‘Em ê tola Benazîr û hemû jinên Efgan ên hatine qetilkirin hilînin’

Xizmên Benazîr Eyûbî ku li Kabîlê ji aliyê Talîbanê ve hat qetilkirin, diyar kirin ku ew ê tola Benazîr û hemû jinên Efgan ên ku ji aliyê Talîbanê ve hatine qetilkirin, hem ji Talîban û hem jî ji hikûmetên dijminahiya jinan dikin, hilînin.

BAHARÎN LEHÎB

Kabîl - Li Efganîstana ku rêveberiya welat ji aliyê Talîban ve hat desteserkirin, qadên jiyanê yên jinan gelekî teng in. Efganîstan ketiye rewşek ku ji bo jinan bûye goristan. Zêdeyî 40 sal in bi hezaran jin ji ber polîtîkayên hikûmetên desthilatdar û li dijî jinê tên qetilkirin. Ferhunde Melîkzade ya ku di sala 2015’an de hat qetilkirin jî mînakek e, ku gelek jin wek wê bi îşkenceyê hatine qetilkirin.

Benazîr Eyûbî (21) di 1’ê Îlona 2023’an de li Kabîlê ji aliyê Talîban ve hat qetilkirin. Benazîr Eyûbî, yekane debara malbata xwe ya ji 5 kesan e pêktanî, bi biryardarî û hewldaneke mezin li dijî qanûnên Talîbanê yên li dijî jinan têkoşîn kir.

Xaltika Benazîr Eyûbî, Parvîn Stanekzaî ku li dibistaneke Kabîlê mamostetiyê dike got: “Benazîr Eyûbî ji bo hevpeyvîna kar çû saziyekê û dema diçû malê, endamên Talîbanê dizekî ku li pey wan diçûn gulebaran kirin. Di vê navberê de gule li Benazîr Eyûbî dikeve û li wir jiyana xwe ji dest dide. Divê êdî ev sûcên ku li Efganîstanê têne kirin bi dawî bibin. Zarokên me yên keç 3 sal in nikarin biçin dibistanê û xwendin û nivîsandinê nizanin. Divê zarokên keç biçin dibistanê û ewlekariya wan bê pêkanîn.”

‘Weke bi milyonan keçên Efganî, perwerdeya wê jî hat astengkirin’

Meta Benazîr Eyûbî, Şakîra Walî jî wiha got: “Biraziya min Benazîr Eyûbî 21 salî bû. Ji bo peydakirina kar çû bankeke taybet li taxa Shahr-e-Naw a Kabîlê. Weke bi milyonan keçên din ên Efganî, perwerdeya wê jî hat astengkirin, lê wê dev jê berneda. Li Ferahê beşa aborî li ser înternetê girt û perwerdeya xwe temam kir. Piştre dest bi bazirganiya serhêl kir. Dema ku ji Shahr-e-Naw dihat malê, Talîban li pey wesayîteke dizî ketibû. Guleyek ji paş ve li dilê Benazîr dikeve. Di vê navberê de Benazîr dema ku hewl dide bi malbata xwe re têkilî dayne jiyana xwe ji dest dide. Dema ku biraziya min jiyana xwe ji dest dide, Talîban wekî ku tiştek ne buye rêya xwe didomîne. Şofêrekî taksiyê Benazîrê dibe nexweşxaneya Amirjansi û malbata wê agahdar dike.”

‘Em ê hesab bipirsin’

Şakîra Walî, anî ziman ku wê teqez hesabê qetilkirina Benazîr Eyûbî ji Talîbanê bipirse û wiha got: “Ez soz didim ku hesab ji rejîma Talîbanê bipirsim. Ez Talîbanê tenê qatilê Benazîr nabînim. Em ê hemû rejîmên desthilatdar ên ku dijminên sondxwarî yên jinan in hilweşînin. Ez û hemû jinên Efganîstanê em ê tola jinên ku ji aliyê Talîbanê ve hatin qetilkirin hilînin.”