Şer û gel: Îran di demeke dîrokî de ye

Cîhan niha dikeve serdemeke nû ya dîrokî. Nîzama siyasî ya ku piştî Şerê Sar (Cold War) hatibû çêkirin, hêdî hêdî tê qelskirin û dîsa hêzên mezin ên cîhanê de jî ji nû ve vedgerin ser sehneya siyaseta navneteweyî.

BESÎ ŞAMARÎ

Dema ku Yekîtiya Sovyetê hilweşiya, gelek analîst difikirîn ku cîhan dê bikeve serdema desthilatdariya hêzek tenê. Lê guherînên di van çend deh salan de nîşan didin ku ev fikir zêde optimîst bûye.

Îro nîşaneyên gelek a guherîna balansê hêzê li cîhanê hene. Hêzên nû derdikevin, pêşbazîyên jeopolîtîk zêde dibin û herêmên stratejîk dîsa dibin qada têkoşîna hêzên mezin. Di vê navbera de Rojhilata Navîn hîn jî yek ji herêmên herî girîng e, ji ber ku rêyên enerjiyê, berjewendîyên aborî û pêşbazîyên siyasî li wir têkildar in.

Di nava vê rewşê de cihekî girîng ê Îranê heye. Cihê jeografîk, çavkaniyên xwezayî û cihê wê li nêzî Tengava Hurmuzê (yek ji girîngtirîn riyên enerjiyê yên cîhanê) wisa kiriye ku her krîz li wir dikare bandorê li ser cîhanê bike. Beşeke mezin ji nefta cîhanê ji vê tengavê derbas dibe.

Ev şer çiqas şerê hêzên desthilatdar be jî û hêzên derve mudexeleya Îranê kiribin jî di rastiyê de êdî rejîma Îranê ber bi hilweşandinê ve diçû. Gelên di nava Îranê de dijîn li hemberî vê pergalê her dem di nava berxwedan û têkoşînê de bûn. Lê ji bo têgihîştina van deman tenê nêrîna jeopolîtîk têrê nake. Dîrokê nîşan daye ku di krîzên mezin de hêzên civakî jî dikarin riya dîrokê biguherînin.

Fîlozof û teorîsyenê îtalî Antonio Gramscî got ku demên wiha, wisa ne ku nîzama kevn tê hilweşandin lê nîzama nû hê nehatiye zayîn. Di wan şertan de civak pir guherbar dibe û derfeta guherînên siyasî yên mezin çêdibe.

Mînakên dîrokî gelek in:

  • Şoreşa Rûsyayê di şertên Şerê Cîhanê yê Yekem de qewimî.
  • Piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn, tevgerên azadiyê li Asya û Afrîkayê bilind bûn.
  • Şoreşa Îranê jî di şertên pêşbaziya Şerê Sar de çêbû.

Mînakeke din jî Şerê Vîetnamê ye ku tê de Amerîka, bi hemû hêza xwe ya leşkerî, nikaribû li ber berxwedana civakê bisekine. Heman tişt paşê li Afganistanê jî diyar bû. Ev nîşan didin ku hêza leşkerî bi tenê nikare encama şeran diyar bike; hêza civakê û rêxistin girîngtir in.

Di cîhana îro de jî şer guheriye. Şer tenê li qada leşkerî nayê kirin; gelek qadên şer hene.

  • Şerê aborî û ceza (sanksiyon),
  • Şerê medyayê,
  • Şerê sîber û agahdarî.

Teknolojî û algorîtmayên nû jî dibin amûrên kontrolkirina raya giştî. Lê dîrok dîsa nîşan dide ku tu mekanîzmayek nikare îradeya civakeke hişyar heta hetayê di bin kontrolê de bigre. 

Îran îro di nava vê rewşê de ye. Civaka Îranê di salên dawî de nîşaneyên beşdarbûna civakî nîşan daye. Ciwan, jin û komên civakî zêdetir dixwazin di diyarkirina çarenûsa siyasî de beşdar bin.

Rola jinan bi taybetî girîng e. Di tevgerên civakî yên dawî de jinan gelek caran girêdanê di nava tevgerên cuda de çêkirin û torên hevkariyê ava kirin.

Di heman demê de hinek nîşaneyên hevkariyê di nava hêzên siyasî de jî hene; wekî hewldanên hevpeymaniya partiyên Kurd û her wiha hewldanên koordînasyona siyasî li herêmên wekî Xuzistan, Belûcistan û herêmên ku Tirk lê dijîn.

Di asta herêmî de jî mînak hene; wekî tecrubeya Rojava li Bakurê Sûriyeyê ku di şertên şer de şêweyên nû yên rêxistin û demokrasiya civakî ceriband. Ev pêvajo nîşan didin ku Îran li ser riyek e ku çend riyên dîrokî bi hev re têkildar in ev jî ev in:

  • Pêşbazîya hêzên cîhanî,
  • Şerên nû yên gelek-qadan,
  •  Tevgerên civakî yên navxweyî.

Di dawiyê de, pêşeroj ne tenê ji hêla dewletan an hêzên derveyî ve tê diyarkirin. Ew li ser rêxistin û yekîtîya civakê dimîne.

*Endama Platforma Demokratîk a Navneteweyî ya Jinan