‘Em ê ji têkoşîna xwe paşvegavê neavêjin’
Rojnamegerên jin ên di dema protestokirina qetilkirina rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgînê de hatin girtin, diyar kirin ku ew ê ji têkoşîna xwe paşvegavê neavêjin û gotin: “Em ê mîrateya Nazim û Cîhan bidomînin.”
Navenda Nûçeyan- Rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn di 19’ê Kanûnê de li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji hêla dewleta tirk ve bi SÎHA’yan hatin qetilkirin. Ji bo Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn di 21’ê Kanûnê de li Meydana Şîşhaneyê ya Beyoglû ya Stenbolê çalakî hat lidarxistin. Rojnameger û parastvanên mafan ên ji bo protestoyê hatin gel hev, hatin binçavkirin. 7 rojnameger û 2 welatî bi îdiaya “Propagandaya rêxistinê” hatin girtin. Ji rojnamegerên hatine girtin Gulistan Dursun, nûçegihana ETHA’yê Pinar Gayip û nûçegihana Rojnameya Mucadele Bîrlîgiyê Serpîl Unal bi rêya parêzerên xwe peyam şandin.
'Bi van girtinan dixwazin êrişên ser Rojava bidin jibîrkirin’
Gulistan Dursun, diyar kir ku êrişên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomin û ev rewş tê protestokirin. Gulistan Dursun, wiha got: “Bi van girtinan dixwazin êrişên ser Rojava bidin jibîrkirin. Lê belê Nazim û Cîhanê dev ji heqîqetê bernedan û rastiya li Rojava bi cîhanê re parve kirin. Em ê mîrateya wan hevalên xwe bidomînin. Bedela wê canê me jî be, li ku dibe bila bibe em ê her tim binivîsin û bikişînin.”
‘Em ê ji têkoşîna xwe paşvegavê neavêjin’
Pinar Gayip jî wiha got: “Em ê ji têkoşîna xwe paşvegavê neavêjin. Ji ber ku me hempîşeyên xwe yên nemir bi bîr anî lewma hatin girtin. Girtina me, ji bo me ne tiştekî em ne li bendê bûn. Nazim û Cîhanê dema dixwestin dengê Rojava ku emperyalîst dixwazin bifetisînin, ragihînin hatin şehîdkirin. Bîranîna wan jî meşa di rêya wan de jî ji bo me rûmet e. Nazim û Cîhan Rojava ne. Çapemeniya Azad nayê bêdengkirin.”
‘Dê nekarin Çapemeniya Azad bêdeng bikin’
Serpîl Unal jî ev tişt anî ziman: “Hewce nake li her devera cîhanê şer hebe, herî zêde zext li ser rojnamegeran tê kirin, ew rastî êrişan tên. Li vir jî ji ewil êrişî rojnamegerên azad dikin. Weke rojnameger em tevî binçavkirin, girtin, îşkence û kuştinan jî dixebitin. Lê divê ev yek jî baş were zanîn ku dê nekarin Çapemeniya Azad bêdeng bikin. Dê nekarin pêşî li ber bihîstina rastiyan bigirin. Dê her tim kesên cihê me digirin hebin. Ez hezkirinên xwe ji kesên em bi tenê hiştin re dişînim. Spas dikim.”