‘Em ê destkeftiyên şoreşê bi rêxistinbûnek xurt biparêzin’

Fermandara Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Sarya Efrîn diyar kir ku YPJ di Rojhilata Navîn de mînaka jinên azad û civakê ye û got ew ê destkeftiyên şoreşê bi rêxistinbûnê biparêzin.

SÎBÎLYA EL ÎBRAHÎM

Reqa- Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) ji Efrînê heta Kobanê, Qamişlo û herêmên din, ji tabûran ber bi focan ve li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin damezrandin. Ew yekem hêza jinan a parastina mafên jinan û civakê dike ye. Gelek destkeftî û serkeftin li ser asta hebûna jinan di qada leşkerî de bi dest xistin. Artêşeke jinan bi fikir û rêveberiya jinan li gorî xeta Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat damezirandin da ku bibe nimûne û nirxek ji jinên cîhanê re.

Ji bo em zêdetir girîngiya YPJ’ê weke hêzeke jinan bizanibin ajansa me hevpeyvînek taybet bi fermandara YPJ’ê Sarya Efrîn re çêkir.

*YPJ çawa li ser perspektîfa azadiya jinan kar dike û çawa jiyanê li gorî stratejiya Şerê Gelê Şoreşgerî birêxistin dike?

10 sal di ser êrişa DAIŞ’ê ya li dijî bajarê Kobanî re derbas bûn. Her wiha salvegera duyemîn a serhildana "Jin Jiyan Azadî" de li Rojhilatê Kurdistan û Îranê ye. Di heman demê de bîranîna fermandar Şervîn Serdar e ku yek ji damezrînerên Yekîneyên Parastina Jin bû, gelek berpirsyariyan girt ser milên xwe ji bo em bigihîjin vê rojê. Gelek şehîd hene canê xwe feda kirine û ji gelan re bûne hêvî û sembolên azadiyê. Weke YPJ, me konferansa xwe ya çaremîn li dar xist û gelek biryarên girîng girtin her wiha me karê xwe li ser bingeha stratejiya Şerê Gelê Şoreşgerî nirxand.

Serhildana herî dawî li Rojhilatê Kurdistan û Îranê ji berhemên têkoşîna jinên azad bû. Jîna Emînî ji jinên cîhanê re bû sembol. Bi pêkanîna stratejiya Şerê Gelê Şoreşgerî ji her hêz û tevgerê dixwaze xwe birêxistin bike divê gel di asta yekem de hebe.

Ji ber vê yekê ji dema şoreşa Rojava dest pê kiriye ve û di parêznameyên Rêber Abdullah Ocalan ên li ser bingeha neteweya demokratîk hatine nivîsandin de yek ji bingehên wê birêxistinkirina gelan e. Li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê em dikaribûn xwe birêxistin bikin û şoreşa xwe berdewam bikin. Hemû jî bi saya fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan bûn. Li ser vê bingehê me dest bi şoreşa xwe kir û em ê di her aliyê de berdewam bikin.

Bê gel ev şer bi ser nakeve

Projeya Rêber Abdullah Ocalan daniye bûye yek ji bihêztirîn projeyên ku li ser bingeha wê YPJ’ê xwe birêxistin kiriye yan jî bi riya hêzên parastina cewherî ku gel birêxistin dikin. Bi vê yekê em li hemberî her aliyekî dijber bi hêztir dibin. Di şerên me birêve birine de çi di rûyê terorê yan jî dagirkeriyê de be me ev yek bi temamî pêk dianî. Mînaka wê jî şerê Efrîn Serêkaniyê û Girê Spî ye.

Ji bo stratejiya şerê gelê şoreşgerî û pêkanîna wê bi hevgirtin û hebûna gel bi hêzên xwe re were sepandin a herî girîng girîngiya fikir û îradeya azad û zanabûn e. Ew jî bi riya perwerdeyên fikrî leşkerî û siyasî û birêxistinkirina jinan ji bo li hemberî zihniyeta mêrsalar bisekinin û rastiya xwe bizanibin armancên xwe pêk bînin.

*Di konferansa çaremîn de nirxandin hat kirin ku tu rêbaz an hevpeymaneke hêzên xwecihî û navneteweyî dê neyên qebûlkirin ger ne li gorî berjewendiya gel û destkeftiyên şoreşa jinan bin, YPJ çawa dikare parastina destkeftiyên jinan bike?

Ji destpêka Şoreşa Rojava ve me weke jin xwe li ser bingeha hezkirina welat birêxistin kir. Li ser vê bingehê me dikaribû xwe birêxistin bikira ji bo li hemberî hemû êriş û rûbirûbûyînên li hemberî gel û herêmê derdikevin em bisekinin. Ji destpêkê ve me xeta sêyemîn hilbijartiye. Em nebûn alîgirên hikumeta Şamê ya desthilatdariya xwe ferz dike,  ne jî di bin ala hinek dewletan de ji wan re bûn çete ji ber wê yekê xeta sêyem ne li gorî berjewendiya dewletan e lê belê li gorî berjewendiyên gel dimeşin û siyaseta paşguhkirin û sîstemên desthilatdar qebûl nakin. Ji ber wê yekê riya me pergala neteweya demokratîk a azadiya gel ji xwe re bingeh digre ye.

Me di şer û êrişên li dijî herêmê û şerên li dijî DAIŞ’ê û çeteyên dewleta Tirk de gelek berdêl dan. Me berxwedaneke mezin ji bo parastina gel da meşandin. Îro roj bi dehan pirtûk û fîlmên sînema der barê wan lehengiyan de hatine derxistin. Lê belê dewletên hegemon û desthilatdar dixwazin projeya Rojhilata Navîn a mezin pêk bînin. Xwestin bi riya me weke hêzeke çalak van projeyan pêk bînin lê belê em her dem di armancên xwe de zelal in. Me ne ji valahiyê dest bi vê şoreşê kiriye. Ji ber vê yekê çi tişta li ser me were ferzkirin an jî li gorî berjewendiyên navdewletî be û ne li gorî berjewendiya gelê me be em qebûl nakin.

Em bi hemû hêza xwe hewl didin guhertinan bidin avakirin û em ê ji tu aliyî re nebin amûr. Hikûmeta Şamê niha hewl dide me vegerîne beriya sala 2011’an. Em vê yekê nakin. Em niha li vir in ji bo xizmeta gelê xwe hene. Em ne weke aliyên din ên her tiştî qebûl dikin in. Em di wê baweriyê de ne ku xeta me ya sêyemîn a rast e. Encam li ser rûyê erdê zelal in.

*YPJ’ê piştî nirxandina çalakiyên herdu salên derbasbûyî biryara "jinûveavakirina YPJ’ê ya nû" da. Mirov çawa dikare asta rêxistinî bilind bike û ji bo avakirina Sûriyeyeka demokratîk û Rojhilata Navîn a demokratîk hewl bide?

Di konferansa me ya çaremîn de me biryara jinûveavakirina YPJ’ê da. Ji bo me di ber çavan de derbaskirin û nirxandina teşe û rêxistin rewşa siyasî û leşkerî her wiha berfirehkirina bingeha me di her demê de gelekî girîng e. Piştî salên dirêj ji destpêka damezrandina YPJ’ê ve di sala 2013’an de heta roja îro li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê em di nava gel û eniyan de bûn da ku hejmara hêza xwe zêdetir bikin. Di destpêkê de me karê xwe û damezrandina hêza xwe di tabûreke li Efrîn, Qamişlo û Kobanê de kir. Îro dema em dinirxînin û dibînin ne tenê li van bajaran li her bajar û bajarokê tabûrek heye û şervanên jin ji hemû pêkhateyan tê de ne ango ev tê wê wateyê ku YPJ hêzeke jinan a neteweyî ye hemû pêkhate û baweriyan di nav xwe de digre.

*Heta niha jî şaneyên razayî yên DAIŞ’ê ji bo jiyana welatiyan gef in. Rola YPJ’ê ji bo parastina herêmê ji wan şaneyan û têkbirina wan dê çi be?

Bi armanca têkbirina şaneyên DAIŞ’ê yên li herêmê gelek pêngavên me dest pê kiribûn hene. Tevî ku me DAIŞ’ê têk bir jî belê hê fikrên wî li hinek herêman hene û gelek dewlet hene piştgiriya çeteyan ji her aliyê ve dikin. Em dizanin DAIŞ dê bi hêsanî teslîm nebe û hewl bide tola xwe bistîne lê êm ê li dijî vê têkoşîna xwe bidomînin.

Tişta li Dêra Zorê qewimî mînaka herî berbiçav û belgeya van hewldanan e ji bo ewlehî aramî û îstîqrara herêmê têk bibin. Bi riya teqînan an jî hedefgirtina hinek kesan li bajaran dixwazin îradeya me bişkînin? Hewldanên wisa dê berdewam bikin lê belê em weke YPJ li ser bingeha şerê li dijî terorê bi riya pêngavên ku em dest pê dikin, em ê DAIŞ’ê têk bibin. Beriya demekê me operasyonên cuda li dar xistin û me gelek şaneyên DAIŞ’ê girtin. Li kêleka vê jî em amade ne û em ê şiyar bin.

Gelên herêmê jî rastiya şerên li dijî wan tên kirin dizanin her wiha gel bi me re alîkar in da ku em bikaribin pêşî li van şaneyan û êrişên li dijî gel bigrin û rawestînin.

*Rewşa îro destnîşan dike ku şerê li dijî herêmê ne tenê di aliyê leşkerî de ye, şerê taybet bi destên gelek aliyan te kirin. Êriş û gefên li dijî herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdewam dikin. Armanca zêdebûna hejmara hêzên hevpeymanê li dijî herêmê çi ye?

Kesên xwedî azadiya fikir û kesên li ser xeta Rêber Abdullah Ocalan dimeşin dibin armanca van hêzan. Hemû êriş û yekitiya van dewletan bi hev re tevî hemû nakokiyên di navbera wan de tenê ji bo Kurdistanê dagir bikin. Gelek binpêkirinên li dijî gel hene. Herêma Başûrê Kurdistanê ketiye rewşeke wisa ku erdan difroşe û bazirganiyê pê dike. Li Bakurê Kurdistanê jî qetilkirina zaroka bi navê Narîn Guran encama zihniyeta mêrsalar e.

Rûsya hikûmeta Şamê û dewleta Tirk û hemû dewletên hegemon bi riya şerê taybet van binpêkirinan li dijî gel dikin da ku gel ji rastî û doz û cewherê wê dûr bixin û da ku dûrî welatê xwe bikevin. Dewletên hegemon bi riya dorpêç û krîzên aborî dixwazin vê yekê bikin û di encamê de herêmê kontrol bikin.

Divê gelê me bizanibe çi li herêmê rû dide. Divê gel bizanibe ku dagirker hewl didin gelek kesan weke amûrek ji bo pêkanîna berjewendiyên xwe bi kar bînin. Weke Hêzên Parastina Jin erka li ser milên me ew e ku em van rastiyan bizanibin û asta têkoşînê li hemberî hemû aliyên dijber bilind bikin, parastina gel bikin. Divê em azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk bînin û destkeftiyên şoreşa jinan biparêzin. Bi hevgirtina jinên ku di aliyê fikir de azad in em dikarin hemû êrişan têk bibin.