li Heleb, Şam û Lubananê jî dîtine hene.

Di salvegera 25’emîn a komploya navdewletî de, jinên ku Abdullah Ocalan dîtine û heta vê rojê ew bîranîn di bîra xwe de zindî hiştine, ji me re behsa wan kêliyan kirin.

‘Mirov heyran û aşiq dimîne’

Necmê Resûl a 50 salî ku ji gundê Helincê yê Kobanê ye, 30 sal berê Ocalan li Lubnanê dîtiye. Wiha behsa serpêhatiya xwe dike: “Dema ku ez zewicîm, min bi riya hevjînê xwe tevgera Apoyî ji nêz ve nas kir. Wê demê bi dehan keç û xortên me tevli nava refên tevgerê dibûn. Min jî bi heman eşqê xwest biçim Rêber Apo bibînim lewre me hejmarek kesên ji Kobanê, Efrîn û Cizîrê berê xwe da Lubanê, em çûn kampa Rêber Apo. Wê demê civîn bi wesîleya 15’ê Tebaxê hatibû birêxistinkirin, tê bîra min ku civînê 7 saet û nîv domiya û Rêbertî her li ser lingan ma ji bo me diaxivî. Behsa gelek mijaran ji bo me kir, bi taybetî ji bo me jinan got; me ji bo we bingeha têkoşînê amede kiriye, ji bo vê divê jin têbikoşin û xwe ji koletiyê azad bikin. Tevî ku du zarokên min ên biçûk jî li gel min bûn, 7 saetên civînê çawa derbas bûn min nizanibû. Ji bo vê ez xwe xwedî şanseke mezin dibînim ku dikaribûn carek be jî Rêberê xwe bibînim, hê tê bîra min, me çawa bi heyranî û eşqeke mezin lê dinêrî û guhdarî dikir.”

‘Em ruh û canê xwe jî bidin kêm e’

Necmê Resûl da zanîn ku ew ê bi dil û can şopa azadiyê berdewam bike û got: “Piştî vegeriyam malê, ez poşman bûm ku min berê Rêber Apo nas nekiriye da ku ez jî beşdarî tevgera wî bibim. Ji bo vê jî min bi heman eşqê doza serok berdewam kir ku heta vê rojê jî di nava xebatan de me. Piştî ku ji Lubnanê vegeriyam min deriyên mala xwe bi temamî ji xebatên Tevgera Azadiya Kurdistanê re vekir û min hemû derfetên xwe xistin xizmetê. Her wiha ez di her warî de bûm alîkar, heta dema ku alîkarî dihat xwestin li şûna pereyan min zêrên xwe dida. Min zarok û malbata xwe jî li gorî rêgez û exlaqê bîrdoziya serok mezin û perwerde kirin, jixwe kurekî min jî di vê dozê de şehîd ket. Bêguman xebatên ku min dan meşandin jî ji bo keda Rêber Apo kêm in ne zêde ne. Berovajî em ê her bimînin deyndarên Rêberê xwe, lewre em ê riya ku me hilbijart bi dil û can berdewam bikin, bi hêviya ku ez careke din rêberê xwe bibînim têbikoşim û bibim parçeyek ji têkoşîna rizgarkirina Rêber Apo.”

‘Têkoşîna xwe bi hesreta dîtina Rêber Apo dimeşînim’

Zehê Eyûb a ji gundê Şêx Çopan e, 56 salî ye, wê jî Ocalan li bajarê Helebê dîtiye. Wiha behsa naskirin û girêdana xwe dike: “Di sala 1984’an de êdî xebatên Tevgera Azadiya Kurdistanê li Kobanê dihatin meşandin. Wê demê bira, xal û kurxalê min cihê xwe di nava xebatan de digirtin. Rojekê birayê min hat malê, hinek wêne bi wî re bûn, ez jî aciz bûm, min got ev kesên di wêneyan de kî ne te ji me re anîn. Birayê min jî min helwest nîşan da û ji min re got ku ev şehîdên girtîgeha Amedê ne û ji bo doza Kurdan jiyana xwe ji dest dan. Her wiha behsa kesayetiya Rêber Apo kir got ku wî ji bo azadiya Kurdistanê dest bi têkoşînê kiriye. Min wê demê heta astekê fam kir lê dema ku zewicîm min ji nêz ve nas kir, rastiya Rêber Apo û tevgerê de têgihîştim. Xebat û keda Rêber Apo da, tu kesê heta niha nedaye. Nirxandin, lêkolîn û analîzên ku beriya niha 30 salan kiribûn, em dibînin ku niha pêk tên. Ji bo vê Rêber Apo ne mirovekî ji rêzê ye, lewre hêzên komploger 25 sal in ew tecrîd dikin û nahêlin fikrên xwe parve bike. Em ê jî weke dilsozên wî bi Rêber Apo re, têkoşîna Rêber Apo berdewam bikin. 24 setan li ser piyan bin û bîrdoziya serokê xwe zindî bihêlin. Em ê xebateke wisa bimeşînin ku beriya ez bimrim careke din Rêber Apo bibînim.”

‘Min ew dît li bîra xwe bi cih kir û wê tu carî neyê jibîrkirin’

Zehê Eyûb çawanî û hestên dîtina Abdullah Ocalan wiha bi lêv kir: “Di Gulana 1995’an de em li hev civiyan û biryar hat girtin ku em ji bo xebateke taybet biçin bajarê Helebê. Em birê ketin û me nizanibû em ji bo çi diçin, yek ji kesên bi me re got ku em ji bo Rêber Apo diçin. Dem em gihîştin Helebê, em çûn mala malbateke ji Efrînê ku qata 3’yan bû, li ber derî em hemû hatin kontrolkirin û wisa derbasî hundir bûn. Piştî nîv seatê, carekê me dît Rêber Apo ket hundir. Ew xwedî kesayeteke bi heybet bû ku mirov yekser dizanibû ev kesayet a pêşengiyê ye. Ew çend seatan axivî lê zêde nayê bîra min. Wê demê jinekê ji Rêber Apo pirs kir got ku deriyên kîjan dewletan ji Kurdan re vekirî ne. Rêber Apo bersiv da û got; deriyê tu welatan ji me re ne vekirî ne, em weke Kurd divê deriyan bi xwe vekin û ji hev re bibin palpişt. Cihê civînê teng û biçûk bû, ji ber vê ez li erdê rûniştim, gelek nêzî Rêber Apo bûm. Dema axaftin dikir çavên xwe digirt, min jî derfet didît ku ez li wî baş binêrim û hûrguliyên wî ezber bikim. Dema çavên xwe jî vedikir, min berê xwe dida jêr.”